Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye

img

WAN - Dermanfiroş Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişînin.  

Biryara Têkildarî Guhertina di Biryara Derheqê Diyarkirina Bihayê Berhemên Beşerî Tibbî di 24’ê cotmeha 2024’an de di Rojnameya Fermî de hate weşandin û ji bo dermanan ji sedî 23.5 zem hate kirin. Hem welatiyan hem jî dermanfiroşan bertek nîşanî vê zemê dan. Dermanfiroş Hayrullah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û got: “Ya muhim ne zem lê peydakirina dermanan e.” 
 
PEYDAKIRINA DERMANAN PIRSGIRÊK E
 
Baransel, anî ziman ku divê zema ji bo bihayê dermanan hatiye kirin were nûkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo diyarkirina bihayê dermanan mekanîzmayeke heye û bihayê dermanan piranî li gorî Euroyê tê guhertin. Li gorî par îsal cara ewil biha hatin nûkirin û ji sedî 23 zem kirin. Em nizanin ka di demeke hîperenflasyon li Tirkiyeyê heyî de ev rêjeye dê pirsgirêkan çareser bike yan na. Li gorî me çareser nake. Zemên ji bo dermanan tên kirin, di navbera dewletê û fîrmayên dermanan de ye. Di navbera kur a dermanan a îro ya çendek meh piştre pir ferq heye. Weke mînak, lîreyê tirk li gorî par ji sedî 45 bêqîmettir bûye. Her ku Euro radibe, peydakirina dermanan jî zehmet dibe. Bi zemên dawî re biryardariya dermanifoşan a di peydakirina dermanan de ji sedî 4 kêm bûye.” 
 
‘POLÎTÎKAYA DIYARKIRINA BIHAYÊ TÊK ÇÛ’
 
Baransel, diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya diyarkirina bihayê dermanan têkçûye û wiha pê de çû: “Armanca esasî ya dermanfiroşan ew e ku dermanan peyda bikin û bikarin qelîteya dermanan bipirsin. Ev yek jî bi polîtîkayeke baş a peydakirina dermanan, hilberandina dermanên baş û bi pergala belavkirinê pêkan e. Tirkiye ji sedî 90 girêdayî derve ye û rewşa dovîz li pêşçav e. Lewma em mecbûr in pirsgirêkên wiha giran bibînin. Divê dewlet tevdîran bigire. Her ku diçe navbera kur a rast û kur a ji bo bihayên dermanan dixin meriyetê vedibe. Bi zemên dawî re kur a dê ji bo dermanan bikeve meriyetê derke ji sedî 21’ê. Lê em dizanin ku kur a rast gihaştiye ji sedî 40’ê. Ne pêkane ev pergal wiha bidome. Em tevek di peydakirina dermanan de zehmetiyan dikêşin.” 
 
Bi domdarî Baransel da zanîn ku ji sedî 92’yê molekul, derman anku tedawiyên nû yên nûjen ên li cîhanê nayên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka peydakirina dermanan didome. Pirsgirêka herî mezin ew e ku dermanên bijîşk dinivîsin nayên peydakirin. Ji sedî 90’ê endustriya dermanan a bi rûxset girêdayî derve ne. Ev yek rewşeke cidî ye û divê were çareserkirin. Aliyê herî girîng ê van pirsgirêkan jî ev e.” 
 
‘EM NIKARIN DERMANAN BISTÎNIN’
 
Ji welatiyan Kubra Dînler jî destnîşan kir ku ew êdî nikarin dermanan bikirin û wiha bertek nîşan da: “Hefteyek berê ji ber êşa diranê xwe çûm nexweşxaneyê. Ji bo min derman nivîsandin. Ez çûm cem dermanfiroş û tenê ji bo antîbiyotîkê ji min 200 lîre xwestin. Em êdî nikarin dermanan jî bistînin. Mirovên ku divê her roj dermanan bi kar bînin belkî jî qet nikarin bikirin. Niha heqê rêya min li gel min nîne vegerim mala xwe. Di vê rewşê de ez ê çawa dermanan bikirim.” 
 

Sernavên din

07/11/2024
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê