Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye

  • rojane
  • 09:22 19 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin û got: "Êriş li ser Bendava Tişrîn û herêma Qereqozaxê hene. Divê gelên cîhanê jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin." 

Êriş û gefên Tirkiye û ANS'yê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li bendava Tişrîn û herêma Qereqozax a nêzî Kobanê ku êrîş û berxwedan lê zêde bûne, ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin.
 
‘POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYÊ'
 
Cîhan Bîlgîn bi bîr xist ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê di sala 2019’an de, Tirkiyeyê êrişên xwe bi curbicurkirina rêbazên şer berdewam kiriye û got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê hemû rêbazên şer ceribandine. Hewldanên ji bo çalakirina şaneyên razayî hê jî berdewam in. Li Kampa Holê û herêma Dêra Zorê em gelek caran bûne şahidê hewldanên bi vî rengî. Her wiha dixwazin bi rêya eşîran siyaseta dijminatiyê di navbera kurd û ereban de bimeşînin. Lê belê tevî van hemû êrişan jî berxwedana gel ev polîtîka pûç kir."
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn
 
‘KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN'
 
Bilgin da zanîn ku armanca Tirkiyeyê bi gefa komkujiyê koçberkirina gel e, bi taybetî li Minbicê û derdora û got ku bendava Tişrînê hatiye bombekirin û herêm bê ceyran maye. Cîhan Bîlgîn diyar kir ku armanca van rêyan şikandina berxwedana gelê herêmê ye û got: “Ji bo şikandina berxwedana gel hem binesaziyê hedef girtin, hem jî derewan dikin ku ev der hatine desteserkirin. Lê tevî van êrişan jî ne gel koç kir û ne jî Rêveberiya Xweser gav paşde avêt. Meclisên Til Rifat û Şehba ji bo ewlehiya gel biryar dan ku ji herêmê derkevin. Welatiyên sivîl bi awayekî ewle li herêmên Rêveberiya Xweser hatin bicihkirin. Gelê li vir bêyî piştgiriya saziyên navneteweyî pêdiviyên xwe bi Rêveberiya Xweser û hevgirtina gel pêk tînin."
 
‘HERÊM DI BIN KONTROLA HSD'Ê DE YE'
 
Cîhan Bîlgîn îşaret bi wê yekê kir ku hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo girtina herêma Qereqozaxê berdewam dikin û got: “Li herêmê şerekî mezin tê meşandin. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî hêzên HSD, YPJ û meclisên xwecihî êrişan pêk tînin. Lê belê çete nikarin tu pêşketinan pêk bînin. Berovajî di nav kesên ku di pevçûnan de teslîm bûne de, yên ku reviyan, cenazeyên xwe li pey xwe hiştin jî hene. Di vir de rastî propagandaya ku Tirkiye di medyayê de dike berovajî dike. Ev ax hê jî di bin kontrola HSD’ê de ne. Êrişli ser Bendava Tişrîn û herêma Qereqozaxê pêk tên. Bi van êrişan armanc dikin ku Rêveberiya Xweser tune bikin. Ev tenê beşek in ji êrîşên sîstematîk ên ku piştî têkbirina DAIŞ'ê hatine destpêkirin."
 
Cîhan Bîlgîn bal kişand ser gengeşeyên veguhestina tirba Silêman Şah ji bo cihê wê yê kevin jî û wiha got: “Ev rewş parçeyek ji hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo desteserkirina herêmê ye. Tirkiye dixwaze bi çekên giran leşkeran bişîne herêmê û tirbê weke hincet bi kar bîne. Bi awayekî eşkere ev hewldaneke dagirkeriyê ye. Lê Rêveberiya Xweser her hewldana dagirkeriyê red dike. DAIŞ, di sala 2014’an de li van axan têk çû. Çawa ku berxwedana gel wê demê êrişê pûç kir, îro jî heman têkoşîn berdewam dike. Tirkiye bi çalakirina propagandaya reş û şaneyên DAIŞ’ê hewl dide berxwedana gel bişikîne. Lê belê ev kes kolanên xwe û nasnameya xwe diparêzin."
 
Cîhan Bîlgîn bi bîr xist ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tarîtiya DAIŞ’ê têk birine û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrişan bêdeng nemîne. 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

28/12/2024
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan