Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin

img

ŞIRNEX – Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e di heman demê de li ser aştî û refaha welêt e û wiha got: “Divê ev tecrîd tavilê bê rakirin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Şirnexê pîrozbahiya Newrozê li dar dixe. Hevserbokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê ku 14 km’an dûrî navenda bajar e, bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin û jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin qada Newrozê, piştî lêgerîna li du noqteyan ketin qadê. Qada Newrozê bi cil û bergên kurdî xemilî. 
 
Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (DÎSK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bi berxwedana “Bijî berwedana zindanan” ketin qadê û li qadê posterê Qazî Mihemed hate vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Deng namûs e, namûs nayê firotin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
BÊNAVBER DIRÛŞMÊN TÊKILDARÎ OCALAN HATIN BERZKIRIN
 
Tevî barîna barana zêde jî qad tije bû û govend hate gerandin. Ciwanan fularên bi rengên kesk, sor û zer girêdan û kal û pîran jî bi çepikan hêz dan coşa Newrozê. Piştî ku muzîk hatî qutkirin, ciwanan bi yek dengî sirûda “Herne Pêş” gotin. Piştî sirûdê, girseyê li ber stranan govend gerand. Her wiha bênavber dirûşmên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin. 
 
Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Komîteya Amadekar piştre girse silav kir û coşa pîrozbahiyê bi stranên hunermend Hozan Aytaç derket lûtkeyê. Bi sekinîna muzîkê re girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
‘DÊ MEŞA ME YA AZADIYÊ BIDOME’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan di pîrozahiyê de axivî û got ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de serhildana li dijî zilm, mêtingerî û talanê ye. Buldan, wiha domand: “Newroz di heman demê de meşa azadiyê ye. Hezar silav ji meşvanên azadiyê re.” Buldan, siyasetmedarên girtî jî silav kir û got ku dê meşa wan a azadiyê bidome.”
 
NAMEYa ABDULLAH OCALAN BI BÎR XIST
 
Di berdewamê de Buldan nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Di Newroza 2023’yan a Amedê de nameya birêz Ocalan hat xwendin. Wê demê pêvajoya aştiyê didomiya û di nameyê de banga ‘bila çek bêdeng bibin’ hate kirin. Lê tevî vê jî tecrîda li ser birêz Ocalan didomînin. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e, her wiha aştî û refaha welêt jî tê tecrîdkirin. Divê ev tecrîd tavilê be rakirin.” 
 
‘WERIN LI CEM GELÊ XWE BISEKININ’
 
Buldan, wiha bang li gel kir: “14 roj piştre dê hilbijartin bê lidarxistin. Dema wê hatiye ku em Şaredariya Şirnexê ku AKP’ê bi darê zorê û hîleyan wegirtî dîsa bi dest bixin. Em dizanin ku tu ferq di navbera şaredarê AKP’î û qeyûman de nîne. Xwediyê Şirnexê gelê wê ye. Xelkê Şirnexê dê dersekî dîrokî bide û mohra xwe li Tirkiyeyê bide. Divê şirnexiyên li derve jî bên dengê xwe bidin. Ez dixwazim bangî şirnexiyên dengê xwe nadin me bikim; werin dengê xwe bidin gelê xwe û li rex gelê xwe bisekinin. Dem dema yekitiyê ye.” 
 
Piştî axaftina Buldan, peyamên parlamenterên serdema berê hatin xwendin. Piştre jî hevserokên DEM Partiyê yên Şirnexê û namzetên hevşaredariyê derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Pîrozbahî bi coşeke mezin didome. 
 

Sernavên din

20/03/2024
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin