Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin

img
AMED - Dayika Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda li Îmraliyê agir berdaye bedena xwe Havva Gezen, bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Azadiya Abdullah Ocalan” dom dike û wiha got: “Em xwedî li zarokên xwe derbikevin.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de bi daxwaza rakirina tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, belavî hemû girtîgehan bûbû. Zulkuf Gezen ê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li Îmraliyê di 17’ê adara 2019’an li Gîrtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Piştî 200 rojên çalakiya greva birçîbûnê, parezerên Abdullah Ocalan 8 sal şûn de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Bi banga Ocalan jî çalakî di 26 gulana 2019’an de hate bidawîkirin. 
 
Bi ser çalakiya Gezen re 5 sal derbas bûn û tecrîda li Îmraliyê girantir bû. Dayika Gezen, Havva Gezen di salvegera mirina kurê xwe de bang li her kesî kir ku xwedî li girtîgehan derbikevin. Dayik Gezen destnîşan kir ku lawê wê Gezen zarokekî pir comerd bû û wiha axivî: “Dema ku du zarokan şer bikira, diket navbera wan û ji wan re digot ‘Hûn heval in, şer nekin.’ Ji alîkariyê hez dikir, hestiyar bû. Di dibistanê de taybetî jî dema lîseyê de pir serkeftî bû.” 
 
Gezen, diyar kir ku lawê wê di demeke ku zext li ser girtiyan zêde dibû de çalakiya xwe li dar xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên çûn û hatina girtîgehan zehmet bûn. Li ser girtiyan gelek zext hebûn. Zulkuf ji me re qala zehmetiyan dikir. Ew çalakiya xwe ji bo şert û mercên giran ên girtiyan li dar xist. Çalakiya xwe di salvegera Komkujiya Helebçeyê de pêk anî. Dema em çûn serdana wî pir bi moral bû. Pirsa hevalên xwe û derve dikir.” 
 
‘EM SERBILIND IN, ZULKUF DÊ TIM BIJÎ’
 
Di berfirehiya axaftian xwe de Gezen destnîşan kir jana lawê wê hêj nû ye û wiha pê de çû: “Erê ne di nav me de ye lê tim di dilê me de ye. Min navê wî da neviyê xwe. Ez jê re dibêjim ‘Zulkufê biçûk.’ Niha bavê ‘Zulkufê Biçûk’ jî girtî ye. Piştî şehadeta Zulkuf ji ber dozeke siyasî ya kevn hate girtin. Ji ber navê kurê xwe kiriye Zulkuf di îdianameyê de wek sûcdarî derbas dibe. Anku ew jî ji ber birayê Zulkuf e hate girtin. Tevî van hemûyan jî em serbilind in. Dê Zulkuf her tim bijî.”
 
‘EM XWEDÎ LI LAWÊN XWE YÊN GIRTÎ DERBIKEVIN’
 
Gezen bal kişand ser grevên birçîbûnê yên dom dikin û ev bang li her kesî kir: "Bila êdî mirin çênebin. Divê em wek kurd xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Divê em xwedî li zarokên xwe yên di girtîgehan de ne derbikevin. Ji bo ev pêk were divê em bibin yek.”
 
'ADAR MEHA ŞEHÎDAN E'
 
Gezen di dawiya axaftian xwe de ev tişt got: “Em di meha adarê de ne. Ez meha adarê ya şehîdan bi rêzdarî bîr tînim. Li pêşiya me Newroz heye. Ez hêvîdar im ku ev Newroz wekhevî, aştî û azadiyê bîne. Dibêjim ‘Newroz pîroz be.’”

Sernavên din

20/03/2024
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin