ŞIRNEX - 2 zarokên ku li navçeya Hezexê diçûn kursa quranê winda bûbûn, hatin dîtin. 
	Li navçeya Hezex a Şirnexê zarokên bi navê  Enes Arûz (14) û Enes Duzgun (15) ku diçûn Qursa Quranê ya Şêx Ehmede Xanî di 7'ê cotmehê winda bibûn. Zarokên ku 3 roj bûn winda bûn hatin dîtin. Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku her du zarokên winda bûbûn bi sax û silematî hatine dîtin. 
	 Li gel dîtina zarokan Midûriyeta Polîsan a Hezexê bang li malbatan kirin ku biçin midûriyetê. 
