Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir

  • cîhan
  • 14:58 20 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Dema Navberê ya KNK’ê ku dê 2 rojan bidome desp pê kir. Tevî 200 delegeyên KNK’ê, dê dehan nûnerên partiyên siyasî, rêxistin, pêkhate û nivîskar tev li civîna Civata Giştî bibin. 

KNK’ê ji bo pêkanîna 22’emîn civîna xwe ya dema navber a Civata Giştî li hev civiya. Civîn wê 2 rojan bidome. Nêzî 20 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi dehan nûnerên partiyên siyasî û saziyan, nivîskar, rewşenbîr û kesayet tev li civînê bûn. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK di 26’ê Gulana 1999’an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê kongreya xwe ya damezrîner li dar xist. KNK 25 sal in li çar parçeyên Kurdistanê di nava partiyên kurd de lêgerîna yekitiyê dike.
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN’
 
Axaftina vekirinê ya civîna dema navber ku bi dirûşmeya “Di Tekoşîna Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, rêya serkeftinê yekîtî ye” hat lidarxistin, ji aliyê Endamê Konseya KNK’ê Dr. Şergo Mihemed Emîn û Endama Komîteya Rêveber a KNK’ê Shala Hefîd ve hat kirin.
 
Piştî axaftina vekirinê hilbijartina diwanê ku wê 2 rojan civînê bi rêve bibe, hat kirin. Ji bo dîwana civînê Jalane Nexşîbendî, li ser navê GORAN Hîwa Nasîh, ji rêveberên Zehmetkêşanê Hîwa Seyîd Salîm, ji rêveberên YNK’ê Dersim Zend, li ser navê Partiya El Bave Narîn û Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç hatin hilbijartin. Nîlufer Koç ku ji bo serokatiya dîwanê hat hilbijartin, diyar kir ku ew weke KNK’ê di demeke krîtîk de civînên xwe pêk tînin û wiha got: “Tirkiye êrîşa Başûrê Kurdistanê dike. Divê nêzîkatiyên me jî li gorî vê be.”
 
‘DIJMINÊN ME ÊRÎŞ DIKIN’
 
Hevserokên KNK'ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs jî axivîn. Zeyneb Mûradê ev yek anîn ziman: ‘’Li Rojhilata Navîn û cîhanê krîzeke cidî heye. Dijminên me vê yekê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tînin û dixwazin êrîşî gelê me bikin. Plana wan bi vî rengî ye. Dixwazin planên xwe yên ku nekarine bi sedan salan e pêk bînin, pêk bînin. Tirkiye serkêşê van komkujiyan e. Îran, Sûriye û Iraq jî perçeyeke vê yekê ne. Li dijî van hemû komkujiyan divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin. Divê em KNK û saziyên Kurd li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hemû awayî helwesta xwe nîşan bidin. Divê em bi wan bidin zanîn ku xaka Kurdistanê rûmeta me hemûyan e û hewce ye her kes vê yekê biparêze.’’  
 
Mûradê di axaftina xwe de bi bîr xist ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were derketin.
 
‘DIVÊ PDK PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ NEKE’
 
Ahmet Karamûsî jî wiha axivî: ‘’Bi taybetî jî 4 dewletên mêtînkar îro bûne yek û êrîşî li destkeftiyên gelê Kurd dikin. Ji hebûna gelê Kurd aciz in. Ji ber wê yekê jî plan û konseptên qirêj pêş dixin. Tirkiye li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî û hêza zêde nîşaneyên vê yekê ne. Îro li Rojava û Şengalê li dijî sivîlan êrîşan pêk tîne. Hewl dide ku xaka me dagir bike.’’
 
Ahmet Karamûs di axaftina xwe de bang li PDK'ê jî kir û ev yek anîn ziman: “Îro hemû dijminên me bûne yek û êrîşî li me dikin. Hemû aliyan bersiv daye banga KNK'ê ya yekitiyê. Lê belê PDK’ê bi tu awayî bersiv nedaye. Ez li vir vê bangê li PDK'ê dikim; ‘Divê PDK li gel Tirkiyeyê nebe hemtawanê komkujî û krîzan. Divê em ji bo berjewendî û yekitiya gelê Kurd kar bikin. Rizgarbûna gelê me li vir e.”
 

Sernavên din

01/05/2024
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’