Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin

  • rojane
  • 15:02 20 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan û malbatên windakiriyan bi armanca windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a malbatên windakiriyan bi armanca windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin vê hefteyê jî li 3 bajaran çalakî lidarxistin. 
 
AMED
 
Malbatên windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê vê hefteyê jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiya ku kete hefteya 793’yan de pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hate vekirin. Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û nûnerên Saziya Sivîl a Civakî (STO) beşdar bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de bi boneya 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan a dewleta tirk, aqûbeta zarokên ku di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên wan nediyar hatin qetilkirin hate pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Ercan wiha got: “Vê hefteyê di erefeya 23’yê Nîsanê de em dixwazin balê bikşînin ser rewşa zarokên li Tirkiyeyê ku di gelek mijarên weke binpêkirina mafê jiyanê û îşkenceyê de nikarin mafên xwe bi kar bînin.”
 
Pişt re endama Komîsyona Windarkiriyan a ÎHD’ê Berfîn Elçî daxuyanî xwend. 
 
’27 ZAROK DI BIN ÇAVAN DE HATIN WINDAKIRIN’ 
 
Elçî, bi lêv kir ku li Kurdistanê ji salên 90’î heta vir di encama polîtîkayên tundiyê yên li dijî zarokan de binpêkirinên mafan ên cidî qewimîne û diyar kir ku her carê faîl bi polîtîkayên necezakirinê derxistine paqijiyê. Elçî got ku “Heta hin kes ji van sûcan ji aliyê dewletê ve hatine xelatkirin û ev tişt gotin: “Parastina zarokan û ewlekirina mafên wan peywîra ewil a dewletê ye. Lê belê mafê jiyanê yê bi dehan zarokên ku piraniya wan li vê erdnîgariya em lê dijîn, bi windakirina di binê çavan de ku nuqteya dawî ya şîdeta dewletê ye û bi rê û rêbazên nediyar ji dest hatiye girtin. Li gorî daneyên ku ÎHD’ê bi dest xistine 27 zarok bi êrişên herî hovanê di bin çavan de hatine windakirin.”
 
ZAROKÊN DI BIN ÇAVAN DE HATINE WINDAKIRIN
 
Elçî navên zarokên ku di bin çavan de hatine windakirin wiha rêz kirin: “Dîlek Serîn (3) û malbata wê li mezraya Mîrik ê Dêrsimê, Ahmet Akbaş (15) li Xozat a Dêrsimê, Davût Altûnkaynak (12) li Kerboran a Mêrdînê, Seyhan Dogan (16), Nedîm Akyon, Mahmût Abak (16) li Qoser a Mêrdînê, Farûk Aksan (16) li Nisêbîn a Mêrdînê, Ahmet Sanir (15) li Şirnexê, Îlyas Dîrîl (12), Zekî Dîrîl (16) li Qilebanê, Deham Guney (17) û Ahmet Dansik (14) li Silopiyayê, Yahya Akman (16) li Cizîrê, Abdulazîz Gaysak (12) li Silopiya ya Şirnexê, Lokman Kaya (16) li Colemêrgê, Munîr Saritaş (13) û Nûrî Dayan (14) li Gever a Colemêrgê, Metîn Budak (11) li Licê, Nûrî Dayan (14) li Amedê, Servet Îpek (15) û Çayan Çîçek li Licê ya Amedê, Umît Taş (16) li Pasûr a Amedê, Zekî Akyildiz (16) li Farqîn a Amedê, Sabah Orûç (17) li Bismil a Amedê, û Orhan Yakar (16) li Çewlikê, Fatîh Kaya (15), Yilmaz Gumuş (17) û Şîrîn Maltû (16) jî li Êlihê di bin çavan de hatin windakirin.”
 
Elçî, zarokên weke Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Hêlîn Şen ên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin qetilkirn bi bîr anîn û bi bîr xist ku faîlên wan nehatin darizandin. 
 
Elçî, bi lêv kir ku faîlên zarokan bi polîtîkayên necezakirinê tên xelatkirin û wiha got: “Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo zarokên xwe ji bo faîl li ber edaletê bên darizandin em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê li ser navê heqîqetê, edaletê, wijdanê vê têkoşînê bidomînin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê di hefteya 629’emîn a çalakiya li Êlihê de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 4’ê nîsana1995’an de di bin çavan de hatiye windakirin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Erkan Kolaldiran çîroka windakirina Dagli vegot. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Ji bilî malbatên windakiriyan endamên Meclisa Şaredariya Geverê yên DEM Partiyê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Geverê û Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên kesên bi awayekî kiryarên nediyar hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin. Di hefteya çalakiyê ya 119’an de aqûbeta karkerê înşaetê Abdûllahûk Geylanî yê 22 salî ku di sala 2005’an de dema gengeşiyên bi bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût a Şemzînana Colemêrgê li Geverê dest pê kirin, di encama guleberdana hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da hate pirsîn. 
 
‘NECEZAKIRIN PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE’  
 
Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş ê li vir metnê daxuyaniyê xwend bal kişand ku windakirina di binçavan de rêbazeke şîdetê ye ku ji aliyê “dewletên antîdemokratîk ji bo tepisandin û çavtirsandina kesên daxwaza maf û azadiyan dikin” tê bikaranîn. Akbaş, diyar kir ku mafê jiyanê nirxekî ku hemû pergalên hiqûqê diparêze û divê biparêze ye û wiha got: “Fonksiyona herî girîng a dewletê ew e ku ji kê tê bila bê, kes û mafên wî ji hemû êrîşan biparêze û eger ev nebe, kesên êrîş kirine ceza bike. Em pergala antîdemokratîk a li Tirkiyeyê îfşa dikin. Em 119 hefte ye bi israr vedibêjin, heta ku pergaleke bi awayekî bi bandor neyê parastin neyê avakirin, hewldanên hiqûqî yên weke welatî em dikin di bingeha edaletê de encam negirin dê ev ax her tim ji demokrasiyê û mafê mirovan dûr be. Ji ber vê yekê necezakirina di dosyaya windakiriyan de ne tenê pirsgirêka me pirsgirêka hemû welatiyan û Tirkiyeyê ye.”
 
DAXWAZA DARIZANDINA ADIL 
 
Akbaş herî dawî tev tişt gotin: “Em ê her tim şopdarên mafê jiyanê yê ji destê Abdulhalûk Geylanî hatiye wergirtin bin. Em weke Dayikên Şemiyê daxwaz dikin ku demildest berpirsyar li hemberî pergaleke darazê ya adil bê lebê û belê bên darizandin. Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

01/05/2024
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin