Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

  • rojane
  • 17:17 20 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Di 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ku Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya girtî li dijî vê dimeşînin. 

Şaxa Komeleyên Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê 3’yemîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşliyê pêk anî. Ji bilî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê, endamên ANYAKAY-DER’ê, malbatên girtiyan, hiqûqnas û nûnerên partiyên siyasî tev li bûn. Li eywanê pankartên “Ji mirovên azad ber bi civaka azad ve em ê hiqûqa azadîxwaz ava bikin” , “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin daliqandin.  
 
Di lijneya hilbijartina dîwanê hate kirin de Firat Epozdemîr, Çagla Leyla Kaya û Raziye Ozturk weke dîwan hatin hilbijartin. Lijne piştî rêzgirina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Yek ji endamên dîwanê Firat Epozdemîr ê di lijneyê de ewilî axivî, bal kişand ku daraz ji Dadgehên Îstîklalê û Dadgehê Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) yên berê ne cûdatir e û wiha got: “Dadgehên vê serdemê li gorî dadgehên berê biryarên gelekî giran didin. Weke ku hûn hemû dizanin li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke li dijî birêz Ocalan tê meşandin heye. Bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Ez ewilî weke mirovekî pişt re wekî hiqûqnasekê vê dibêjim. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku bi vê lijneyê re di rojên pêş de em tecrîda li Îmraliyê rakin. Her wiha hêviya me ew e ku hempîşeyên me yên di girtîgehê de bên berdan.”
  
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ  
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ê piştî Epozdemîr axivî, diyar kir ku ji damezrandina OHD’ê ve li cem kesên bindest cih digirin. Çakmak, bi lêv kir ku neheqî û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji kodên damezrîner ên dewletê tê û wiha got: “Weke parêzeran ev 15 sal in em li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê têdikoşin û di heman demê de berdêlên mezin didin. Di vî şerê têkoşînê de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan.  Em ê di rojên pêş de li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê têkoşîneke xurttir bimeşînin.”
 
‘GIRTÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNEKE CUDA DIDIN’ 
 
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica jî destnîşan kir ku girtîbûna 25 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê normên hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Sarica, bal kişand ku tecrîda heyî bi îşkenceya sîstematîk re bisînor namîne û wiha got: “Pêvajoya ku em îro tê re derbas dibin gelekî cuda ye. Em 37 meh in ji muwekîl û hevalên xwe agahiyê nagirin. Li hemberî azadiya birêz Ocalan û daxwazên gelê kurd girtiyan di dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Niha jî ew bi dawî kirin û derbasî qonaxeke din bûn. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî dernakevin dadgehan, hevdîtina bi malbatan re û bi telefonan naaxivin. Girtî ji bo tecrîda li Îmraliyê were rakirin têkoşîneke cuda didin.”
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN 
 
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser xebatên OHD’ê hate nîşandan. Pişt re raporên xebat û malî yên komeleyê hatin xwendin. Piştî raporên hatin xwendin rêveberiya nû hate diyarkirin. Rêveberiya OHD’ê ya nû wiha ye: “Eda Onal, Îshak Demîrel, Vedat Çagritekîn, Necal Mizgîn Argiş, Ayşe Ozdemîr, Rezan Gezer, Serkan Kiliç, Rûken Kalin, Şukru Alpsoy, Veysel Demîrkaya, Yasemîn Soydan, Habat Demîrcan, Emrah Baran, Eylem Arzû Kayaoglû, Emrah Ersoy û Gazel Kulug.”
 
  
 

Sernavên din

01/05/2024
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin