Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran

  • rojane
  • 10:21 19 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Dozger li ser îfadeyên îtîrafkaran der barê 7 gundiyên ku piştî operasyonên leşkerî yên li navçeyên Xîzan û Tetwanê hatin girtin de, bi daxwaza cezayê muebeda giran îdianame amade kir. 
 
Di 2'yê Tîrmehê de li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kiribû û heya 28'ê Mijdara 2023'yan dewam kiribû. Piştî operasyonan zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Di 28'ê Mijdarê de li Tetwan, Xîzan, Wan û Stenbolê di serdegirtina malan de zarok û jin jî di nav de 110 kes bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji 110 kesên hatibûn binçavkirin, zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Piştî girtinê bi 6 mehan, der barê hin kesên girtî îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê amade kiribû, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ve hat qebûlkirin. 
 
Der barê 7 kesan de ku li Wan û Xîzanê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "sêwirandina kuştinê ya bi qesdî" doz hat vekirin. Di îdianameyê de ku ji 28 rûpelan pêk tê, beşeke zêde ji bo dîroka PKK'ê û armanca wê hatiye veqetandin û beşa mayî jî ji bo beyanên îtirafkaran hatiye veqetandin. Îtîrafkaran diyar kirin ku kesekî di sala 2022'yan de li çoltara Bedlîsê hatiye kuştin li ser biryara wan hatiye kuştin. Lê tevî van îfadeyan jî di îdianmeyê de gundî ji kesên kuştî berpirsyar tên girtin. Li ser vê îdiayê hate îdiakirin ku kesan "di çarçoveya armancên rêxistinê de çalakiyên zêde, veşartî, berdewamî û cûr bi cûr li dar xistine". 
 
Di dosyeyê de hatiye îdiakirin ku kesên navborî "ketine nava çalakiyeke ku aştiya civakî xera bikin û hewl dane yekîtî û yekpareyiya dewletê xera bikin." Dozger di îdianameyê de xwestiye ku li 7 kesên ji heman malbatê ne "cezayê muebeda giran û 40 sal cezayê girtîgehê" bê birîn. 
 
Danişîna ewil a 7 kesan dê di 7'ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bê lidarxistin. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ? 
 
Li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê di 2’yê tîrmeha 2023’yan de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û qedexeya derketinê ya derve hate îlankirin. Ev qedexe û operasyon heta 28’ê mijdara 2023’yan berdewam kirin. Di operasyon û bombebaranê de 3 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyonê navenda wê Bedlîs li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û 110 kes hatin binçavkirin. Zêdetirî 50 kesan bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “alîkariya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin girtin. 
 
 

Sernavên din

01/05/2024
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê
30/04/2024
19:25 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji Wezareta Dadê pirsî: Eşkere bikin herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin
18:59 Li Şirnexê wesayita leşkeran qelibî:Leşkerek mir
18:39 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 89’emîn de ye
16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin