Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin

ŞIRNEX- Girtiya siyasî Esma Ayaz a ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja hatiye girtin û vir ve di nava her berxwedana zindanan de cihê xwe girtî ye. Ayaz a niha di çalakiya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî de ye, di axaftina telefonê ya dawî ya bi malbata xwe re de wiha got: “Hûn jî li ber xwe bidin.”
 
Di encama polîtîkayên şer ên dewletê û israra di polîtîkayên ewlekariya taybet ên li Tirkiye û Kurdistanê de, bi dehan siyasetmedarên kurd û ciwanên kurd hatin binçavkirin û girtin. Ji dîrokê heta niha girtîgeh ji bo gelê kurd bûne qadên berxwedanê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşînên mezin hatine dayîn û di oxira vê de bedelên giran jî hatine dayin. Girtîgeh di her serdemê de ji dayîna têkoşînê re pêşengtiyê dikin. Girtiyên ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27’ê mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger çalakî dabûn destpêkirin, ragihandin ku di roja 163’yan (4’ê nîsanê) de çalakiya wan derbasî qonaxeke nû bûye û çalakiya wan bi boykotkirina hevdîtinên bi malbatan re, axaftina bi telefonê re û çûyîna dadgehê didome.
 
Esma Ayaz (46) a ku di sala 1999’an de li Sêrtê hate binçavkirin û girtin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê lê hate birîn. Ayaz a 25 sal in girtî ye bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiyê de ye. Malbata Ayazê ji 4’ê Nîsanê ve ji keça xwe agahiyê nagirtin. Dayik Emîne Ayaz ji ber nexweşiyên xwe 7 sal in nikare keça xwe bibîne. Bav Ferhat Ayaz jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê 15 sal in nikare biçe hevdîtinê. 
 
EV 25 SALIN DI NAV ÇAR DIWARAN DE DI NAVA BERXWEDANÊ DE YE
 
Dayika Ayazê Emîne Ayaz, diyar kir ku keça wê bi salane ku di girtîgehê ji bo çareseriyeke mayinde li ber xwe dide û wiha axivî: “Ev du meh in em ti agahî ji wan nagirin. Rihek di destê wan de maye ew jî li ber xwe didin. Ev 4 car in ku dikevin greva birçîbûnê. Lê belê kesek dengê wan nabihîze. Divê ku êdî ev dewlete li ser bisekine, dinya li ser vê mijarê bisekine. Em dixwazin ku aşitiyek çêbibe. Heta kengî dê wisa be? Em jî doza zarokên xwe dikin. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin û ev tecrîde bi dawî bibe. Kesek ti agahiyê ji Ocalan nastîne. Divê ku êdî gel xwe bêdeng neke û divê ku herkes bibêje, 'êdî bes e' kesek girîngiyê nade van çalakiyan. Daxwazên wan daxwazên me ne. Em heta dawiyê li pey doza wan in û piştevaniyê didin wan. Heta ku ji me bê em pey dewsa zarokên xwe ne. Ev ne çalakiyeke hêsan e. Ev 7 sal in min keça xwe neditiye. Keça min di her çalakiyan de jî cihê xwe digire û emrê xwe di girtîgehê de derbas kir. Bavê wê nexweş e û nikarim biçim hevdîtinên wê. Riya me dûr e. Niha jî di çi rewşê de be nizanim. Tişta ku ji keça min tê li ber xwe dide. Herî dawî dema ku ez pê re axivim ji me re got, 'hûn jî li ber xwe bidin'. Ev 2 meh in jî ti agahiya min jê nine û dengê wan nîne. Çavê me li agahiyeke ku ji girtîgehan bê ye.” 
 
'DIVÊ KU EV DAXWAZ BÊN BIHÎSTIN'
 
Bavê wê Ferhan Ayaz ê ku nexweşe qurçîkane û ev 15 sale di nav cihan de ye jî da zanîn ku wî 15 sal in keça xwe neditiye û got ku çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin daxwaza her kesê ku dibêje ez mirov im e û wiha got: “Dema ku keça min li Girtîgeha Bayburtê dihat ragirtin, ez tenê carekî çûme serdana wê. Roja ku nexweş bûme heta niha neçûme hevdîtina wê. Qasî ku ez dizanim hatiye girtin heta niha ji bo çareseriyê û aşitiyeke mayinde di nav çalakiyan de ye. Ev çalakiya ku îsal daye destpêkirin jî ne çalakiyeke ji rêzê ye. Weke herkesekî mafê birêz Ocalan jî heye ku weke mirovan bijî û mafê xwe yê hevdîtinê yê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne. Ev 15 sal in ez nexweş im û di nav cihan de me. Rê dûr e û êdî min nekarî biçim keça xwe bibînim. Girtiyên siyasî nêçarin ku li ber xwe bidin. Divê ku cîhan tev li ser mafê wan bisekine û bibêje, 'ev tişta ku tê kirin zilme' divê ku vê zilmê bibînin. Heke ku zarokên me neheqî li kesekî bikirana, zilm bikirana bila di bin vê tecrîdê de bûna, lê dibêjin, 'serokê me serokê gelê kurd e û netewî ye' ji ber wê weke malbat em jî dibêjin ku divê daxwazên wan pêk bînin û ev daxwaz bên bihîstin.” 
 
 

Sernavên din

09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir | HATE NÛKIRIN
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin