DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?

  • rojane
  • 12:41 4 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamentera Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir têkildarî qeyûman axivî û wiha got. “Em ê liv ir bêhiqûqiya wezareta û derbeya li hemberî demokrasiyê teşhîr bikin.”

Cîgirên Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenteran der barê tayînkirina qeyûman a li şaredariyan de li ber Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek dan.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û wiha got: “Wezareteke ku vîna gel û mafê gel ê dengdanê bi kar tîne xesp kir. Heta ku ev polîtîkaya qeyûm dewam bike, heta ku ew vê feraseta qeyûm li gelemperiya welêt belav bikin, em ê di têkoşîna xwe ya demokratîk de israr bikin. Eger pêwîstî pê hebe em ê her hefte, her roj derkevin pêşberî Wezareta Karên Hundir. Em ê bêhiqûqî û darbeya li hemberî demokrasiyê li vir teşhîr bikin."
 
'HIKÛMET HEWL DIDE BI DARBEYAN BI PÊŞ VE BIÇE'
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku îktîdar bi awayekî aşkera dixwaze bi darbeyan pêş ve biçe û xwe li ser piyan bigire û got, “Dixwazin serkeftina Dem Partiyê ya hilbijartinên dawî û tercîhên hilbijêran ya sala 2019’an vir ve mehkûm bike û gele kurd ceza bike. Çima? Ji berk u tercîhên me yên polîtîk, siyaseta me, sekna me ya li hemberî faşîzmê, nêzîkatiya me ya li hemberî tifaqa AKP-MHP ku dijberiya gel dikin, îro careke din îktîdara wan dihejîne. Careke din hat dîtin ku AKP nikare tena serê xwe bibe îktîdar. Dixwazin me di qada siyaseta demokratîk de bêbandor bikin. Dixwazin mafê berxwedana demokratîk ya gel ku li hemberî faşîzmê nîşan dide tune bikin. Lê aşkera dibêjim ku ev mesele naşibe planên li ser maseyê tên kirin.”
 
‘HÛN DÊ AŞTIYÊ ÇAWA PÊK BÎNIN?’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku ne demokrasî û ne jî hiqûq xema îktîdarê nîn e û wiha got: “Li Stenbolê 7 hevalên me bi hinceta ku qetlîamên çeteyan yên li Sûriyeyê pêk tînin şermezar kirin, hatin binçavkirin. Cîgira hevseroka partiya me Sevtap Akdag, hevşaredara Peyasê û bi dehan hevalên me hatin girtin. Li aliyekê dixwazin muxalefetê parçe bikin û li aliyê din jî dixwazin têkoyîna gelê kurd tune bikin. Em bang kesên ku aştiyê dixwazin dikin; bi tayînkirina qeyûman, li Rojava bi pêşîvekirina çeteyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşîlêvekirina qetlîamên li hember gelê kurd, xrîstiyan, durzî û ereban û elewiyan ve hûn dê li Tirkiyeyê çawa aştiyê pêk bînin?”
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser geşedanên li Helebê û wiha got: “Ji ber ku ala tirk li Helebê hatiye daliqandin hinek kes kêfxweş dibin. Heleb axa kê ye? Bajarê kê ye? Ma Tirkiye dixwaze Helebê dagir bike? Em dipirsin; hûn çima rêz nîşanî îradeya gelê kurd û gelên ku li wir dijîn nadin? Hûn çima polîtîkayên ku gelê Sûriyeyê di nav aştiyê de bijîn bi pêş naxin? Hûn çima çeteyên ku qetlîaman pêk tînin asteng nakin?
 
Li Efrînê 300 hezar kes koçî bajarên din kirin. Niha jî 300 hezar kes li Şehbayê hatin bicihkirin. 3 sal û nîvin dixwazin di şert û mercên xirab de jiyana xwe bidomînin. Axa wan ji aliyê çeteyên SMO hatiye dagirkirin. Niha jî Şehbayê terk dikin û diçin cihek din. Ev polîtîkaya AKP ya ku bila kurd dayika xwe nebîne ye.
 
'NIYETA WE AŞTÎ NÎN E'
 
Îro ji her demê zêdetir derfetên aştiyê hene. Ji bo aştiya Sûriyeyê û aştiya Tirkiyeyê şert û merc hene. Lê belê niyeta we aştî nîne. Bi navê aştiyê hûn şer provoke dikin û li welêt aloziyan zêde dikin. Bi tayînkirina qeyûman re hûn vîna gel tine dihesibînin; Aştiyeke bi vî rengî dikare pêk were? Ne aştî ye ku mirov bi gotina aştiyê tecrîdê kûr bike, ji vê re bibêje aştî û darbeyekê li gelan bike. Rêya aştiyê ya bi vî rengî nabe.
 
'PIRSÛS Û KOBANÊ EYNÎ NE'
 
Tirkiye sûcdarê her cure komkujiyê ye ku gelên li wir dijîn, bi taybetî jî li hemberî kurdan pêk tê ye. Tu nikarî bibêjî em nizanin; Li Idlibê baregehên kê hene? Kê ev HTŞ li Îdlîbê parast? Li Astanayê we garantoriya çi kir? Derkevin û bersiva wan bidin. Niha jî kesên perwerdekirî bi çek êrîşî qadên jiyanê yên kurdan dikin û ji me re dibêjin kurdên li Sûriyeyê ji kurdên li Tirkiyeyê cuda ne. Dinyayeke bi vî rengî nîne. Pirsûs û Kobanê yek in, di navberê de tenê sînorek heye. Qamişlo û Nisêbînê jî bi heman rengî ne.
 
Em van hemû pêkanînên qeyûm şermezar dikin. Em ê li her derê bi hêzên demokrasiyê re li dijî pêkanînên qeyûm dengê xwe bilind bikin. Îro wê hevserokên me yên giştî li Pirsûsê ber bi sînor ve bimeşin. Ez pir eşkere û eşkere dibêjim; Sûriye xeta me ya sor e. Em ê ti carî destûrê nedin li Sûriyeyê komkujiya gelan pêk bê. Em ê tehamulî komkujiya gelê xwe yê wir nekin. Ji bo yekparçebûna xaka Sûriyeyê, ji bo gelên li Sûriyeyê dijîn pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin û ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê em ê heta dawiyê têbikoşin."
 
Koçyîgît herî dawî got, "Bila kes ne li bendê be ku dema şaredariyên xwe me tên desteserkırın em ê jiyana xwe ya rûtîn bidomînin. Dinyayeke bi vî rengî nîne. Em ê têbikoşin, em ê bi sekna xwe alîgirê demokrasiyê bin."
 

Sernavên din

09/12/2024
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin