Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike

  • rojane
  • 15:23 20 Gulan 2024
  • |

AMED - Siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata yên ji Doza Kobanê tehliye bûn li avahiya DEM Partiya Amedê bi gel re hatin ba hev. Siyasetmedar axivîn û gotin: "Heger em tecrîda li derve têk bibin em ê ya li Îmraliyê jî têk bibin."

Siyasetmedarên Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata yên ji Doza Kobanê tehliye bûn li avahiya DEM Partiyê ya Amedê bi gel re hatin ba hev û xelk li vir serdana wan dike. Rêveberên partiyê siyasetmedaran pêşwazî kirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Her sê jinên siyasetmedar hevdu hembêz kirin û gotin ku ew dîsa li gel hev in. 
 
Dema siyasetmedar ketin avahiyê gelek welatî jî hatin. Li vir Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekin axivî û got: "Ew ê têkoşîna me heta derketina hemû hevalên me dewam bike."
 
Paşê jî her sê siyasetmedar axivîn. 
 
Siyasetmedar Gultan Kişanak da zanîn hatina wan a gel hevdu gelekî xweş e û got: "Em ê hatina gel hev hîn zêde bikin. Em li vir 3 heval in lê belê aqilê me dilê me hestên me bi hevalên me re ne. Em dixwazin her kes bextewar bin."
 
'LI SER NAVÊ BÊHIQÛQIYÊ HER TIŞT HAT KIRIN' 
 
Kişanak da zanîn di 8 salên dawî de li ser navê bêhiqûqiyê her tişt hat kirin û wiha got: "Dozên kumpasê yên siyasî hatin vekirin. Me got em rehîneyên siyasî ne. Ev yek wiha nameşe. Ji bo aboriya vî welatî baş bibe û ji bo îtîbara qada navneteweyî divê ev polîtîka bi dawî bibin. Em ê deriyên girtîgehan vekin û em ê hemû rehîneyên siyasî derxin."
 
'WEXTA EM TECRÎDA LI DERVE TÊK BIBIN EM Ê YA LI GIRTÎGEHAN JÎ TÊK BIBIN' 
 
Kişanak da zanîn divê pirsgirêkên welêt ne bi girtîgehan bi rê û rêbazên rast û demokratîk bên çareserkirin û got: “Kesên ev 30 sal in di girtîgehan de ne û tehliye nebûne hene. Bi darizandina ne adîl tên girtin. Yek ji navenda tecrîda giran Îmrali ye. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li her derê welêt belav bûye. Wexta em tecrîda li derve têk bibin em ê ya li girtîgehan jî têk bibin."
 
'BERDEWAMKIRINA BI POLÎTÎKAYÊN ŞER NE PÊKAN E’ 
 
Kişanak da zanîn divê meseleya kurd bi awayekî aştiyene, demokratîk bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Berdewamiya rêwitiya bi polîtîkayên şer ne pêkan e. Ez difikirim ku ji bo başiyeke hevpar serdema avakirineke hevpar hatiye. Em tehliye bûn lê belê ji bo azadiyê rêyeke me ya cidî heye. Ez kesên li derve piştgirî dan girtîgehan silav dikim. Derve jî veguheriye girtîgeheke mezin. Em rêhevalên xwe yên li girtîgehan silav dikin. Em van deriyan bi hev re vekin."
 
'EM TENÊ DIKARIN BI HEV RE AZAD BIBIN’ 
 
Piştre Sebahat Tuncel axivî û da zanîn wê silavên  hevalên li girtîgehê aniye û wiha got: “Em tehliye bûn lê belê em nikarin behsa azadiyeke rast bikin. Em encax bi hev re azad bibin. Dema em meseleya kurd çareser bikin em ê azad bibin. Em tiştên tê xwestin di doza kumpasê ya Kobanê de bê kirin teşhir bikin. AKP-MHP-Ergenekonê li dijî DAÎŞ'ê sosyalîst, kurd ceza kir. Em vê encamê nas nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin."
 
'PIŞTEVANIYA LI GIRTÎGEHAN JÎ TÊ CEZAKIRIN’ 
 
Tuncel navên girtiyên ji Doza Kobanê nehatin tehliyekirin yek bi yek jimart û da zanîn bi hezaran kes di girtîgehan de ne û wiha got: "Ev ne tenê pirsgirêka malbatn e. Piştevaniya li girtîgehan jî tê cezakirin. Azadî maf e û girtina vî mafî sûc e. Bi sedan hevalên me hene ku infaza wan tevî qediyaye jî di girtîgehan de tên ragirtin. Ev nayê qebûlkirin. Em sepanên faşîzmê, tundî û zextê qebûl nakin. "
 
'EM DIKARIN VÎ WELATÎ BIGIHÎNIN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ’ 
 
Tuncel diyar kir ku li cîhanê tecrîd wek sûcê mirovahiyê tê dîtin û wiha berdewam kir: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê mehkûmî tarîtiyê dikin. Aştî, demokrasî û azadî li Îmraliyê hatiye kilitkirin. Sepandinê li vir tên kirin belavî li her derê bûye. Ji bo bi rakirina tecrîda giran a li hemberî Birêz Ocalan divê reyek bê vekirin û ev yek girîng e. Me di televîzyonan de pîrozbahiyên Newrozê temaşe kir. Her kes aştiyê daxwaz dike. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ya sereke hilweşandina pergala tecrîda Îmraliyê ye. Doza Gezî û Doza Kobanê heye. Pêvajoya ku her du jî diqewimin heman pêvajo ye. Yek li Tirkiyeyê û yê din li eniya Kurdistanê ye. Xwişk û biratiya van her duyan têkelî hev wê bi kêrî me hemûyan bê. Ev her du doz ne meseleya Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay û Osman Kavala ye. Pêwîste ev xwişk û biratiya Gezî û Kobanê pêş bikeve. Em bi hev re dikarin vî welatî bigihînin aştî û demokrasiyê.
 
'DIVÊ EM BI HEV RE RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Tuncel bal kişand ser "Plana Têkbirinê" ya sala 2014'an ku biryara wê hat girtin û di sala 2015’an de ket meriyete û wiha axivî: “Ji aliyekî kurd hatin girtin, ji aliyekî bêdeng û bê ziman hiştin. Bi rejîma qeyûman jî vîna gel xesp kirin. Di sala 2024’an de ev siyaseta AKP’ê têk çû. Ji ber ku kurdan di sindoqan de, li kolanan û li salonên dadgehê li ber xwe dan. Tirkiye xistin nav tarîtiyeke wiha. AKP îro di rewşa xwe ya herî qels de ye. Guhertina rengê nexşeyê daxwaza edalet û aştiyê ye li welat e. Divê em vê bi hev re rêxistin bikin. Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, rewşenbîr, jin, tevgera ekolojiyê û her kesên ji aliyê vê pergalê ve tên tunehesibandin û bindestkirin bên cem hev. Ma ew hevgirtinê wek sûc dibînin, em ê bi hevgirtinê re bibin cihê ku heq dike? Şer û pevçûn li ber deriyê me ye. Li Rojhilata Navîn pêşketin hene. Hevgirtina bi Gelê Kurd re bi qasî hevgirtina gelên bindest ên Filistînê girîng e. Em dikarin bi hatina gel hev û bi rêxistinbûyîna hemû pirsgirêkên xwe yên girtîgehê û civakî çareser bikin, aştî û demokrasiyê ava bikin.”
 
'EM Ê LI QADAN PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Herî dawiyê Ayla Akat Ada axivî û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Li derve ev mijar dibe ku wisa hêsan xuya bike lê belê ji bo girtiyan ne wisa ye. Ji bo girtiyên li ber xwe didin, divê her kesê xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Nahêlin ku parêzer û malbat bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Bi van sepandinan aştiyê dîl digirin. Me li girtîgehê bi hev re biryar girt. Em ê di çalakiyan de li qadan dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwe mezin bikin. Li Girtîgeha Sîncanê girtiyên ku divê bên tehliyekirin hene, lê ji hêla Lîjneya Şopondina Îdarî ve tehliyekirin tê astengkirin. Di sala 1997’an de min dest bi têkoşîna mafên mirovan kir û ez vê demê ciwan bûm. Li Tirkiyeyê di sala 2013'yan de qanûna înfazê bi TMK'ê re cuda bû, lê niha rewşeke ku vê derbas dike heye. Lîjneya Şopandina Îdarî niha tehliyeyan asteng dike û hevalên me tên cezakirin.
 
100 SAL IN EM TÊN DARIZANDIN 
 
Ji bo têkbirîna tecrîda li Îmraliyê wê têkoşîna hiqûqê bidome Heta îro gelek bedelên mezin hatin dayîn, em ê niha bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Doza Kumpasê ya Kobanê, dozeke tolhildanê ya pêvajoya çareseriyê bû. Biryara ku derbarê me de hat dayîn nîşaneya vê yekê ye. Me dît ku têkoşîna çareseriya demokratîk hat darizandin. Di piştperdeya dozê de neçareserkirin heye. Lê belê em dibêjîn bi çareseriyê jiyan heye û em ê bijîn. Ji Dadgehên Îstîklalê, heta DGM’iyan û di 100 salên dawiyê yên Komarê de, dadgehên taybet darizandina me dike. Heke em bi dadgehên taybet tên darizandin dê rojek ew jî bên darizandin. Heke me ceza girtibe dê ew jî ceza bigirin. Li vir têkiliya baweriyê nîne. Heza me heye ku kê bê îktîdarê jî em dikarin çareseriya demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşînê bidomînin. Ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajoya 9 salan gelek wext daye mirovan ku bifikirin."
 
'ME HÊZ JI GELÊ XWE GIRT’ 
 
Akat destnîşan kir ku heta ku demokrasî pêk neyê, pirsgirêka aborî û şîdetê nayê çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez kurd im, Kurdistanî me. Ez Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye. Tevgera Jinên Kurd tu carî nasekîne û ji ber vê sedemê jî fikr û raman her zindî dimîne. Xwezî me bi rojan 5 hevokan rave nekira. Ger ku ev yek di wateya destûrî de neyê qebûlkirin, weke kurdek e Tirkiyeyê, eger em hîna ji bo gotina 'Kurdistan, çareseriya demokratîk' tên darizandin, eger em bi gotina 'Tevgera Jinên Kurd a ku ez afirandim heye, hêza herî dînamîk e', tên darizandin em li vir in. Em tên girtin û pişre tên berdan, em azadiya qismî dijîn, lê pêvajoyên ku em dijîn sexte ye. Hevalên me yên beriya min hatin girtin û hatin berdan hene. Erka me ye ku em dawî li vê pêvajoyê, vê xeletiyê bînin. Me hêza herî mezin ji gelê xwe, ji dayikên xwe girt. Me biryardariya têkoşînê ya gelê xwe esas girt."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadi” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
Siyasetmedar wê heta sibê li avahiya partiyê li benda serdana mêvanên xwe bin. 
 

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû