Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin

  • rojane
  • 09:04 19 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku yekane hêza ku ji aliyê gel vehatiye avakirin ew in û got: "Yekane hêza ku ji sala 2011'an û vir ve ji aliyê gel hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tesfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tesfiyekirina gel. Divê gelê me hişyar be."

Êriş û gefên Tirkiye û ANS yên di bin kontrola wê de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Di dema êrişan de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan daxwaz kir ku Hêzên Parastina Gel (YPG) dest ji çekan berdin û “tasfiye bibin”. Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku gelê Sûriyeyê di serdema rejîma Esad de rastî gelek neheqiyan hatiye. Siyamend Elî bi bîr xist ku gelên li hemberî êrişên DAIŞ û Esed bêparastin bûne YPG û YPJ'ê ava kirine û da zanîn ku Tirkiye hewl dide ji vê aloziyê sûdê werbigire.
 
Siyamend Elî têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘GELÊ BÊPARASTIN YPG-YPJ'Ê AVA KIR'
 
Siyamend Elî bi bîr xist ku gel beriya Şoreşa Rojavayê bê parastin maye û got ku gel bi taybetî li hemberî êrişên komên çekdar ên cîhadîst mexdûr bû. Siyamend Elî diyar kir ku gel ji bo parastina xwe di dema şoreşê de hêzên xwe ava kir û got: “Gelê me yê ku di şoreşa piştî aloziya Sûriyeyê de bêparastin ma, di şer de jî li hemberî çeteyan bêparastin bû. Di vê demê de gelek komên çete hatin vir. Mîna El Nûsra û DAIŞ’ê. kurdan jî xwest xwe ji van êrişan biparêzin. Xweparastina herêmê pêş ket û çekdar bû. Ev yek bû sedem ku kurd YPG’ê ava bikin. YPG bi dil û destên gel hat afirandin. YPG li ser esasê xweparastin û mafên mirovan hatiye avakirin. Li ser vî esasî ket nava parastinê. Roj bi roj YPG ji bo hemû kurdan bûye bingeha 'xweparastinê'. YPG û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji roja damezrandina xwe ve ev rol û mîsyona xwe şopandine. Her ku pêvajo bi pêş ket, girîngiya xweparastina herêmê derket holê. Piştre li ser heman bingehê gelên ereb, asûrî, ermenî û tirkmen jî cihê xwe di van refan de girtin."
 
‘LI DIJÎ DAIŞ'Ê DEWLETÊN SEDSALÎ JÎ BÊ ÇARESERÎ BÛN'
 
Siyamend Elî bi bîr xist ku bi derketina DAIŞ'ê re êriş zêde bûne û got ku heta dewletên bi sedsalan jî li hemberî DAIŞ'ê bêçareser mane. Siyamend Elî da zanîn ku YPG û YPJ’ê di vê heyamê de bi erka parastina gel li xaka Sûriyeyê tevgeriyane û got: “Gelê xwe di destên qirêj ên DAIŞ’ê de hiştin. Hêzên me yên parastinê yên yekemîn bûn ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê çek şixulandin. Serketina Kobanê serkeftina vê xweparastinê bû. Dêrîk û Qamişlo jî li ser vî esasî hatin parastin."
 
‘TIRKIYE Û SMO RÊVEBERIYA XWESER HEDEF GIRTIN'
 
Siyamend Elî diyar kir ku di dema ku Tehrîr El-Şam (HTŞ) ber bi Şamê ve bi pêş ve diçû, Tirkiye û SMO ya girêdayî wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hedef û got ku SMO herêmên xweser ên hedef digire. Siyamend Elî anî ziman ku meclisên gel ên bajaran bersiva van hemû êrişan dan û got: “Li Minbicê jî heman êriş pêk hatin. Meclisa Minbicê li wir berxwedaneke dîrokî li dar xist. Piştre biryar hat dayîn ku Minbic bi temamî ji komên leşkerî û çekdar were paqijkirin. Bi vê biryarê re ji gelê wir hat xwestin ku xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Lê belê aliyê din jî li dijî wê êriş pêk anîn."  
 
‘YPH HÊZA GEL E'
 
Siyamend Elî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî bi bîr xist ku dixwaze YPG çekên xwe deyne û bê tasfiyekirin û got: “YPG ne rêxistineke ku ji derve hatiye avakirin û ew anîne vir. YPG gel û hêzên gel e. Bi erka parastina gelê xwe hatiye avakirin û li gorî wê tevdigere. Damezrandina YPG’ê biryara van kesan bû. Çima vê yekê dibêjin? (Hakan Fîdan) Ji ber ku ew dixwazin kurdên muhtac, bêîrade, ji ziman û çanda xwe bêpar û nasnameya xwe nas nakin bibînin. Em dibînin ku hemû komên ku Tirkiyeyê ew ava kirine û bi wan re hevkarî kiriye komên ku li cîhanê di kategoriya 'rêxistina terorê' de ne. Tiştên ku dixwazin li kêleka xwe bibînin ev in. Yên diziyê dikin û bi yên dixwazin rastiya mirovahiyê tune bikin re dimeşin. Sedemên ku ji me dixwazin çekan deynin ev in; Ji xwe dixwazin gelê me bê namûs, bê çarenûs, bê jiyan bimîne. Dixwazin gelê me di destê terorîstan de be. Ne tenê em, gelê ereb û kurd ên li vir dijîn jî çekdanînê naxwazin."
 
‘TIRKIYE DIXWAZE JI ALOZIYÊ SÛDÊ WERGIRE'
 
Siyamend Elî bal kişand ser îdiayên ku dibêjin hikûmeta nû ya Sûriyeyê dê demokratîk û berfireh be û got ku ji bo vê yekê divê pêşî şer bê rawestandin. Siyamend Elî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hewl dide şer kûrtir bike û got: “Em dibînin ku gelek alî, hêzên leşkerî, dîplomat û navbeynkarên navneteweyî daxwaza rawestandina şer dikin. Lê belê Tirkiye hewl dide ji aloziya heyî sûd werbigire û destkeftiyên kurdan têk bibe. Kîjan hêz dikare van maf û destkeftiyan bigire û biparêze? Tenê YPG û YPJ di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de dikarin vê bikin. Ji ber ku li dijî DAIŞ’ê şerekî pir bi bandor meşandin. Li Rojhilata Navîn yekane hêzên ku bi disîplîn û ji aliyê gel ve tên qebûlkirin YPG û YPJ ne. Tirkiye jî vê dibîne. Ji ber vê yekê jî hemû çeteyên girêdayî xwe li gorî daxwaza xwe şand qadan." 
 
'TIRKIYE BILA PÊŞÎ PIRSGIRÊKA XWE YA KURD ÇARESER BIKE'
 
Siyamend Elî ku got "Em ne avahiyeke çekhez in, em hêzeke parastinê ne" anî ziman ku ger hikûmeta Şamê ya ku nû bê avakirin wê bibe bersiva hemû daxwazên gelan wê daxwazeke wan a hilanîna çekan tune be. Siyamend Elî got: "Em tu biryarên ku kesên din li ser navê me dane qebûl nakin. Me deriyên aştiyê ji her kesî re vekir. Heta îro em hem li hember Sûriyeyê hem jî li hember cîranên xwe nerm bûn. Em li pişt hemû peyamên ku beriya niha fermandarên me û rêveberiya xweser dabûn, radiwestin. Em tu carî ji bo tu hêzekê nebûne xeter. Berovajî vê yekê di avakirina Sûriyeya demokratîk de xwedî ezmûneke mezin in. Yekane hêza ku ji sala 2011’an ve ji aliyê gel ve hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tasfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tasfiyekirina gel. Hakan Fîdan divê pêşî li Tirkiyeyê binêre. Divê Tirkiye pêşî pirsgirêka  Bakurê Kurdistanê çareser bike. Nabe pirsgirêkên welatê xwe li Sûriyeyê belav bike."
 
‘EM Ê LI GORÎ GELÊ XWE HEREKET BIKIN'
 
Siyamend Elî diyar kir ku mijara danîna çekan a YPG û YPJ’ê mijareke giştî ye û got: “Ev rewş pirsgirêka me ya navxweyî ye. Gelê me yê kurd, ereb, asûrî, ermenî û tirkmen çi bibêje em ê tevbigerin. Me heta niha bedelên mezin daye. Bi sedan hevalên me şehîd ketin û şehîd bûn. Em ê bi hişmendiya berpirsyariya li ser milê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Ez careke din dixwazim bibêjim ku eger xewneke Tirkiyeyayê ya wekî parçekirina me hebe, wê nikaribe vê yekê pêk bîne. Em di pêvajoyeke çiqas dijwar re derbas bibin jî em li ser pêyan disekinin. Em xwedî vê ezmûn û stratejiyê ne. Li aliyê din gelê Sûriyeyê jî bi siberoja azad bawer dike. Ger pirsgirêkek Tirkiyeyê hebe divê pêşî li hundir çareser bike. Me deriyê aştiyê ji wan re vekir û bi ciddî nêzî wan bûn. Em dikarin vegerin ser tifaqa ku me berê ji bo tirba Silêman Şah çêkiribû. Lê bi vî awayî nêzî me nabin. Hewl dide çeteyên xwe derbasî Çemê Firatê bike. Ev xwekuştin e. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin."
 
Siyamend Elî herî dawî ev bang kir: “Divê gelê me li hemberî polîtîkayên qetlîam û qirkirinê hişyar be. Pêwîst e em di vê pêvajoya dîrokî de yekgirtî bin. Divê em bi hev re Sûriyeyeke azad ava bikin. Gelê Sûriyeê ji şer û komkujiyan gelekî westiyaye.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

28/12/2024
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan