Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin

  • rojane
  • 19:24 19 Tîrmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga çandiniyê de axivî û wiha got: "Desthilatdarî û DEDAŞ zilm û zordestiyê li cotkar û xelkê me dike. Divê em li dijî zilma DEDAŞ'ê û şerê desthilatdariyê wek Kawayê Hesinkar li ber xwe bidin û têbikoşin. Çimkî êdî xelk ji destê vê desthilatdariyê nikare debara xwe bike. Edalet û azadî tune ye." 
 
Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Nan û Edaletê" de "Mîtînga Çandiniyê" li dar dixe. Mitîng li Qada Otogarê hat lidarxistin dest pê kir. Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Welatiyên tev li mitîngê bûn beriya bername dest pê bike li ber muzîkê govendê gerandin.
 
DI DOWÎZAN PEYAM DAN 
 
Welatiyan dowîzên bi nivîsên, "Vejîn li axê hatiye, ax keda destê me ye", “Heke hilberîn tune be dê pêşeroj jî tune be!", "Dest dirêjî keda min, axa min, ava min neke", "Xelk çû hîvê em li pey ceyranê ne",  “Mesrefê zewacê biha ye, genim erzan e" hildan û peyama xwe eşkere dan raya giştî. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û dirûşmên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" sloganları atıldı. 
  
 'KEDA ME TUNE TÊ HESIBANDIN’ 
 
Navê beşdarên mitîngê hat xwendin. Şukran Aktaş li ser navê jinên cotkar derket ser dike û got: “Em ê xwêdana cotkaran li erdê nehêlin. Rojane 13-14 saet li vir tê qutkirin. Ev 20 sal in em vî derdî dikişînin. Em her tim behsa wekheviyê dikin, lê wekhevî nayê herêma me. Ji ber qutkirina ceyranê keda me tune tê hesibandin.” 
 
‘DIZÊN ESIL HÛN IN’ 
 
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey jî axivî û dewlet û desthilatdarî ji bo cotkaran tiştekî nake û got: “DEDAŞ’ê êdî cotkarên me bêzar kiriye. Cotkarên me bi pereyên xwe trafoyên xwe dikirin, lê DEDAŞ tê radike û dibe. Ji me re dibêjin dizek. Dizên esil hûn in. Hûn keda vî gelî didizin. Ev pirsgirêk a hemû Tirkiyeyê ye. Em heqê xwe helal nakin.” 
 
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr jî wiha got: “Em ê destûr nedin polîtîkayên qirêj. Em ê xwedî li axa xwe derkevin.” 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derket ser dikê û xîtabî gel kir. 
 
Bakirhan bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir. 
 
Axaftina Bakirhan wiha ye: 
 
“Qoser warê têkoşîn û berxwedanê ye. Ji ber ku ez li warê leheng û berxwedanê li pêşberî we me kêfxweş im. Hûn bi xêr hatin û bi ser çavên me re hatin. 
 
WELAT BIRINE BER HILWEŞANDINÊ 
 
Polîtîkaya aboriyê ya vê desthilatdariyê welat biriye ber hilweşînê. Aborî tune ye. Her kes bi pirsgirêka debarê re rû bi rû ye. Teqawid nikarin debara xwe bikin, xebatkar nikarin bi meaşên asgarî xwe xwedî bikin. Li her derî betalî heye. Demokrasî, azadî, aştî tune ye. Ziman û çanda kurdan qedexe ye û dijminatiyê li ser kurdan dikin. Hê jî zimanê me wek zimanê nayê zanîn dihesibînin. 
 
HER KES LI EDALETÊ DIGERE
 
Bi sedan hevalên me girtî ne. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokkan’ û bi sedan heval û hogirên din niha di hepsan de ne. Heke em kurteya vî 22 salan vebêjin; nan tune, kar tune, demokrasi û azadî tune. Baş e sedemê vê tabloyê kî ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe ye. Ev nan û keda me didizin û xwe li ser keda me zengîn dikin. Çima em dibêjin Nan û Edalet. Ji ber ku xelkê me feqîr kirin û hewcedarî bi nan heye. Çimkî edalet li vî welatî tine ye. Her kes li edaletê digere. Belê ev dijminê nan û keda me ne. 
 
XELK NIKARE DEBARA XWE BIKE 
 
Bi salane kurd û netew û baweriyên din li edaletê digerin û dibêjin wekhevî, bo vê têdikoşin. Lê ne di xema desthilatdariyê de ye. Bi zilm û zordestiyê dixwazin gelê kurd û gelên din bêdeng bikin. Nan, edalet û azadî tune ye, ev efendî radibin Tirkiyeyê welatê herî şanaz nîşan didin. Xelkê me li ser vê axa me ya Mezopotamyayê ya herî bi xêr û ber nikare debara xwe bike. Xelkê Qoserê nikare debara xwe bike. Edalet û nan tune ye, ji me re dibêjin ji vê re şikir bikin. Cotkarên me birçî dihêlin û feqîr dikin. Piştevaniya ji bo dikandar û cotkarên me tune ye. Ji bo hilberandinê tu bernameyek vê desthildatdariyê tune ye. Tenê rant di plan û bîra wan de heye. 
 
Ev desthilatdarî ne desthilatdariya ji bo cotkaran e. Ji bo xwe li ser pêya bihêle, desthilatdariyê dike. Cotkar nikarin lîtereyek mazot û kîloyek gubreyê bikirin. Dixwazin cotkar û xelkê me birçî û feqîr bihêlin. Em ê li dijî vê desthilatdariya ku dixwaze we feqîr bihêle, têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin. Em ê vê desthilatdariya ku li ser vê axê top avêtiye biqewirînin. 
 
HETA KU MESELEYA KURD ÇARESER NEBE…
 
Zîhniyeta vê desthilatdariyê sewlakarî û cotkariyê qedandiye. Li dijî axa kurdan şer dikin û ev şer dibe sedemê ku çandinî û her tişt biqede. Her roj zozan û mêrgên welatê me qedexe dikin. Gund qedexekirî ne. Xelkê me nikare biçe li gundên xwe sewalkarî û çandiniyê bike. Divê destpêkê de meseleya kurd were çareserkirin. Heta ku meseleya kurd neyê çareserkirin, wê cotkarên me nikaribin hilberînin û xwe li ser pêya bigirin. Lewma em ê xwedî li nan û keda xwe derkevin û ji şer û pevçûnan re bêjin na. Em ê ji vê zihniyet û feraseta ku kurdan tune dihesibîne û terkî mirinê dike re bêjin na û li dijî wê têbikoşin. 
 
DEDAŞ DEHAQ BE, KURD JÎ KAWA NE
 
Divê gelê me yê Mêrdînê ji vê terora DEDAŞ’ê xelas bibe. Divê em li dijî vê zilma DEDAŞ’ê têbikoşin. DEDAŞ bûye DEHAQ. Dehaq demekî canê kurda dixwar. DEDAŞ jî lewma bûye DEHAQ. Avdaniya cotkaran asteng dike. Her roj ceyranê qut dike. Ji bo em vê terora DEDAŞ’ê biqedînin divê kurd jî wek Kawa têbikoşin. Li dijî terora DEDAŞ’ê û şerê desthilatdariyê ji bilî berxwedanê tu rêyek me din tine ye.” 
 
 

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû