Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn

img
DÎLOK - Bi hezaran kesên tev li Newroza Dîlokê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Aslan ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên di Newrozên berê de parve kir, wiha got: “Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin.” 
 
Coşa Newrozê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Îro li 15 bajaran Newroz bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin ku yek ji wan navendan jî Dîlok bû. Pîrozbahî li navçeya Şehît Kamîl bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran kesan berê xwe dan Qada Otobusên Turê. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn û bi taybet jî tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. 
 
Gelek kes bi şel û şepikan û bi kiras û fîstanan tev li pîrozbahiyê bûn. Di heman demê de beşdaran flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. 
 
Ciwanên li qadê pankarta "Mizgîniya herî mezin azadiya gelan e” hilgirtin û ESP’iyan jî pankarta "Bijî Newroz sosyalîzm" bi darekê ve daliqandin. 
 
DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN KIRIN
 
Di Newrozê de coşeke mezin hebû û pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê jî welatiyan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. 
 
Her wiha girseyê ji bo silavkirina girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk 112 roj in di greva birçîbûnê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me têk bibin”, “Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û “Her DEM berxwedan, her DEM azadî” berz kirin. 
 
'DAWIYA HEMÛ DÎKTATORAN MÎNA YA SEDAM E’
 
Di pîrozbahiyê de li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Mehmet Satan axivî û girse silav kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan jî got ku Newroz sembola berxwedanê ye. Ayhan, Komkujiya Helebçeyê bi bîr xist û got ku dawiya hemû dîktatoran dê mîna ya Sedam Hisên be. Her wiha Ayhan, silav ji girtiyên siyasî re şand û got: “Her DEM berxwedan, her DEM azadî." 
 
Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Dîlokê derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
'EM Ê FERASETA RANTXWIR DI SINDOQÊ DE TÊK BIBIN’
 
Endamê PM’a DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk jî Newroz li gel pîroz kir û got ku dê gel di hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê de kesên îradeya wan xesp dikin têk bibe. Bozgeyîk ji gel xwest ku li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkeve û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
KOMÊ BI STRANÊN XWE COŞA GIRSEYÊ DERXIST LÛTKEYÊ
 
Piştî axaftina Bozgeyîk, koma Babetnayê derket ser dikê û stranên xwe got. Bi stranan re girseyê govend gerand û coşa wan derket lûtkeyê. 
 
‘XWEDÎ LI ZIDANAN DERKEVIN’
 
Piştî komê, Kasim Karataş ku piştî 33 salan hatibû berdan derket ser dikê û bangî gel kir. Karataş, wiha got: “Min silavên hevalên girtî ji we re anîn. Ez hemû hevalan bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikim. Bibin dengê zindanan. Hûn hêviya wan in. Hevalên me li ber xwe didin û dê li ber xwe bidin. Heke hûn xwedî li wan derbikevin dê bi ser kevin. Divê em ruhê yekitiyê mezin bikin. Heke em yekitiya xwe mezin bikin dê xwedî li hevalên xwe yên di zindanan de jî derkevin. Ji bo vê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in. Divê gelê kurd careke din nîşan bide ku çareseriyeke demokratîk dixwaze. Divê her kes li dora DEM Partiyê kom bibe.” 
 
ASLAN: EM NEWROZA BIRÊZ OCALAN PÎROZ DIKIN 
 
Herî dawî jî Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derket ser dikê û wiha bang li gel kir: “Îro bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin. Em silavên xwe ji Dîlokê bo wan dişînin. Em Newroza birêz Ocalan pîroz dikin ku yê Newrozê dike Newroz ew e. Em Newroza hemû kesên di greva birçîbûnê de pîroz dikin. Newroz ji bo me pir girîng e. Em kesên ji bo Newrozê bedena xwe şewitandin silav dikin.”
 
Bi domdarî Salan nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû bi bîr xist û wiha domand: “Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşin. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser dibe jî dê ev têkoşîn bidome.” 
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN
 
Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê û Aslan bi hev re agirê Newrozê vêxistin. Bi hilkirina agirê Newrozê re çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin û girseyê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan azadî" berz kir. 
 
Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê jî mezintir bû. Herî dawî jî Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20/03/2024
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin