Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye

img
MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, bi bîr xist ku DEM Partî biratiya gelan diparêze û got: "Em komeleyan vedikin, ev pêwîstî ne, lê mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari li navçeya Midyad a Mêrdînê komeleyên herêmî ziyaret kir. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, namzetên hevşaredariya Midyadê Hikmet Dûman û Huda Erdem Aslan, parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Bêrîtan Guneş Altin hevrêtî bi Hatîmogûllarî-iyê re kirin. 
 
Heyet ewil Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Midyad Omerkayê (MÎKADER) a li Taxa Cumhuriyetê ya navenda navçeyê ye ziyaret kir. Endamên rêveberiya komeleyê li ber derî heyetê pêşwazî kirin. Serokê Lijneya Rêvebir Halîl Acar ji ber serdanê spasiya heyetê kir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di serdanê de axivî û got: “Em di serdemeke girîng re derbas dibin. Armanca me ew e ku em axa xwe biparêzin û şaredariyên xwe bi xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin. Em di demên dijwar re derbas bûn û bedelên mezin hatin dayîn. Em dixwazin bi siyaseta ku em dişopînin pêşeroja xwe biparêzin. Ji bo wekhevî û azadiyê me bedelên mezin dan. Niha bi hezaran siyasetmedarên kurd ji ber fikrên xwe di girtîgehan de ne. Çavê wan li vê hilbijartinê ye. Em ê wek gel layiqî wan bin? Divê em her tim ji xwe bipirsin. Armanca me ew e ku em aştiyê bînin vê xakê û kurd bibin xwedî nasnameya xwe. Li Kurdistanê suryanî, ereb û mihelmî hene. Em biratiya gelan diparêzin. Em komeleyan vedikin, ev pêwîst in, lê mala me hemûyan partiya kurdam DEM Partî ye." 
 
Piştre heyet çû serdana Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniya Seyîtler a gundê Bazgûr-Zîrahenê ku beriya demekê hatibû vekirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got: “Em di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bajar bi bajar û navçe bi navçe digerin. Em îro li Mêrdînê bûn. Em kêfxweş in ku li Mêrdînê ne. Li Mêrdînê bawerî û zimanên cuda bi biratî bi hev re dijîn. Em ji dil dixwazin ku ev atmosfera aştî û biratiyê li seranserê Tirkiyê serwer be. Em hemû bi hev re li ser vê yekê dixebitin. Tevkariya komeleyên wek we ji bo vê girîng e. Em ê di van hilbijartinan de li Mêrdînê serkeftineke hêja bi dest bixin. Em ê şaredariya Midyadê jî li Şaredariya Bajarê Mezin zêde bikin. Mîdyad ji aliyê sosyolojîk ve jî DEM e."
 
Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a DEM partiyê Devrîm Demîr axivî û bal kişand ser girîngiya komeleyan û got: “Komele dikarin pêşengiya civakê bikin. Em dixwazin komeleyên hatine avakirin vê rolê bilîzin. Komel dikarin pêşî li gelek tiştan bigirin. Bi salan e li ser xaka me polîtîkayên taybet tên meşandin. Dixwazin ji tiryakê heta fuhûşê gelek tiştan bixin nava civakê. Komele bi xebatên xwe dikarin li hemberî vê yekê bibin asteng. Komele di warê hişyarkirina gel, perwerdekirin, afirandina qadên aborî yên alternatîf û ji nû ve avakirina gundên di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hatin valakirin de, xwedî pozîsyoneke girîng in." 
 
Serdan piştî axaftinan bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

15/03/2024
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin