RIHA - Karê zehmet ê karkerên çandiniyê yên demsalî dest pê kir. Xeyalên zarokên ku 6 mehan li nav zeviyan derbas dikin ji destê wan tê girtin. Jin jî di bin barê giran ê rola ku ji wan re hatiye diyarkirin de diperçiqin.
Li Rihayê ligel mehên nîsan û gulanê heyama xebatê dest pê kir. Ligel vê yekê koça karkerên çandiniyê yên demsalî jî dest pê kir. Karkerên ku her sal ji malên xwe koçî bajarên çend kîlometreyan ji wan dûr dikin, di konên nelihev de têkoşîna jiyanê didin. Zeviyên ku ji 7 salî heta 70 salî hemû malbat lê dixebitin û ji bo zarokên biçûk dibin “qadên lîstikê” ji bo zarokên xwendekarên dibistana seretayî jî dibin “qadên xebatê”.
Karkerên çandiniyê yên sêweregî ku xwe weke “karkerên pîvazan” bi nav dikin, piştî ku palehiya ewil a pîvazan li Edeneyê kirin, derbasî Taxa Cendelî ya navçeya Wêranşar a Rihayê bûn. Piştî meheke din jî dê ber bi Çorûmê ve bi rê bikevin. Piştî ku palehiya pîvazan a li vir biqede dê vegerin û rêwîtiya xwe di meha mijdarê de bi dawî bikin.
JI 9 TÛRIKÊN PÎVAZAN RE 490 LÎRE YEWMIYE
Karkerên ku her sal heman tiştî dijîn, karê wan dibe serê tûrikî. Karkerên ku par serê 14 tûrikên pîvazan 440 lîre pere digirtin îsal serê 9 tûrikan dê 490 lîreyan pere bigirin. Lê mezinahiya tûrikan ji 25 kîloyan derxistin 35 kîloyan. Li zeviyên ku jin, ciwan, pîr û zarok lê dixebitin, ne girîng e ku torbeyên ku di dawiya rojê de danin ser terazuyê çawa hatine dagirtin an jî kê dagirtî ne. Di mesaiya ku ji saet 06.00’an heta 19.00’an berdewam dike de ewilî pîvaz ji zeviyan tên komkirin, tên kezaxtin paqijkirin û pişt re têxin tûrikan. Piştî mesaiye jî bi servîsan rêya konên ku lê dijîn digirin. Karker, tevî şertên demsalê yên zehmet jî 6 mehên xwe bi nan û zik di van şertên zor û zehmet de derbas dikin.
‘6 MEH LI NAV ZEVIYÊ DERBAS DIBIN’
Osman Guley ê 55 salî ku nêzî 10 sal in karkeriya çandiniyê ya demsalî dike, tiştên jiyane û çima bûye karkerê çandiniyê yê demsalî bi van gotinan vegot: “Em ji meha nîsanê heta mehên cotmeh û mijdarê her tim li nav zeviyan e. Me ji ber birçîtiyê dest bi vî karî kir. Ji ber ku li bajarê me kar nîne û heke me ev yek nekiribûya em da birçî bimînin. Beriya 10 salan ji bo karê tekstîlê bajar bi bajar digeriyam. Jiyana me ya li gund gelekî baş bû. Lê ji ber derfetên kar nebûn herkesê koç kir. Li gundê ku 300 mal lê hebûn niha 20-30 mal mane. Em ji bo birçî nemînin koçber bûn. Em bi 4 zarok û hevjîna xwe re li nav zeviyê ne. Zarokekî min 14 salî ye û niha xwendekarê lîseyê ye. Ji ber dixwîne jî tena serê xwe li malê dimîne.
Guley, destnîşan kir ku tevahiya rojê li hemberî 9 tûrikên pîvazan 490 lîre digirin û anî ziman ku pereyên qezenc dikin encax têra pêdiviyên wan ên bingehîn dike. Guley, bi lêv kir ku ji ber temenê wî mezin e êdî zehmetiyê dikişîne û wiha domand: “Yekane tişta ku ez ji bo jiyana me ya niha bêjim rezîltî ye. Lê em neçarin li ber xwe bidin. Ji ber ku tu çareya me ya din nîne. Em li konan dijîn. Carna ji ber baranê av dikeve konan, ba konan radike. Em bi sergunan avê dikelînin û serê xwe dişon. Jiyana me wiha derbas dibe.”
HEMÛ MALBAT LI NAV ZEVIYÊ DIXEBITE
Mûstafa Korak ê 51 salî yê 13 sal in li nav zeviyên pîvazan dixebite, ji yewmiyeyên ji bo îsal hatine diyarkirin gazin kirin. Korak, anî ziman ku hejmara tûrikan hatiye kêmkirin lê tûrik mezinkirine û ev tişt gotin: “Îsal em ê çi bikin nizanin. Di asayî de divê Wezareta Çandiniyê yewmiyeyan diyar bike lê dema gotubehs dibin em nediyariyek heye. Alîgirên me nînin. Ji ber di palehiya li Edeneyê pîvaz kufikî bûn me nekarî rast û dirûst bixebitin. Dema gundê me yê li Sêweregê di sala 1978’an de ji aliyê axayî ve hate desteserkirin me xwe li navçeyê dît. Ji ber yên me tapo ew nedizanîn haya wan ji îskanê çênebûye. Ji ber dewletê jî tenezul nekiriye ku îskanê bide gund ji bo axa dimîne. Piştî ku axa jî karên xwe li Enqereyê çareser kir, em hatin navenda navçeyê. Ev feqîrî ji wir tê. Ji ber wê em niha jiyaneke koçberiyê dijîn. Em hemû malbat niha li zeviyê ne. Zaroka min a zanîngehê jî dixwîne bi me re li zeviyê dixebite hem jî ji paqijiyê heta xwarinê di her karî de alîkariya me dike. Ji dibistana seretayî heta lîseyê kî li malê hebe li zeviyê ye. Hevjîna min hem bi me re li zeviyê dixebite hem jî ji paqijiyê heta xwarinê li her karî dinêre. Ev zilm e. Lê em neçar in ku bixebitin.”
REWŞA JINAN
Hediye Çay a 35 salî jî bi 6 zarokên xwe yên temenê wan di navbera 2 û 13 salî de ne û hevjînê xwe re li zeviya pîvazan têkoşîna jiyanê dide. Çay, da zanîn ku piştî palehiya li Edeneyê hatine Wêranşarê û bi lêv kir ku ji ber li gundê wan av nebû koçî navenda Sêweregê kirine, ji ber bêkariyê jî dest bi karê karkeriya çandiniyê kirine. Çay, diyar kir ku bi malbata xwe ya ji 8 kesan pêk tê li kon dimînin û got: “Nava kon ax e, dibe herî û sar e. Em tevahiya malbatê li zeviyê ne. Zarok û pîr ferq nake, ji bo me ya girîng dagirtina tûrikan e. 6 mehan koç dikin 6 mehan li malê ne. Em 3 bajaran digerin û wiha pîvazan kom dikin.”
ZAROKÊN KU XEYALÊN WAN JI DESTÊ WAN TÊN WERGIRTIN
Zarokên ku di destê wan de meqesên mezin û li zeviyan pîvazan dikezêxin, rûyekî din ê karkeriya çandiniyê ya demsalî ye. Şiyar Çay ê 13 salî beriya 5 salan dest bi komkirina pîvazan kiriye. Çay, anî ziman ku bi hemû ferdên malbatê re bi rê ketine û dest bi xebatê kirine û got: “Mezinê malbatê ez im. Ez rojê 150 kîlo pîvazan kom dikim. Em 6 mehan li zeviya ne. Dema êvarî kar diqede ez bi hevalên xwe re dilîzim.” Çay, anî ziman ku saleke naçe dibistanê û dê di meha mijdarê de vegerin malên xwe û bi lêv kir ku ji bo pêşerojê xeyaleke wî nîne.
Asmîn Toprak a 15 salî ku di 8 saliya xwe dest bi xebata li zeviyê kiriye jî vegot ku zarokatiya wê li zeviyan derbas bûye. Toprak, a 13 saetan li zeviyê derbas dike wiha axivî: “Zehmetiya herî mezin a vî karî meqes e. Dema dikezêxim destên min gelek diêşin. Pişt re em tûrikan dadigirin û didûrin. Em li konan dijîn. Em di konekê de 2 malbat dijîn. Dema li vir kar qediya em dora konan paqij dikin, firaqan dişon, xwarin çêdikin û erdê radixînin. Tişteke ji bo pêşerojê bibêjim ‘xeyala min e’ nîne.”
MA / Ceylan Şahînlî