Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin

  • rojane
  • 10:05 2 Mijdar 2024
  • |
ÎZMÎR - Dayika Sezer Alan ê ku li Girtîgeha Îdirê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da Selma Karadereyê, behsa îşkenceyên li girtîgehê li kurê wê hatine kirin kir û got: “Ew xwe nakujin. Wan dikujin, didin kuştin û wekî xwe kuştibin nîşan didin." 
 
Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Îdirê ku tim bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, bi mirinên bi guman di rojevê de ye. Girtiyên edlî Sezer Alan, Serkan Kaya, Ercan Çakar û Adnan Karayigît ku ji sala 2022’yan û vir ve di heman girtîgehê de ne, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiyan piştî ji malbat û parêzerên xwe re qala îşkenceya ku gardiyan li girtîgehê li wan kirine kirin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Herî dawî Adnan Karayigît ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Îdirê di 28'ê Cotmehê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Karayigît ê 7 sal in girtî ye berê ji malbata xwe re gotibû, "Wê min li vir bikujin."
 
Selma Karadereyê ku di 20'ê Sibata 2022'yan de li Girtîgeha Îdirê bi kurê wê Sezer Alan di bin şert û mercên gumanbar de winda kir, li ser zêdebûna mirina bi guman a li heman girtîgehê axivî.
 
 
Dayik Selma Karadereyê diyar kir ku girtiyên edlî li Girtîgeha Îdirê bi zanebûn hatine qetilkirin. Karadereyê bi bîr xist ku kurê wê her tim ji aliyê gardiyanan ve rastî zextên derûnî û heqaretan hatiye û got ku piştî mirina bi guman a kurê wê, saziyên pêwendîdar ji bo ronîkirina bûyerê gav neavêtine.
 
'EV DER MAKÎNEYA ÎŞKENCEYÊ YE'
 
Karadereyê bilêv kir ku kurê wê beriya bimire telefonî wê kiriye û ragihandiye ku li girtîgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û got ku Alan jê re gotiye: "Ez nikarim lêgerîna tazî qebûl bikim." Karadereyê destnîşan kir ku lêgerîna tazî sûc e û got: “Lêgerîna tazî betal bikin. Mafê tu kesî tune ku bi namûs û serbilindiya kesekî din bilîze. Lêgerîna tazî bû sedema jiyana kurê min. Min hewl da ku dengê xwe bidim bihîstin lê min nekarî. Kurê min ji min re digot, 'Dayê, ev der ne girtîgeh e, wekî tu dizanî, ev makîneya îşkenceyê ye.' Sezer di telefonê de got, 'Eger tiştek bi min bê, doza mafên min bike.' Piştî axaftina bi wî re, roja din xebera mirina wî hat. Gardiyanan telefonî me kirin û gotin ‘serê we sax be' û telefonê girtin." 
 
Karadereyê anî ziman ku kurê wê xwe nekuştiye û got: “Tu delîlên mirina wî tune ne. Parêzeran destpêkê gelek hewl dan, lê doz hat girtin. Li ser awayê mirinê gumanên min ên mezin hene. Ez dixwazim sedema mirina kurê xwe bizanim. Bila dayik negirîn." 
 
'BILA BI DAWÎ BIBE'
 
Karadereyê got: “Bila hêsirên dayikan nebarin. Li girtiyên li girtîgehan binêrin û bipirsin 'pêdiviya wan çi ye?' Tê gotin ku wan xwe kuştiye. Na, xwe nekuştine. Ew tên kuştin, wan didin kuştin û wekî xwekuştibin nîşan didin. Divê em çavên xwe ji van mirinan re negirin. Divê em serî li cihên pêwîst bidin. Êdî divê li dijî kuştine ku wekî xwekuştinê tê nîşandan çareseriyek bê dîtin." 
 

Sernavên din

07/11/2024
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê