Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!

  • rojane
  • 09:36 1 Mijdar 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Di îdianameyên ku der barê her 3 rojnamevanên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin amadekirin de, xebatên rojnamevaniyê sûc hatine hesibandin. Ji bo nûçeyên ekolojiyê yên rojnamevan Tolga Guney hatiye gotin ku li gor daxuyaniyên "Komîsyona Ekolojiyê ya KCK'ê" hatine çêkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat kirin de nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Tolga Guney, Delal Akyuz, nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkarê çapemeniyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Fûnda Akbûlût di 13'ê Sibatê de bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Der barê rojnamegerên ku di 16'ê Sibatê de sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin Aydin, Guney, Akyuz û Akbûlût de biryara cezayê hepsa malê û der barê Başakçioglû û Tûranê de jî biryara hefteyê 2 caran îmzedayîn hat dayîn. Piştî lêpirsîna 8 mehan der barê Cîhan Başakçîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn. Îdianameya der barê Fûnda Akbûlûtê de hat amadekirin û ji Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Îzmîrê re hat şandin. Dadgehê îdianameya AKbûlûtê ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Îzmîrê re şand. 
 
WÊ HEPSA MALÊ BIDOME
 
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîna der barê rojnameger Semra Tûran, Tolga Guney û Melîke Aydinê de temam kir. Serdozgeriyê îdianameyê bi "endamtiya rêxistinê" amade kir û şand Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Îzmîrê. Dadgehê duh îdianameyê qebûl kir. Di îdianameyên ku cuda hatin amadekirin de, danişîna dozê wekî 10 Sibatê hat diyarkirin. Dadgeha ku îdianameyê qebûl kir, daxwaza rakirina biryara hepsa malê û kontrola edlî bi hinceta "delîl nehatine komkirin" red kir. 
 
Di îdianameyan de hat îdiakirin ku rojnamevan "endamên rêxistinê" ne. Dozger îdianameyan spart beyanên şahida eşkere Bûse Aydin û îtirafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî yê bi koda "K8Ç4B3LIT5". Ji ber ku îdianame bi rêbaza kopîkirinê hatine amadekirin, paşnavê îtirafkar Umît Akbiyik wekî "Dîkbayir" hatiye dubarekirin. 
 
Di îdianameyan de ku di 5 rûpelên ewil de avabûn, dîrok û armanca PKK’ê hatiye ravekirin, bi îfadeyên şahidên eşkere û veşartî û îtîrafkar hewl hatiye dayîn ku têkilî di navbera rojnamegeran û PKK’ê de bê danîn. Di îdianameyan de têkiliya nûçeyên rojnamegeran ên der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinan, ekolojî û siyasetê de bi "endamtiya rêxistinê" re hatiye danîn. Di îdianameyê de, gera rojnamegeran û hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re cih girtine û ev wekî sûc hatine hesibandin. 
 
Di îdianameyê de şahidê/a bi koda "K8Ç4B3LIT5" ji bo rojnamevan Tûranê gotiye girêdayî "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê ye". Di îdianameyê de gelek nûçe yên der barê Newrozê û jinan û tundiya li ser jinan de wekî "xebatên rêxistinê" hatine lîrovekirin û sûc hatine hesibandin. 
 
Her wiha di îdianameyê de qeydên Tûranê yên bi çavkaniyên nûçeyan re jî cih girtine. Hevdîtina wê ya telefonê ya têkildarî birîna darên li Daristana Akbelenê ya bi çavkaniya nûçeyê re û ya bi karkerên Seraya Agrobayê re wekî delîlên sûc hatine nirxandin. 
 
Her wiha dozger li gor beyanên şahidê/a veşarî ya bi koda "K8Ç4B3LIT5" tevgeriyaye û îdia kiriye ku nûçeya der barê kana keviran a hat xwestin li Zozana Kozak a BErgama Îzmîrê bê çêkirin û nûçeyên der barê madena zêran a li Bergamayê de jî li gor daxuyaniyên Komîsyona Ekolojiyê ya KCK'ê hatine çêkirin. 
 
Di îdianameya der barê rojnamevan Melîke Aydinê de jî hatiye îdiakirin ku bi fermana "rêxistinê" nûçe çêkirine. 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî