Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Meryem Soylu diyar kir ku pirsgirêka kurd di heman demê de pirsgirêka gelan e û wiha got: “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê tavilê tecrîd bi dawî bibe.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Çalakvanan û kesên hatin serdana çalakiyê diyar kirin ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka gelan e û ji bo çareseriyê banga bidawîkirina tecrîdê kirin. 
 
WAN
 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 94’an de berdewam kir. Nobet, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê domandin û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. Xizmên girtiyan gotin ku heta Abdullah Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha çalakvanan stranên kurdî gotin. 
 
AMED
 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 97’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û endam û rêveberên Şaxa KESK’ê ya Amedê hatin serdana çalakvanan. 
 
Ji çalakvanan Meryem Soylu di çalakiyê de got ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd lê pirsgirêka gellan e û ev tişt anî ziman: “Tehemûl nakin û nahêlin Ocalan bi malbata xwe re biaxive. Wehşetê li kurdan dikin. Çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Me tune dihesibînin û dibêjin ‘kurd tune ne.’ Dema kurd dibêjin ‘em hene’ jî dikujin.” 
 
Ayfer Koçak jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd, weke pêvajoyeke bandorê li jiyana me dike tê domandin. Her çend ku li girtîgehan di meriyetê de be jî niha bandoreke mezin li ser kedkaran jî dike. Veguheriye pêvajoyeke li dijî îradeya kedkarên xizan. Weke kedkarên cemaweriyê em jî tecrîda li ser kedkaran tê domandin zêde hîs dikin.” 
 
ÊLIH
 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin jî di roja 39’an de berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên rêxistinên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakvanan. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stran û dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/03/2024
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin