DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin

  • rojane
  • 13:30 25 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî gotinên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ên têkildarî girtina partiya wan da û wiha got: “Ji bo girtina partiya me dev ji talîmatdayîna partiyê berdin. Tavilê dev ji emirdayîna Dadgeha Destûra Bingehîn berdin.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê dide. 
 
Koçyîgît, diyar kir ku di darizandinên li welêt de bêedaletiyên mezin hene û wiha got: “Daraz îktîdar û sermayeyê diparêze lê civakê naparêze. Wezîrê dadê li dijî van bêhiqûqtî û rizîbûnê tiştekî nake. Mîna Goebbelsê AKP’ê tevdigere. Edalet û daraza welat di bin piyan de ye lê ew naxwe û venaxwe gotinan ji DEM Partiyê re dike. Gotinên ku DEM Partiyê bixe nava dorpêçeke nû ya darazê gotinan dike. Gelo ma çi karê te nîne? Hewl dide bibe Suleyman Soylu. MHP dixwaze doza girtinê were vekirin û ew jî hewl dide bibe dadgerê wê. Doza girtina HDP’ê besî wan nekiriye ku niha fermanê dide darazê ku li DEM Partiyê doza girtinê were vekirin. 
 
Wezîr Tunç, di axaftina xwe de xalên 10’emîn û 11’emîn ên PMME’yê weke referans nîşan dide lê qala DMME’yê ku ji ber girtina partiyan Tirkiye mehkûm kiribû nake. Ji ber ku bi kêrî karê wî nayê lewma behs nake. Min rêzik bi rêzik tevahiya doza girtinê xwend. Îdianameyeke ji aqil û heqîqetê dûr hatiye amadekirin. Dema mirov dixwîne mirov şerm dike. Dê bibêjim kompas e lê van pê çênabe kompasê jî amade bikin. Bi hestên tolhildan û dijminatiyê tevgeriyane. Ji wezîrê dadê dipirsim; hûn çima têkildarî belgeya têkildarî fermana vekirina doza girtinê ya di Doza Kobanê de hatibû jibîrkirin naxivin? Ji ber ku ev belge kompasê vala derdixîne. 
 
JI DEVÊ WEZÎR TÊKILDARÎ HIQÛQÊ YEK GOTIN DERNAKEVE 
 
Hûn çima nabêjin ku DMME’yê têkildarî gelek îdiayên di doza girtinê de biryara binpêkirinê daye? Ji ber ku ew jî dizanin bi madeyên PMME’yê re hev nagirin. Ji devê wezîr tenê yek carê peyva hiqûqê dernakeve. Xuyaye ku encamên hilbijartinê hinek kes zêde aciz kiriye û AKP û MHP tirsandiye. Em careke din bang li wezîr dikin û dibêjin ku ji bo darizandina pariya me dev ji talîmatdayîna darazê berdin, tavilê dev ji emirdayîna Dadgeha Destûra Bingehîn berdin. Em careke din wezîr vedixwînin hiqûqê. 
 
Niha dixwazin partiya me bigirin. Baş e lê ma partiya me li ser talîmatê tê girtin? Na. Partiya me ji partiyeke siyasî wêdetir e. Li mala gel hatiye avakirin, fikreke, felsefeyeke. Û hêza tu biryarên darazê têrî girtina wê nakin. Rastiya ku ev mejî fêm nake jî ev e. Hûn çi bikin jî hûn dê ji hev belav bibin û têk biçin. Hilbijartinên 31’ê Adarê ev rastiye baş raxistiye ber çavan. Xuyaye ku bo xwe çi ders jê negirtine. Li dijî vê em ê mîna berxwedana li Wanê li dij bisekinin û dê rê nedin. 
 
HER ZAROKEK BI NÊZI 2 MILYON TL’AN DEYN JI DAYIK DIBE 
 
Hevalên hêja Wezîrê Xizîne û Darayê Mehmet Şîmşek têkildarî deynên Tirkiyeyê gotiye ku tiştekî zêde bê mezinkirin tune ye. Bi rastî jî rewşekî sosret e. Ma mirov dê ji van kesên henekên xwe bi milyonan kedkar, karker û xizanan dikin çi bibêje? Li vî welatî her zarokek bi 2 milyon TL’an deyn ji dayik dibe. Deynên qerta krediyê yên şexsî trilyonek û 407 milyar TL ye. Deynên şexsî trilyonek û 610 milyar TL ne. Bi giştî di sala 2023’yan de 111 hezar û 576 esnafan dikan girtine. Deynên cotkaran nêzî 600 milyar TL’an bûne û ji bûdçeya 2024’an ji her 100 lîreyan 11.3 ji bo lêçûnên faîzê ne. Ji bûdçeya 2024’an ji her 100 lîreyan 10.2 jê ji bo lêçûnên leşkerî hatin dayîn. Di enflasyonê de Tirkiye li cîhanê di rêza 4’an de ye lê li gorî wezîr tiştekî bê mezinkirin nîne. Ma ev ne berhema aborînas Erdogan e? 
 
BANA 1’Ê GULANÊ
 
Em 1’ê Gulanê di nava krîza aborî û bi qûşxaneyên vala pêşwazî dikin. Bêkarî zêde ye û cînayetên kar veguherîne qetlîaman. Bi milyonan karker dê biherikin qadên 1’ê Gulanê û dê bi hev re biqîrin. Dê deriyê serdemeke nû bi hev re bikin. Divê em bibêjin ku tevahiya biryarên qedexeyê ji bo tu wateya wan nîne. Weke DEM Partiyê em ê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin. Banga me li tevahiya xwişk û birayên me yên kedkar ew e ku ji bo avakirina welatê ked û azadiyê mil bidin milê me û biherikin qadên 1’ê Gulanê. Em ji niha ve 1’ê Gulanê li tevahiya kedkar û karkeran pîroz dikin.”
 

Sernavên din

04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide | HATE NÛKIRIN
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin