Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin

img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga Silopiyayê de axivî û ji bo dîplomasiya dewleta tirk a ji bo amadekariyên şer wiha got: “Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlibûna hezaran kesan mitînga fînalê li dar xist. Mitîng di saetên serê sibehê de bi coşeke mezin dest pê kir. Hevaseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê, namzetên hevşaredariyê yên Dem Partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. 
 
Welatiyê ku bi hinceta kontrolê hatin sekinandin, li ber dahol û zirneyê heta demekî dirêj govend gerandin. Polîsan hewl dan asteng bikin ku welatiyên bi cil û bergên kesk, sor û zer bikevin qadê. Welatiyan jî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bertek nîşan dan. Li qada mitîngê jî gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Welatiyên li ser kursiyên biteker, li ser gopalan û jinên tevî pitikên xwe hatin qadê bal kişandin. Her ku saet derbas bûn, ji 7 salî heta 70’ê saliyê bi hezaran kes li qadê kom bûn. Li qadê bi yekdengî sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. 
 
DOGAN: EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDIN WAN 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mitîngê de got ku her ku hilbijartin nêz dibe, îktîdar qoliyên remezanê belav dike. Dogan, wiha domand: “Ji ewil gelê me bêkar dihêlin û piştre jî dibêjin ‘em ê ji bo zarokên we kar peyda bikin.’ Xizanî, înkar û qirkirinê hêjayî me dibînin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva wan bidin.” 
 
HAtÎMOGÛLLARI: EM Ê SÊVÊ Û DAYIKA TAYBET JI BÎR NEKIN 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Xelkê Silopiyayê yê birûmet; ez careke din di hizûra we de Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, Dayika Taybet, 33 kesên li Roboskê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Me ew tu caran ji bîr nekirin û dê ji bîr nekin.” 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari anî ziman ku herî zêde baş xelkê Silopiyayê bi feraseta wan a şaredarîvaniyê dizane û xizmetên şaredariyê vegot. Hatîmogûllari, got ku di feraseta şaredarîvaniya qesrê de dizî, talan û nelirêtî heye. Hatîmogûllari, got ku hîleyên AKP’ê yên hilbijartinê li her devera Kurdistanê berdewam in û wiha pê de çû: “Lê em ê tevahiya diziyên wan eşkere bikin. Haya me jê heye ku gelek hilbijêrên qaçax veguhestine navenda Şirnexê û navçeyên wê. Du rê hene ku em vê lîstikê vala derxînin. Ya yekemîn ew e ku em kesên qet heta niha deng nedayîn me qaneh bikin. Ya duyemîn jî ew e ku em kesên li derve qaneh bikin û bînin vê derê da ku dengê xwe bidin. Bi ruhê seferberiyê em dikarin hemû şaredariyan bi dest bixin.” 
 
BANG LI CIWANAN KIR
 
Hatîmogûllari, bang li ciwanan jî kir û got ku hêviya gelê kurd in. Hatîmogûllari, ji ciwanan xwest ku ewlehiya sindoqan biparêzin û got ku dê zîhniyeta dizîker, qeyûmperest û zalim têk bibin. 
 
'ERDOGAN, LI AMEDÊ QALA ŞERÊ KURDISTANÊ DIKE’ 
 
Hatîmogûllari, axaftina Erdogan a li Amedê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ji bo propagandaya hilbijartinê çûye Amedê lê qala lûtkeya şer a li Iraqê dike. Dê çawa gelê kurd qir bike, qala wê dike. Êdî aqil di serî de nema ye. Em careke din dibêjin ku dê rê nedin şer.”  
 
TIFAQA JÎTEMÊ 
 
Hatîmogûllari, got ku DEM Partî nûnertiya hemû gelan dike lê AKP qeyûm tayînî îradeya bi milyonan kurdan dike. Hatîmogûllari, anî ziman ku tifaqa AKP-MHP’ê bi li dijî îradeya gelê kurd diziyê dikin, êrişî pergala hevserokatiyê dikin, çavên xwe li qetilkirina jinan digirin û ev tevek jî îpotekkirina vîna gel e. 
 
‘DERIYÊ DIVÊ HÛN LÊ BIXIN ÎMRALI YE’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û wiha pê de çû: “Em dixwazin tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Li şûna ku hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin. Rêya aştî û guftûgoyê ew e. Bi milyonan kurd daxwaza aştî û guftûgoyê dikin. Heke şer bi dawî bibe, bi pereyê hûn ji bo tank, top, SÎHA û ÎHA’yan xerc dikin dikarin li Silopiya, Kurdistan, Çukurova û Behra Reş bi sedan nexweşxane û febrîqeyan vekin. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştî û pêşxistina aboriyê heye. Em ê komareke demokratîk ava bikin. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin. Di 31’ê Adarê de em ê li vê qadê di bin dara DEM’ê de dê çayên xwe yên serkeftinê vexwin.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermend Xecê û Arhat derketin ser dikê. Mitîng, bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:54 Şampiyon Amedspor! | NÛÇEYA LEZGÎN
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin