DEM Partiyê li dijî qeyûm banga têkoşînê kir: Dem dema yekitiyê ye

  • rojane
  • 15:17 31 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û wiha got: “Dem dema wê ye ku em li dijî qeyûm bibin yek. Dem dema wê ye ku em bi hev re daxwaza demokrasî û aştiya civakî bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku piştî girtina Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî hat lidarxistin, li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê daxuyanî da. 
 
Hatîmogûllari, got ku ew rejîma qeyûm pir baş nas dikin û wiha got: “Ji ber ku ev rejîma qeyûm li bajarên kurdan û li dijî hilbijêrên kurd û kesên demokrasîxwaz hat cîbicîkirin. Qeyûman ji ewil li şaredariyên HDP’ê staj kirin û piştre jî lki zanîngeh û kargehan jî hatin tayînkirin. Diviya li dijî qeyûmên ewil bertekeke xurt bihata nîşandan. Me hêj wê demê gotibû ku dê ev qeyûm li bajarên rojavayên Tirkiyeyê jî bên ceribandin. Vaye em mafdar derketin.”
 
‘TEHEMÛLA LIHEVKIRINA BAJAR NEKIRIN’ 
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Şaredariya Esenyurtê ku mezintirîn navçeya Tirkiyeyê ye, bi rêbaza Lihevkirina Bajar hate bidestxistin. Ji bo Tirkiyeyê bûbû modêla şaredarvaniyê. Îktîdarê bi darbeya li dijî xelkê Esenyurtê re bêtehemûliya xwe ya li hemberî Lihevkirina Bajar nîşan daye. Qeyûm, rejîmeke darbeyê ye. Qeyûm, xespkirina îradeya gel e. Binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, rejîma dijdemokratîk e, derhiqûqtî ye. Tiştên îro li dijî şaredar Ahmet Ozer hatine kirin, li dijî îradeya xelkê Esenyurtê hatine kirin. 
 
Sindoq, îradeya gel e. Dîsa li dijî îradeya gel operasyon li dar xistin. Em duh jî li dijî van operasyonan û zîhniyetê têkoşiyan, dê îro jî têbikoşin. Ji bo me tu wateya yên operasyon kirin û qeyûmê hatiye tayînkirin tune ye. 
 
AHMET OZER RÛMETA CIVAKÊ YE
 
Ahmet Ozer rûmeta civakê ye. Akademîsyen, zanyar û şaredareke ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin. Kesekî wiha bi îdiayên vala û îdianameyeke bêbingeh hate binçavkirin û girtin. Îradeya ku ev operasyon kirî jî îradeya li Enqere û qesrê ye. Qesr, şaredariyên ku nikare bi dest bixe hewl dide bi rêya qeyûman xesp bike. 
 
JI BO RANTÊ QEYÛM TAÎN KIRIN
 
Heke li şûna kesên hatine hilbijartin qeyûm bên tayînkirin, navê vê rejîmê rejîma otorîter e. Zîhniyeta qeyûmperest, bi mentiqa rantê nêz dibe. Ji bo ranta li vir qeyûm tayîn kirin. Çavkaniyên şaredariyê mîna xizînyetê pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Lewma qeyûm tayîn kirin. Dê têkoşîna me ya li dijî rejîma qeyûm bidome. Yên qaşo destê ‘aştiya navxweyî’ dirêj dikn, bi operasyona li dijî Şaredariya Esenyurtê re derbe li aştiyê kirin. 
 
DEMA YEKITIYÊ YE
 
Gelên me yên hêja; ji bo ku sibe dusibe dîsa li şaredariyên cuda qeyûm neyên tayînkirin, divê em bibin yek. Dem dema yekitiyê ye, dem dema wê ye ku em bi hev re û bi awayekî xurt daxwaza demokrasî û aştiya civakî bikin. 
 
ME NEXŞRÊYA XWE NÎQAŞ KIR
 
Dema me agahî bihîstî, me biryar da ku MYK’a xwe li Stenbolê bicivînin. Me civîna xwe li dar xist. Ji bo li dijî qeyûm em aştiya civakî biparêzin û nexşerêya xwe diyar bikin em civiyan. Em ê niha jî ji bo dîsa ji qeyûm re bibêjin na dê ber bi qadê ve bimeşin.”  
 
 

Sernavên din

04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî