ENQERE - Danişîna biryarê ya Doza Kobanê dest pê kir. 16 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn. Şandeyê navber da danişînê.
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Kursiyên ku li eywana danişînê ji parêzeran re hatin veqetandin bi temamî tejî bûn.
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛN
Piştî tespîta nasnameyan evraqên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Girtiyên siyasî Alp Altinors û Îsmaîl Şengul tev li danişînê bûn. Alî Urkut, Gunay Kûbîlay, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbeci, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş tev li danişînê nebûn.
PARASTINA TÊKILDARÎ PARASTINÊ DE
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol parastin kir. Ozbîngol, anî ziman ku derqanûntiyên di pêvajoyên lêpirsîn û teqîbatê yên di dozê de hêj didomin. Ozbîngol, got ku dadgeh hewl dide dîmeneke ku darizandin hatibe kirin ava bike. Ozbîngol, da zanîn ku ji destpêka darizandinê heta niha ji mafê parastinê heta yê darizandina adilane, hemû rêgezên darizandinê hatine binpêkirin. Ozbîngol, wiha dom kir: “Di hemMû qonaxan de hemû îtîraz û daxwazên me hatin redkirin.
Ji destpêka dozê heta dawiyê bi bisînorkirina dema parastinan re mafê darizandina adilane hate binpêkirin. Mafê parastinê di çarçoveya darizandina adilane de hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de yek ji mafên herî girîng e ku hatiye parastin. Lê di Doza Kobanê de ku weke ‘Doza Kompasê ya Kobanê’ tê pênasekirin, dadgeha we bi eşkereyî hemû rêgezên darizandinê binpê kirin.
Ji destpêka darizandinê heta niha;
* Dadgeheke ku tenê ji bo darizandina dosyaya me hatiye avakirin, hemû bandor û peywirên cemaweriyê tune hatin hesibandin, bi rayeyên taybet hatin peywirdarkirin û darizandin bî vî awayî hate kirin. Bi avakirina dadgeheke taybet re ev dadgeh xizmetê ji siyasetê re dike. Em di ferqa vê de ne û ev rewşa derhiqûqî bi destê dadgeha we û bi bandorên siyasî hatiye avakirin. Di pêvajoya darizandinê de şande ji ber têkiliyên sûc hate guherandin lê helwest qet neguherî. Ev yek nîşan dide ku dosyaya me bi darizandineke taybet tê birêvebirin.
* Periyodên darizandinê wisa hatin amadekirin ku miwekîl nekarin xwe biparêzin û amade bikin. Îtîrazên li dijî vê jî hatine redkirin.
* Rê li ber parêzeran hate girtin ku bi awayekî bibandor tev li dosyayan bibin. Bi vê yekê re mafê darizandina adilane hate binpêkirin. Di serdemên erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de jî tevî mexdûriyetên me û miwekîlên me jiyayîn jî darizandin domiyan û hemû mewzûatên neteweyî û navneteweyî hatin binpêkirin. Tevî hukmên eşkere yên têkildarî betlaneyên edlî de jî, danişîn hatin domandin.
* Di dosyayê de bi deh hezaran dokumanter hene, nivîsên SEGBÎS’ê, zabitên danişînan û hwd. hene. Lê di demeke maqûl de li UYAP’ê nehatin barkirin. Salnameyeke ku xizmetê ji pêvajoyên siyasî re dike kete meriyetê. Ev yek weke hûrgiliyeke ne girîng hate destgirtin.
* Hemû daxwaz û îtîrazên me yên têkildarî usûl û esasê bi awayekî sîstematîk hatin redkirin.
* Pêdiviyên têkildarî esasê û rêgezên darizandinê hatin binpêkirin.
* Hêj parastinên miwekîlan neqediyayîn li îfadeyên gilîker û şahidan hatiye guhdarîkirin. Li gel ku hêj gelek kesan darizandina wan dest pê nekiribû yan jî qismî hatibû kirin jî, şandeya dadgehê biisrar dest bi nirxandina delîlan kiriye, li gilîker û şahidan guhdarî kir û li dijî hukmên qanûna hejmar 5271’ê tevgeriya.
* Dema darizandin didomiya, têkiliya serokê şandeya dadgehê Bahtiyar Çolak a bi rêxistineke derqanûnû re hat tespîtkirin lê dadgeha we ev rewş bi îzahetên nerast veşart. Piştî rewş eşkere bûyî jî ji peywirê hate girtin.
* Şandeya ku dadgerên têkiliyên wan ên sûc hebûn jî di nav de îdianame amade kir û hate qebûlkirin. Îtîrazên li dijî vê îdianameyê jî hatin redkirin. Dosya bi heman awayî hate dewrgirtin û heman helwest domiya. Di vê mijarê de dadgeha we yek nirxandin jî nekir û îtîraz red kir.
* Ji destpêka dozê ve hemû derdorên mudaxil û gilîkeran yek bi yek gotin ku derveyî daxwaza xwe hatine tevlikirin. Lê tevî vê jî gilîker derveyî îradeya xwe bi senaryoyekê li dosyaya me hatine zêdekirin. Yek ji wan jî miwekîlên me berpirsyar nedîtine û giliyê wan nekiriye.
* Yek ji kesên weke mexdûr li dosyayê hatine zêdekirin û lê hatiye guhdarîkirin, giliyê miwekîlên me nekiriye.
* Saziyên dewletê midaxilî dosyaya me hatin kirin. Serokatiya Diyanetê bi pênaseyên derhiqûqî û derexlaqî zimanê nebaş, xerabî û yê ku kîn û nefretê di navbera gel de belav dike bi kar anî. Ev daxilkirin, bi eşkereyî ewlehiya darizandinê xistiye xetereyê.
* Wezareta Karên Hundir ku peywira wan ew e ku ji bo teqîbateke bêalî û bibandor tevbigere jî midaxilî dosyayê hatiye kirin.
* Ji destpêka darizandinê ve xwestin bi rêya şahidên nepen encamekî bi dest bixin. Lê hemû îfadeyên şahidên nepen û eşkere bi pirsan vala hatine derxistin. Bi vê yekê re derket holê ku tu aliyekî qanûnî yê dosyayê tune ye.
* Dadgeha we şahidên ku pir eşkere ji bo xelaskirina wan soz jê re hatine dayîn û wêneyeke ku ne li gorî jiyana asayî, ji hêla dadgeha we ve pêşkeşî me hatiye kirin. Ev bêusûltiya di dema amadehiyê de, piştre ji hêla şandeya we ve jî hatiye domandin. Teşhîs, rêbaz û usûlên di qanûnê de bi eşkereyî hatine diyarkirin hatine binpêkirin. Rûyê wan hatiye zoomkirin, rengên cil û bergan hatine diyarkirin û hewldane weke ku teşhîs hatibe kirin nîşan bidin. Di her qonaxê de jî ev weke sedema domandina rewşa girtî hatiye nîşandan.
* Di rewşeke ku bêusûlî li holê de li şahidên nepen bêyî parêzer hebin lê hate guhdarîkirin. Dadgehê bi veşarî lê guhdarî kir, hewl da delîlan kom bike û tevî îtîrazên me jî dadgehê dev ji vê helwesta xwe bernedaye. Heta mafê me yê pirskirina pirsan a ji şahidan jî hate astengkirin.
* Tevî vê helwesta dadgehê jî îfadeyên her şahidekî nepen ji hev cuda bûn. Tevî eşkere bû ku gotinên deraqilî ne jî weke hinceta domandina rewşa girtî hatin nîşandan.
* Hinek siyasetmedar ji dosyayên cuda dihatin darizandin û beraet hatibû dayîn lê ev dosya jî li dosyayê hatin zêdekrin û weke hinceta domandina rewşa girtî hate nîşandan.
* Di pêvajoya parastinê de hêzên ewlekariyê mudaxileyên dikevin çarçoveya binpêkirina mafê parastinê kirin. Tevî nexweşiya wê jî biisrar li parastina Aysel Tugluk hate guhdarîkirin, Alî Urkut ku nexweşiyên wî yên cidî hene nehate berdan.
* Li gel van bêusûliyan, hemû daxwazên redî hakim jî bêyî hincetek were nîşandan hatine redkrin.
* Dosyayên miwekîlên me bi dehan klasor derbas kiriye, di her danişînê de bi sedan ewraq lê hatine zêdekirin, heta demekî dirêj danişîn 2 hefteyan dom kirin û herî zêde 2 hefte navber hebûn, lewma miwekîlên me di tevahiya rojan de li nezaret û eywananan man, di şertên pandemiyê di dema vegerê de ji mafên xwe bûne û pêvajoya girtinê veguheriye îşkenceyê. Hêj rapirsîna miwekîlan xelas nebûbûn ku mutalaa hate amadekirin û siyasiyan li qadan ev weke amûr bi kar anîn.
* Miwekîlên me bi sûcên di qanûna hejmar 5237’an de cih digirin hatin tawanbarkirin û bi hezaran salan cezayê hefsê jê re tê xwestin. Di vê rewşê de dozger ji hemû derfetên dewletê sûdê digire lê miwekîlên me xwedî tu derfetan nînin. Ev yek jî bi eşkereyî binpêkirina wekheviya çekan e.
* Bi veşarî guhdarîkirina şahidan û delîlan re amadekariya parastinê hate astengkirin.
* Di DMME’yê de mafê bersûc heye ku jê re derfet bên dayîn û bi awayekî guncav ji bo parastina xwe delîl û bingehan peyda bike. Lê ji destpêkê ve dadgeha we ev maf bi keyfî asteng kir.
* Ji ber ku girtekên hincetên domandina rewşa girtî nedihatin teblîxkirin, derfet nebû ku miwekîl û parêzer îtîrazê bikin. Vê jî mafê îtîrazê ji holê rakir.
* Sînorê dema girtinê ya herî zêde bi awayekî keyfî hatiye derbaskirin û veguheriye amûrekî cezakirinê. Tevî îtîrazên me jî dagdehê mîkrofên me girtiye û mafekî taybet ê hiqûqî binpê kiriye.
* Azadî û ewlehiya kes di destûra bingehîn de hatiye misogerkirin. Lê dadgeha we ji destpêkê ve vî mafê binpê dike.
* Dadgeha we biryarên DMME’yê yên di 20’ê mijdara 2018’an û 22’yê kanûna 2020’an ên têkildarî Demîrtaş û Yuksekdag jî tune hesiband û doza kompasê ya Kobanê ku 8 salan didome weke dosyayeke şerm û fihêtiyê di dîrokê de cih girt.
* Hemû xebatên siyasî yên miwekîlan weke sûc hatine dîtin.
* Bêguman dê biryara di vê dozê de biryareke siyasî be. Bêguman em dizanin rewdeyek heye ku hewl dide ji vê biryarê rantê bixwe.”
Piştre jî Ozbîngol peyama Sebahat Tuncel ku dixwest di dadgehê de bê xwendin xwend.
DAXWAZA TEHLIYEYÊ
Parêzer Faîk Ozgur Erol jî xwest ku ji bo lêkolînkirina ewraqên kêm îro biryar neyê dayîn û miwekîlên wan bên tehliyekirin.
DAXWAZA DEMÊ HATE REDKIRIN
Parêzerê Ayla Akat Ata jî xwest ji bo têkildarî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin îfadeyê bide dem xwest. Daxwaz hate redkirin. Dadgehê got ku dê biryara têkildarî tehliyeyê bi hukm re bê dayîn.
ALTINORS: BANGA DAKETINA KOLANAN MAFEKÎ DEMOKRATÎK E
Siyasetmedarê girtî Alp Altinors di parastina xwe de got ku dê hîmê siyaseta Tirkiyeyê bi biryara di vê dozê de bê danîn. Altinors, ew bedela qirkirina DAIŞ’ê nekarî bike didin. Altinors, got ku twîta hatiye avêtin li dijî qirkirinê hatiye avêtin û banga daketina kolanan jî mafekî demokratîk e Altinors piştre jî 5 xal destnîşan kir.
Altan Tan jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, tawanbariyên heyî red kir, xwest şertê kontrola edlî bê rakirin û got ku tu bangawaziyên tundiyê nehatine kirin.
Siyasetmedar Gunay Kubîlay jî got ku ji bo tweeteke 3 rêzikan 300 rûpel parastin kiriye.
'TU SÛC AYDÊ ME NÎNE’
Beyza Ustun û Îsmaîl Şengul jî Doza Kobanê doza tunekirina çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de ye. Her wiha destnîşankirin ku sûcên pê tên tawanbarkirin tu jê aydê wan nînin.
Şandeya dadgehê heta saet 14.30’an navbera da dadgehê.