Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 16:08 20 Gulan 2024
  • |

STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ku çûn serdana Selahattîn Demîrtaş, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîna hevpar dan.  

Piştî eşkerekirina biryarên Doza Kobanê, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku 42 sal ceza lê hatibû birîn.  Piştî serdanê bi beşdariya gelek kesan li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
 
Tulay Hatimogullari diyar kir ku cezayên giran li kesên di têkoşîna yekbûyî de israr dikin hatiye birin û destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke komplo û tolhildaneke siyasî ye. Hatîmogûllarî got: “Li Tirkiyeyê, li şoreşgerên çep û sosyalîst ên bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de ne û di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rêbazên demokratîk û aştiyane israr dikin û têkoşîna yekbûyî ya demokratîk diparêzin, cezayên giran hatiye birin. Ez careke din diyar dikim ku dema me serdana her du hevserokên xwe kir, me dît ku moralê wan gelekî bilind e."
 
Hatimogullari diyar kir ku rewşa Demirtaş baş bûye û dozê bi sekneke baş dahûrandiye û wiha got: "Rêzdar Selahattin Demirtaş wekî duh îro jî bi heman helwest û motîvasyonê ye. Vê biryarê bi qasî serê derziyê jî nikaribûye bi hevrêyên me Figen û Selahattîn paş de gav biavêje." 
 
Hatîmogûllariyê wiha domand: "Hemû hevalên me yên hatin cezakirin û hemû hevalên me yên parastin kirin bi awayekî bi rûmet gotin ku 'Darizîna Kobanê Doza Kumpasê ye.' Yên di Doza Kobanê de ev biryar girtin, bila zanibin ku ji bo DAIŞ’ê û zîhniyeta wê tevgeriyane. Bi vê hişmendiyê hevalên me bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin. Îro em dixwazin li vir vê peyamê bidin; Hevserokên me Demîrtaş û Yuksekdag vê peyam dan hemû Tirkiyeyê; 'Em di hundir de bi coş in, em silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînin. Yên li derve jî bi dengekî bilind peyam dan ku divê ji têkoşîna demokrasiyê ya herî biçûk jî paşve gav neavêjin û bi hev re bin.' Dixwazim careke din bibêjim ku hêja Selahattin Demirtaş îro bi hestên xwe yên herî jidil hemû silav û hezkirinên xwe ji we, xebatkarên çapemeniyê û hemû gelên Tirkiyeyê re ragihandin. Pir baş bûn, xwedî moraleke bilind bûn. Têkoşîna me ya hevpar heta ku em wan kelûpelên hesin ên li derve û yên li hundir, wan dîwarên sar, wan dîwarên ku ji bo mebestên siyasî hatine çêkirin hilweşînin wê bidome.”
 
‘EM VÎ CEZAYÎ NAS NAKIN'
 
Paşê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî got: "Helbet gava mirov dibêje Kobanê, berxwedan tê bîra mirov. Ev têkoşîn û berxwedan li hemberî kê ye? Em behsa têkoşîneke hevpar a kurd, ereb û gelen Tirkiyeyê ya li hemebrî DAIŞ'ê dikin. Serketineke hevpar bi dest xistin. Diviyabû ev serketin li Tirkiyeyê bihata pîrozkirin, lê mixabin wê veguherandin amûreke darazê. Wer xuya ye têkçûyîna DAIŞê hin kesana ciz kiriye. Li Rojhilata Navîna zadiya jinê hin kesan nerihet kiriye. Ên wê demê piştgirî dan gelê Kobanê, bi dozeke kumpasê hatin darizandin û cezakirin. Beriya ehr tiştî em dibêjin, em vî cezayî nas nakin. Kurd, kedkar, jin û gelen Tirkiyeyê wê vî cezayî nas nekin." 
 
Bakirhan û Hatîmogllariyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîan hevpar dan.  
 
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê pirsen rojnamevanan bersivandin. 
 
 
 
 

Sernavên din

20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?