Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye

  • rojane
  • 14:57 17 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê de axivî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wiha got: “Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan Îmrali ye.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Êlihê li dar dixe de axivî. 
 
‘BERXWEDANA GELÊ ME TEQEZ DÊ BI SER KEVE’
 
Bayindir, bal kişand ser girseyê û got: “Bila seydayê Ehmedê Xanî êdî hesret nekişîne, bila Cegerxwîn xem neke, va ye gelê Kurd li ser piyan e. Bi yêkitiya xwe, bi tifaqa xwe, bi tevgera xwe, bi pêşengên xwe li ser piyan e. Her bijî gelê Kurdistanê. Em ê teqez bi ser bikevin, ev berxwedana we dê teqez bigihîje armanca xwe.” 
 
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DÊ BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN TACÎDAR BIBE’
 
Bi domdarî Bayindir anî ziman ku bi rojan e li Êlih û Kurdistanê berxwedan heye û got ku gelê Kurd bajar kirine bajarên serkeftin û berxwedanê. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila desthilatdar baş bizanibin ku tu hêz nikarin pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, nikare pêşî li serkeftina gelê me bigire. Tîna azadiyê ji kevanê derketiye. Kes nikare bi paş de vegerîne, heya serkeftinê û azadiyê. Em silavên germ ji Kurdên Ewropayê re dişînin. Do bi dehhezaran Kurd ji Kolnê silavên şoreşgeriyê ji Batmanê re şandin, em jî silaveke germ ji Kurdistanê bişinîn Ewropayê. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn heya li çar aliyê dinyayê ji bo azadiya xwe têkoşîneke dîrokî dimeşîne. Ev azadî dê bi azadiya rêzdar Ocalan re tacîdar bibe. Ger li Kurdistanê aştî û çareseriyeke bi rûmet hebe ew jî dê bi rêbertiya Rêzdar Ocalan pêk were.” 
 
‘GELÊ KURD ÊDÎ BI LÎSTIKÊN WE NAXAPE’
 
Di berdewamê de Bayindir bal kişand ser nîqaşên îktîdarê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û ev tişt anî ziman: “Ger ku pêvajoyek hebe em dixwazin ji rêzdar Ocalan bibihîzin. Birêz Ocalan got tecrid berdewam dike. Heya tecrîd berdewam be ev pêvajo derew e. Bila gelê bi têkoşîna xwe bawer bibe. Pir Seyîd Riza digot; ‘Ez li hemberî hileyên we serî natewînim.’ Gelê Kurd edî bi hileyê wan dek û dolabên wan dizanin. Gelê Kurd êdî tu car nayê xapandin. Hûn çareseriyê dixwazin çareserî diyar e navnîşan jî rêzdar Ocalan e. Ji aliyek qeyûm tayînî ser îradeya gelê Kurd ji aliyê din tecridê berdewam bikin, ji aliyek dê operasyonên leşkerî û siyasî berdewam bikin. Ji aliyê din ve dibêjin em birayê hev in. Em birayê bêbextiyê nînin. Ger ku niyeta we ya biratiyê û aştiyê hebe navnîşana wê diyar e. Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan jî Îmrali ye.” 
 
‘EV SEDSAL SEDSALA KURDAN E’
 
Têkildarî tayînkirina qeyûman jî Bayindir ev bertek nîşan da: “AKP û MHP bi hovane qeyûman tayîî îradeya gelê kurd dikin. AKP û MHP qeyûmên Tirkiyeyê ne. Kurd ji bo çareseriyê amede ne. Kurd rê nadin bêbextiyê. Gelê Kurd azadiya Kurdistanê dixwazin. Em di sedsalek nû de ne. Ev sedsal sedsala gelê Kurd e. Ev berxwadan ev têkoşîn û tifaqê de li hemû dinyayê bela bibe, heya azadiyê berxwedan. An azadî an azadî.”
 

Sernavên din

12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SORH: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Ji Şandeya Îmraliyê ku hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re kir daxuyanî
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e