Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?

  • rojane
  • 09:00 14 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Nameya ku girtî Cîhan Alkan beriya 4 salan şandibû nû gihişt muxatabê xwe. Balkêşe ku tiştên di nameya beriya 4 sal û nîvan hatiye nivîsandin de hêj jî di rojevê de ne. 
 
Tecrîd û rewşa agahînegirtinê ya mûtleq a li girtîgehan berdewam dike. Binpêkirinên mafan ku girtî dixwazin bi nameyan bigihînin malbat û xizmên xwe ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin. Name an piştî çend salan digihin malbatan an jî tên veşartin û ji holê tên rakirin. Yek ji wan nameyan jî ya Cîhan Alkan ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtine. Nameya ku Alkan di 16’ê çileya 2020’an de ji nivîskar û rojnamevan Huseyîn Aykoll re şandibû tam piştî 4 sal û nîvan di 11’ê tîrmeha 2024’an de gihişt cihê xwe. Lê name bi hinceta “bifikare” radestî Aykol nehate kirin. Piştî ku têkildarî biryarê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) gilî hate kirin, biryara “binpêkirina maf” hate dayîn û biryara “bifikare” hate betalkirin. 
 
‘TIŞTEKÎ KU GUHERÎBE NÎNE’
 
Tiştên di nameya piştî 4 sal û nîvan gihişt cihê xwe de hatine nivîsîn ji aliyê pirsgirêkên li girtîgehan û li welat diqewimin ve tiştên ku hêj di rojevê de ne. Alkan, di nameya xwe de bersiv negirtina daxwaznameyên xwe yên têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijîn bi gotina “Wekî ku em keviran diavêjin binê bîreke bê binî.” Alkan derheqê pirsgirêkên di mijara peydakirina rojnameya Yenî Yaşamê ku aboneyên wê bûn de wiha gotiye: “Tu lê dinêrî rojnameyên hefteyekê, deh rojan bi komî tînin. Pêkanîneke ecêb e.”
 
‘EM Ê NIKARIBIN DAN Û STENDINÊ BIKIN’ 
 
Alkan, ê di nameya xwe de dibêje “Di van navberan de nameyên me ‘gelek caran’ winda dibin lê berpirsyar kî ye nizanim” pirsgirêkên din ên dijîn wiha rêz kirine: “Pêdiviya ava germ nayê bicihanîn. Tu bêjî bihayên kantînê gelek zêde ne! Di televizyonan de dibêje ku enflasyon salane ji sedî 11 e lê li vir heftane bûye ji sedî 30. Her hefte bi awayekî rûtîn zem heye. Wiha biçe em ê nikaribin dan û stendinê bikin. Wekî din em bi pêkanîneke ku demekî dirêje pê re rûbirû nemane re rû bi rû man. Polîsan cilên cendermeyan li xwe kirin û tev li lêgerînê bûn. Ev yek ne hiqûqî ye. Çima tê kirin, em nizanin. Pirsgirêkeke me ya din jî windabûna daxwaznameyên me û bersiv nedayîna daxwaznameyên me. Hewa sar e. Ji bo vê derfetê me yê ku em zêde sporê bikin nîne. Ji xwe xebatên civakî û sportîf  bi hinceta ‘hejmar zêde ye’ kêm tên kirin. Bi hatina biharê dibe ku derfetê kirina sporê pêk bîne.”
Xisûseke din a balkêş jî ew e ku nameya Alkan a piştî 4 sal û nîvan bi awayekî biteahud radestî xwediyê wê hatiye kirin bi bihayê niha 81 lîre jê hatiye girtin. Alkan ê ji Aykol ê nameya xwe jê re şandî di demekî kurt de bersiv wergirt, vê carê di 26’ê îlona 2024’an ji ajansa me re nameyek şand. Alkan ê bi gotina “Hemû pirsgirêkên ku min di wê nameyê de nivîsîne hêj berdewam dikin” dest bi nameya xwe kir, bi lêv kir ku tiştên ku di nameya beriya 4 sal û nîvan hatiye nivîsandin de hêj jî di rojevê de ne. 
 
‘HEMA BÊJE EM DI QAWIŞA REVÎRÊ DE NE’ 
 
Alkan, da zanîn ku bi 14 kesan re di heman qawişê de ye û bi lêv kir ku gelek ji wan pîr û astengdar in û girtiyên “ciwan” ên hejmara wan kêm jî bi nexweşiyan re têdikoşin. Alkan di nameya xwe de ev rewş bi gotina “Hema bêje em di qawişa revîrê d ene” penase kir. 
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA NAVA DEV
 
Alkan, bal kişand ser pirsgirêkên hevalên xwe yên li cem xwe û wiha domand: “Hevalê me Mehmet Paksoy ê 3 sal in dîroka berdana wî ya bişert tejî bûye hêj jî bi heman hincetan tê ragirtin. Hevalê me Kadîr Kûrnaz bi mehane li ser tiliya piyê xwe ya ‘şikestina wê biguman e’ dimeşe. Ji bo ku lêgerîna nava dev qebûl nekir, nebirin nexweşxaneyê û ji ber li dijî lêgerînê derket jî mehekê cezayê hevdîtinê danê.”
 
Alkan, ê di nameya xwe ya beriya niha de balê dikişîne ser sînorkirina mafên sporê , diyar dike ku tevî çend sal bi ser re derbasbûne jî tiştekî ku biguhere nîne û ev tişt gotin: “Em nikarin ji qursekê, aktîvîteyeke çandinî û hunerî sûdê bigirin. Ev daxwazên me yên bi vî warî de bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin redkirin. Ji daxwaza me ya dawî re bersiv jî nehate dayîn.”
 
‘MIROVÊ DI GIRTÎGEHÊ DE DIVÊ LI BER XWE BIDE’ 
 
Alkan ê got ku “Dema min her du nameyên xwe dan berhev tabloya piştî 4 sal û nîvan xwe bi xwe derdikeve holê” anî ziman ku li aliyê wan tiştekî nû nîne. Alkan, diyar kir ku bûyerên rojane yên di televizyon û rojnameyan de derdikevin dişopînin û ev peyam da: “Mirov pirsgirêkên xwe bi xwe ji bîr dike. Dema mirov tiştên li zarokên keç ên biçûk, pitikan, jinan tên kirin, birçîtî û xizaniyê, daristanên tên şewitandin û bajarên mezin ên tên hilweşandin dibîne, dibêje ku kevir jî bibarin ‘divê mirovê di girtîgehê de li ber xwe bide’. Em ê tevî her tiştî jî li ber xwe bidin.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin