Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin

  • rojane
  • 15:36 3 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin “Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin” û ji bo sekinandina êrişan banga berpirsyartiyê li her kesî kirin. 

Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li gelek bajaran daxuyanî dan û êriş protesto kirin. 
 
AMED
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî êrişan li avahiya komeleyê ya Amedê daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Halîde Turkoglu, hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Hevgirtina Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Ruhê Kobanê em ê Rojava biparêzin” hate hilgirtin. 
 
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey diyar kir ku komên çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin, zarok û kalan koçber kirin, sivîlan qetil dikin û dîl digirin. Raîfe Ozbey, wiha domand: “Em şer naxwazin. Bila dev ji vî şerî berdin. Bi tank û topan êriş dikin. Çi ji gelê Rojava dixwazin? Di vê de tu maf, hiqûq û edalet tune. Bila êdî aştî were dinyayê. Em şer qebûl nakin. Mirov tên qetilkirin. Ev nayê qebûlkirin, em qebûl nakin. Êdî bes e, bes e!”
 
Halîde Turkoglû ku pişt re mafê axaftinê girt, banga rawestandina êrişan kir.
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Daxuyaniya li Êlihê jî li pêşiya Navenda Kar a Nasiroglû hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Em li dijî şer aştiyê diparêzin” û “Bijî aştî” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Meyaser Akdag axivî û wiha got: “Divê gelê kurd ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê bibe yek. Ma qet wijdan tune ye? Çima xwîna mirovan tê rijandin, çima qetlîam tên kirin? Gel nabe yek lewma ewqas xwîn dirije. Bêdengî koletî ye. Ev koletî rê li ber komkujiyên nû vedike. Bila dayik êdî negirîn. Daxwaza me kurdan jiyaneke birûmet e û dê ji bo vê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heke aştiyeke birûmet bixwazin, bila biçin Îmraliyê. Ji ber ku ji bo hemû gelan soza aştiyeke birûmet û jiyaneke aştiyane dide.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê piştgirî da daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat hilgirtin û girseyê dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Asya Tay axivî û anî ziman ku dewletên dibêjin em mafê mirovan diparêzin divê li dijî êrişan rawestin û wiha got: "Heke di rastiyê de jî mafê mirovan diparêzin çima li dijî van êrişan bêdeng in. Li wir zarok tên kuştin, jin tên kuştin. Gelek kes koçber bûn e. Heke mafê mirovan diparêzin bila vî şerî temaşe nekin. Daxwaza me li wan û hemû kesan ew ê ku li dijî vî şerî bisekinin û edî şerê li ser welatê me bi dawî bibe."
 
Emîne Alkiş jî bertek nîşanî bêdengiya dewletên navneteweyî da û daxwaz kir ku herkes li dijî şer berpirsyartiya aştiyê li xwe bigire.
 
CIZÎR
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê jî daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partiyên yên navçeyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevka Dayikên Aştiyê Hatîce Baytûr axivî. Hatîce Baytûr bi lêv kir ku li ser gelên Rojava û Sûriyeyê êrişên dijwar hene û ev tişt anî ziman: “Rojava dilê Kurdistanê ye. Divê hemû kes li dijî van êrişan rabin ser pêyan. Em weke Dayikên Aştiyê divên edî bila şer bi dawî bibe û aştiyek pêk were."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî aştî" bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin û nûnerên partiyên siyasî û jinan piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya di daxuyaniyê de anî ziman ku dewlet ji rexekî ji kurdan re destê aştiyê dirêj dike û li rexa din jî êriş dike. Halîme Kaya got ku ew vê qebûl nakin û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û j bo aştiyê gav bên avêtin. Destê xwe ji Rojava bikişînin. Rojava bi tenê nîne. Rojava ya me ye. Çeteyên xwe ji Rojava bikişînin. Bes e êdî ji vî şerî re, bila êdî ev xwîn bisekine. Bes e ji şer re, werin em bi hev re aştiyê bînin. Pirsgirêk bi xwînê çareser nabin.” 
 
WAN
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê jî têkildarî êrişan li ber avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyaniyî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi ruhê Kobanê em ê Rojava biparêzin" hat vekirin. Rêxistina DBP'ê ya Wanê, Rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayigît, Sînan Çîftyûrek, Zulkuf Uçar û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiya Kaya di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew êrişên dijminane û şerê li dijî Rojava qebûl nakin û wiha got: “Em bi kulîlkên spî diçin cem her kesê ku gavên aştiyê diavêje."
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Rabîa Algor jî diyar kir ku divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Rabîa Algor, got. “Mafê wan ê vê yekê nîne. Em dizanin kî destekê dide DAIŞ’ê. Em vê yekê qebûl nakin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 
GEVER
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û wiha got: “Li dijî şer em her tim aştiyê diparêzin. Em êrişên li dijî Rojava şermezar dikin. Xelkê wê herêmê xaka tu kesekî dagir nekirine. Tenê ji bo jiyaneke birûmet û xweser têdikoşin. Lê belê hêzên bi sala ye li wir bi cih bûn şer derdixînin û xwe didin aliyekî. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî şer sor dikin. Wiha nabe. Bingeha aştiyê li Îmraliyê ye. Gelê kurd dê bi van lîstikên qirêjî nexape. Bila her kes li dijî şer, aştiyê biparêze. Em mirin, girtin û şer naxwazin. Tekane daxwaza me, jiyaneke wekhev e.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê êriş protesto kirin. Hevserokê DBP’a Agiriyê Hîkmet Adiguzel got ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tekoşîna li dijî DAIŞ’ê re jiyaneke li ser bingeha azadîxwaziya jinê ava kiriye û wiha got: “Têkoşîna jinan ji bo hemû cîhanê bû çavkaniya hêviyê. Dixwazin bi êrişên Tirkiye û komên paramîlîter van destkeftiyan tune bikin. Bi hevkariya HTŞ û SMO ku baskên DAIŞ’ê ne hewl didin Rêveberiya Xweser tune bikin. Lê belê gelê kurd û gelên herêmê dê li dijî vê bêdeng nemînin. Ev êriş ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo hemû herêmê gef in. Yên pişta xwe dane çeteyan, teqez dê li hemberî berxwedana demokratîk a gelan têk biçin. Ji bo parastina Rojhilata Navîn a di nava aştiyê de û nirxên mirovahiyê, em banga piştevaniya bi Rojava re li her kesî dikin.” 
 
ÎZMÎR 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê êriş şermezar kirin. Li ser navê însiyatîfê Dayika Aştiyê Cemîle Aydin axivî. Cemîle Aydin, da zanîn ku her çend hikûmet soza aştiyê dide jî, ji tayînkirina qeyûmên li şaredariyan, binçavkirin û zext dewam dikin û got:"Ger Erdogan û Bahçelî behsa aştiyê dikin, çima operasyonên xwe didomînin? Bila ji bo berjewendiya gelê tirk û kurd dawî li vê zilmê bînin. " 
 
SÊRT 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî li avahiya xwe daxuyanî dan. TJA, DBP û DEM Partiyê jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" ile "Bijî aştî" hatin berzkirin. Dayika Aştiyê Maşallah Arslan di daxuyaniyê de ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir. Maşallah Arslan, wiha got: “Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û şerekî qirêjî tê meşandin. Dîsa dixwazin gelên mazlum qurbanî planên qirêjî bikin. Em bi têkoşîneke hevpar dikarin pêşiya vê bigirin. Çi dikeve ser milê kê divê bike. Bes e, êdî bila xwîn nerije.” 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî ji avahiya partiyê heta peykerî meş li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek welatî tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayin. 
 
Parlamenter Onur Duşunmez got ku divê hemû gelên Rojhilata Navîn ên aştiyê dixwazin bi destê hev bigirin û ev tişt anî ziman: “Bi bêdengiya li hemberî çeteyan û zîhniyeta wan a qirêjî re aştî çênabe. Yên di demên berê de li gel van çeteyan tevgeriyayin winda kirin. Lê dostên kurdan bi ser ketin. Yên dixwazin Şoreşa Rojava tune bikin divê baş bizanin ku dê Rojava heta dawiyê li ber xwe bide û tu caran nekeve.” 
 
Piştre jî metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

09/12/2024
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin