13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e

  • rojane
  • 11:26 3 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku civakîbûna aştiyê yek ji sedemên hebûna HDK’ê ye û wiha got: “Gelo ev tecrîd çawa dikare bê rakirin? Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî dikare çawa were azadkirin? Bersiva van pirsan, têkoşîna yekbûyî ya gelan e.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” 13’emîn Lijneya Giştî li dar dixe. Lijne, li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş tê li dar xist. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên HDK’ê tev li bûn. 
 
Li eywana lijne lê tê lidarxistin bi 6 zimanan flamayên bi nivîsên “Bi hêviyê, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilayistin. Lijne, bi axaftina destpêkê dest pê kir. 
 
Lijne, piştî diyarkirina dîwanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Beriya axaftinan, sînevîzyoneke têkildarî dîrok û têkoşîna HDK’ê hate pêşandan. 
 
‘DEMA HDK’Ê YE’
 
Piştre jî ji ewil Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek, ji ewil di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Çîçek, diyar kir ku şer û rageşiya li welêt û herêmê didome û ev tişt anî ziman: “Şoreşa Rojava, dikare weke parastina hebûna gelê kurd û azadiya wan were pênasekirin. Şoreş ne tenê parastina xwe, di heman demê de parastina azadiya xwe jî ye. Serdestiya ku pergala kapîtalîst heta niha li me ferz kiriye gelek tişt derxist holê. Dîroka azadiyê ya gelan nîşan da ku berxwedan bi tena serê xwe bes nîne û di heman demê de divê azadî hebe û ev azadî mayinde be. HDK di bernameya xwe de dibêje ku li hemberî du aliyan ‘ya rast ew e ku jiyaneke demokratîk komunal a bindestan dabîn bike.’ Serenavên ku dê di serdema nû de di vê çarçoveyê de bên nîqaşkirin jî derdikevin holê. Hewceye em rastiya HDK’ê biparêzin. Rastiya welêt û herêmê, girîngiya pêngava ‘Dema HDK’ê ye’ nîşanî me dide. Em di serdemeke ku sermaye û krîza cîhanê kûr dibe de ne. Serdest, li dijî vê rewşê bêwarbûn û xizaniyê li gelan ferz dikin. Çima em mecbûr in bibêjin ‘Dema HDK’ê ye.’ Tiştên li Filistîn û Kurdistanê diqewimin, nîşan dide ku gelên me bi xetereyan re rû bi rû ne. Tirkiye ji vê rewşê bêpar nîne.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Bi domdarî Çîçek bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîd di heman demê de li dijî yekitiya gelan e. Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma divê em di navbera gelan de pirekê ava bikin. Bi tena serê xwe berxwedan bes nake. Di komara sedsalî de em dibînin ku her tim berê gelan dane hev. Lewma divê em bibêjin ‘Dema HDK’ê ye.’ Em pirsgirêka kurd dibînin. Hinekan gotin ‘nermbûn’ û qeyûm tayînî Esenyurtê kirin. Gotin ‘pêvajoya çareseriyê’, bangawaziyên mîna heqaretê li Abdullah Ocalan kirin. Wisa xuya dike ku aştiya serdest qala wê dikin, rewşa wan a asayî ye. Ên ku her roj heqaretê li nirxên we dikin ma dê aştiyeke çawa ji wan bibe? Civakîbûna aştiyê, alîbûna aştiyê ya gelan, yek ji sedema hebûna HDK’ê ye. Rêberê gelan birêz Ocalan zêdetirî 20 sal in hewl dide pirsgirêka kurd çareser bike. Dema vê dike, her wiha li cihekî 12 metrekareyê deji bo hemû gelan çareseriyê peyda dike. Gelo tecrîd dikare çawa were rakirin? Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan çawa pêk bînin? Bersiva van pirsan, têkoşîna yekbûyî ya gelan e.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Di berdewama axaftina xwe de Çîçek wiha got: “HDK, di tifaqa dîrokî de girîng e. HDK, ji bo kesên li ser vê xakê têdikoşin bi qasî nan û avê lazim e. Heke polîtîkbûna civakê hêj armanca sereke be, wê demê em mecbûr in HDK’ê mezintir bikin. Li seranserî cîhanê ji derdorên cuda berxwedanên nûwaze hene. Divê em wan veguherînin hêz û têkoşîneke hevpar.” 
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî destnîşan kir ku li ser civakê zexteke giran heye. Demîr, diyar kir ku hegemonyayeke kûrewî li ser gelan heye û ev nirxandin kir: “Li her çar aliyên cîhanên berxwedanên cur bi cur hene. Lê dîtina hev a van derdoran tê paşxistin. Divê em van derdorên berxwedanê yan jî ên me karî xwe bigihînin wan bînin gel hev û mezin bikin. Lewma jî divê em vê yekê bi rêxistinî û bi aqilane bikin. Em spasiya gelên Kobanê dikin ku li dijî hêzên navneteweyî têkoşiyan û ev yek pêk anîn. Kobanê, ji bo gelên cîhanê hêviyeke. Ji ber vê jî divê mirov tu caran dev jê bernede û armanca me ew e ku di her şert û mercan de têbikoşin. Ez hemû jinên di vê pêvajoya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayin, hemû şoreşgeran bi bîr tînim. Dixwazim silavan li kesên digotin mafê gelan e û ji ber vê ev 8 sal in di zindanan de. Dixwazim spasiyên xwe ji Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re bişînim.”
 
 

Sernavên din

07/11/2024
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê