Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofê di cîhanê de navdar Edgar Morîn diyar kir ku ew heyranê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dozeke mafdar e. Divê em ji bo gelê kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan têbikoşin.”
 
Fîlozof û ramangerê navdar ê Fransî yê 103 salî Edgar Morin, ku ji salên 1950'î û vir ve yek ji kesayetên herî navdar ên sosyolojiyê ye, têkildarî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. 
 
Edgar Morin, destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêka gelê Kurd ya ku îro tê jîn de encama polîtîkayên ku hêzên bi serkêşiya ingilîz û fransiyan di dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî de pêk hatiye û ji bo têgihiştina şerên ku îro li gelek navendan pêk tên de ev tişt anî ziman, “Tişta yekemîn a ku divê bê kirin ew e ku girêdana jeopolîtîk û dîrokî ya pevçûnan sazkirinên wan bi cih kirine. Weke mînak, gelê kurd piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî bi awayekî keyfî ji aliyê ingilîzan û fransiyan ve li netew-dewletan hat dabeşkirin. Di encama van polîtîkayan de gelê kurd xwe di nava neteweyên cuda de, ji Tirkiyeyê heta Îranê parçekirî dît û ji mafê xwe yê netewebûnê bêpar ma. Bi ser de jî, dabeşkirina Împaratoriya Osmanî li ser neteweyên etnîkî yên newekhev li Ewropa û Asyayê bû sedema şerên gelek mezin. Yûgoslavya, piştre Kosova ya li Ewropayê û şerên li Rojhilata Navîn di encama sînorên netew-dewlet ên wê rojê hatine xêzkirin de bi pêş ketin.”
 
'NEBÛNA ÇARESERIYÊN AŞTIYANE ŞERAN KÛRTIR DIKE'
 
Civaknasê navdar Edgar Morin, da xuyakirin ku sedemên herî mezin ên şerên bi vî rengî yên giran ên îro, nebûna çareseriyên aştiyane ne û wiha domand: “Nebûna çareseriyên aştiyane, xeteriyên şer jî di nav de xeteriya belavbûn û mezinbûna şeran bi xwe re tîne. Hin ji gelê kurd karîbûn herêmeke xweser biparêzin û xwe biparêzin; lê yên din hîn di bin zilma hêzên mîna Tirkiye û Îranê de hebûna xwe dewam dikin.”
 
Edgar Morin, anî ziman ku zêdebûna polîtîkayên populîst û serokên li cîhanê di şeran de roleke girîng lîstiye û wiha lê zêde kir: “Li tevahiya parzemînan paşketinek giştî heye. Krîza cîhanî ya demokrasiyê û pêşketina rejîmên neo-otorîter bi amûrên kontrolkirina şexs bi kompûteran re, dibe sedem ku polîtîkayên populîst û serokên wê pêş bixe.”
 
'PÊWÎSTIYA ME BI CIVÎNEKE NAVNETEWEYÎ HEYE'
 
Edgar Morin, nêzîkatiya hêzên rojavayî ya li şerê li Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nirxand û wiha pê de çû: “Hêzên rojavayî ti carî pêdiviyên neteweyî yên gelê kurd li ber çavan negirtin. Li dijî vê yekê, di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li gorî berjewendiyên xwe destek dan gelê kurd ê li Sûriyeyê.”
 
Morin, bersiva pirsa me ya têkildarê PKK’ê ku têkoşîna azadiya gelê kurd dimeşîne, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve di lîsteya ‘rêxistina terorê’ de tê ragirtin jî ev tişt anî ziman, “Têgeha terorîst, ji bo vegotina berxwedana li dijî hêmaneke zordariyê her tim bi rengekî nerast hatiye bikaranîn. Ev helwest xizmetê ji aştiyê re nake. Divê şert û mercên civîneke navneteweyî ji bo başkirina rewşa Rojhilata Navîn ku di nav de gelê kurd û filistîn jî heye bê pêkanîn. Lê em ji perspektîfeke wiha dûr in.”
 
'ROJAVA MÎNAK NÎŞAN DIDE'
 
Fîlozof û civaknasê fransî Edgar Morin, bal kişand ser girîngiya hebûna sîstema ekolojîk a demokratîk û azadiya jinê ya li Rojava hatiye avakirin a ku ji paradîgmayên Abdullah Ocalan îlham wergirtiye û anî ziman ku ev sîstem ji bo civakên li guherîn û veguherînê digerin ezmûneke girîng e. Edgar Morin, got, “Tecrûbeya Rojava mînak e û ji bo ku guhertinên tê xwestin pêk werin divê hê berfirehtir bên naskirin û li her derî were belavkirin.”
 
Edgar Morin, bal kişand ser girîngiya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em ji bo gelê kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan dest ji têkoşîn û pêngava xwe bernedin. Hêzên ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd dikarîbûn bikevin nava tevgerê, gelekî qels û ji hev belav in. Ji bo mudaxaleyeke navneteweyî ya li dijî gelê kurd pêk were, divê li cîhanê tevgereke demokratîk pêk were. Di vê wateyê de zextên navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê, ji bo Abdullah Ocalan dikarin bi bandor bin.”
 
'MIN JI BO GELÊ KURD TÊKOŞÎN DA Û EZ Ê VÊ YEKÊ DEWAM BIKIM'
 
Ramangerê navdar Edgar Morin, da xuyakirin ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her qadê were destekkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nêrîna min zelal e. Ez heyranî têkoşîna gelê kurd im. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dozeke mafdar e û min li ser navê wan têkoşîn kir û ez ê vê yekê dewam bikim. Lê belê ji bo gelê kurd ji zaliman rizgar bibe, pêwîste konjonktura dîrokî biguhere. Ya girîng divê ev rastî û têkoşîna gelê Kurd neyê jibîrkirin.”
 
EDGAR MORIN KÎ YE?
 
Edgar Morin ê di sala 1921'an de li Parîsê ji dayik bû, weke fîlozof û civaknasekî navdar ê cîhanê tê naskirin. Edgar Morin ku di dema şerê navxweyî yê Îspanyayê de di eniya dij-faşîst de cih girt, piştre di sala 1942'an di dema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de tevli têkoşîna li dijî dagirkeriya Almanyayê ya li ser Fransayê dibe. Edgar Morin, di ciwaniya xwe de çalakvanekî komunîst bû û di sala 1951’ê de ji Partiya Komunîst a Fransayê vediqete.
 
Prof. Edgar Morin ku bi ramanên xwe yên ji salên 1950'î û vir ve li Fransayê û piştre jî li gelemperiya cîhanê bûye yek fîgurên nayên guherîn ên sosyolojiyê, di nava fîlozof û ramangerên herî girîng ên sedsalê de tê dîtin. Edgar Morin salên dirêj dîrektoriya Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) kir.
 

Sernavên din

00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e