Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e

  • rojane
  • 09:52 2 Mijdar 2024
  • |
img

AMED – Ji roja ku gengeşeyên "pêvajoya nû" ku ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve di 2'yê Cotmehê de hatin destpêkirin, li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi sedan êriş hatin kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, 688 kes hatin binçavkirin, 26 kes hatin girtin û qeyûm tayinî şaredariyekê hat kirin.

 
Di ser gengeşeyên "di pirsgirêka kurd de pêvajoya nû" re ku di 2'yê Cotmehê de li Meclisê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi destê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan girt û merheba kir dest pê kirin, mehek derbas bû. Di vê demê de asat êrişan zêdetir bûn. 
 
Binpêkirinên li dijî kurdan û muxalifan ên ku di navbera 1 û 31’ê Cotmehê de ku gengeşeyên “pêvajoya nû” dest pê kirin,çêbûn bi vî rengî ne:
 
1 Cotmeh: Li navçeya Şirnex Hezex û Erziromê di serdegirtina malan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Erziromê Ramazan Karakaş jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li gundê Hespîst ê navçeya Hezexê de 4 kes hatin binçavkirin. Welatiya bi navê Sadiye Tekîn a hat binçavkirin hat girtin.
 
2 Cotmeh: Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulkadîr Kûday ê ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê girtî tevî hemû hewldanan nehat berdan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
 
 3 Cotmeh: Welatiyê bi navê Adem Purnek di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatibû destpêkirin de hat binçavkirin.
 
4 Cotmeh: Abdurrahman Gemîcîoglûyê 67 salî ku nexweşînên giran pê re hene, piştî ku 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, ew bi ambûlansê birin girtîgehê. Li Taxa Esenler a Çanakkaleyê danê sibehê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
 
 7 Cotmeh: Di çarçoveya lêpirsîna ku li Stenbolê hat destpêkirin de danê sibê di serdegirtina malan de endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Li Amedê hunermendên kurd Helîm Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin.
 
8 Cotmeh: Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisêbînyên Mêrdînê di serdegirtina malan de 22 kes hatin binçavkirin. Li Yukari Mahallesi ya navçeya Hezex a Şirnexê kesê bi navê Şahîn Ogûz di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hevşaredara Misircê ya Sêrtê Sadiye Aktin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Misircê Salîha Sak, Hevseroka DBP'ê Sûltan Yorûlmaz, Endama Meclisa Şaredariya Misircê Mehşare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl hatin binçavkirin.
 
 10 Cotmeh: Polîsan avêtin ser avahiya RêxistinaDEM Partiyê ya Îdirê. HevserokêÎdirê Mehmet Selçuk û 7 kes hatin binçavkirin. Hevserokê Îdirê yê DEM PArtiyêê Mehmet Selçûk, Salîha Agirî û kesekî ku navê wî nehat hînkirin hatin binçavkirin. Li navçeya Semsûrê Kolikê di serdegirtina malan de Hevserokê DEM Partiyê yê Kolikê Saît Dîlek jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. Li Êlihê di serdegirtina malan de 3 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin. Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz li Stenbolê hat binçavkirin. Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Çitaş hat binçavkirin. Hevserokê Navçeya Dîlokê ya Mezmaxor (Şahînbey) yê DEM Partiyê Mustafa Tûç, Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Mehmet Ozkan û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Mezmaxor Muslum Denîzhan hatin binçavkirin.
 
 11 Cotmeh: Li Amedê rêveberê DFG’ê Serhildan Andan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Vazîre Abdûlkerîm a 77 salî ku nexweşîna dil pê re heye gava bi hevjîna xwe re ket Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Şirnex Silopiya (Silopiya), hat binçavkirin.
 
14 Cotmeh: Li 36 bajaran di serdegirtina malan de 269 kes hatin binçavkirin. Çalakiya "azadî" ya ku di 13'ê Cotmehê de li Amedê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bi beşdariya bi hezaran kesî hat lidarxistin, wekî hinceta binçavkirinan hat nîşandan. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê leşkeran êrişî çalakiya "Şer na, aştî niha" kirin û dayikên aştiyê jî di nav de 3 rojnameger û 18 kes binçav kirin.
 
16 Cotmeh: Li Amedê di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de eşya hatin belavkirin. Hat diyarkirin kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin.
 
 19 Cotmeh: Girtiyê bi navê Serhat Temîzer, roja ku biryara berdana wî hat dayîn, li girtîgehê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
 
20 Cotmeh: Piştî qedexeya derketina derve ya li taxên Elfan û Barman ên gundewar ên navçeya Stewrê ya Mêrdînê, 4 kes hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Cendirmeyan.
 
 23 Cotmeh: Li Dêrsim, Bedlîs û Manîsayê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin.
 
  24 Cotmeh: Piştî êrişa li dijî TUSAŞ'ê ya li navçeya Kazan a Enqereyê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê êrişên hewayî hatin destpêkirin. Di êrişên ku nexweşxane û cihên sivîlan hedef girtin de zarok jî di nav de 27 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.
 
 25 Cotmehê: Mûhlîse Karaguzel a ji bo dermankirinê înfaza wê hat taloqkirin, bi daxwaza girtinê ya Serdozgeriya Mûşê li Amedê hat binçavkirin û girtin. Der barê serdegirtinên malan ên li gelek bajaran de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve daxuyanî hat dayîn. Wezîr Alî Yerlîkaya ragihand ku li 31 bajaran 176 kes hatine binçavkirin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz li salona dadgehê hat binçavkirin. Di heman rojê de li gelek navçeyên Stenbolê di serdegirtina malan de 38 kes hatin binçavkirin û 19 kes jî bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
 
 26 Cotmeh: Li bajaroka Ereban û gundên Dane, Delavê Kasrê yên navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ji bo 33 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
 
29 Cotmeh: Li Deşta Çemêkarê ya herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Leşkeran li qada operasyonê 24 şivan û koçer binçav kirin. Piştre jî 5 kes hatin binçavkirin. Hejmara binçavkiriyan derket 29'an.
 
30 Cotmeh: Li navenda Şirnexê û bajarokên Dêrgûl û Cizîrê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de polîsan Abdulkerîm Uzen û hemû malbata wî derb kirin.  Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya piştî cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, li navenda tenduristiyê ya ku ji bo dermankirinê çûbûyê hat binçavkirin û paşê hat girtin.
 
* Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi "Lihevkirina Bajêr" ji Partiya Gel a Komarê (CHP) hatibû hilbijartin û solîsta Koma Hevrayê Zeynep Dogan jî di nav de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Li şûna Ozer ku piştî hat binçavkirin, qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hat kirin.
 
31 Cotmeh: Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hat kirin. Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt li Dêrsimê hat binçavkirin.
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

07/11/2024
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê