ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyonên şaxên ÎHD’ê yên Enqere û Stenbolê bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê anîn ziman ku 74 jinên girtiyên nexweş di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, Girîgeha Sîncan û Girtîgehên li herêma Marmarayê de tên ragirtin û xwestin jinên girtiyên nexweş werin berdan. 

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê vê hefteyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişandin ser rewşa jinên girtiyên nexweş. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa jinên di girtîgehên Anatoliya Navîn de tên ragirtin. Endamên înîsiyatifê bi boneya çalakiya xwe ya 496’emîn hatin li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Enqereyê. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. 
 
Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwend. Endamên înîsiyatifê bi qasî agahiyên ku xwe gihandinê, derbarê 32 jinên girtîgehên li Anatoliya Navîn ên Girtîgeha Sîncanê û Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de tên ragirtin parve kirin. Çevirmen derbarê jinên nexweş û nexweşiyên wan de hin agahî parve kir. 
 
GIRTÎGEHA SÎNCANÊ 
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Sîncanê de tên ragirtin wiha ne: 
 
“Ayşe Topçû, Bermal Birtek, Elîf Çetînbaş, Fadîk Adiyaman, Gulşan Adet, Nedîme Yaklav, Nîlufer Şahîn, Ozge Ozbek, Pinar Tîkit, Rihan Kavak Ozbek, Sabîte Ekîncî, Selver Îspîr, Selver Yildirim, Sermîn Demîrbag, Şukran Aydin, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Bîngol.”
 
GIRTÎGEHA JINAN A BUNYAR KAYSERIYÊ 
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Sîncanê de tên ragirtin wiha ne:
 
“Dîcle Bozan, Dilşad Şengul, Gulazer Akin, Gulgeş Tatli, Hacer Halîl Yûsûf, Hiyem Yolcû, Jiyan Ay, Medya Aslan, Naîme Encu, Nazli Soglîn, Nergîz Okan, Ozgul Yaşa, Songul Aydin, Şîlan Çetîner, Zerya Açar.
 
DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN
 
Çevîrmen piştre wiha got: “Divê jinên girtî yên nexweş di demên xwe de ji hemû kontrolên tenduristî de bên derbaskirin, dermankirina wan neyê taloqkirin û yên rewşa wan giran in divê înfaza wan wek demildest werin taloqkirin. Muayeneya bikelemçe derveyî rûmeta mirovahiyê ye divê were dawîkirin, divê sewqên bi wesayîtên rîngê were sekinandin, divê di servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan de tevahî amûrên tenduristiyê werin temamkirin, derxistin û sewqên nexwşxaneyan werin lezandin.”  
 
STENBOL 
 
Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî 624’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de ser rewşa girtiyên nexweş yên di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tên ragirtin hate sekinîn. Di çalakiyê de pankarta “Bijî 8’ê Adarê,” “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate vekirin û dirûşma “Girtiyên jin bila werin berdan” hate berzkirin. Nivîsa daxuyaniyê ya vê hefteyê endamên Komîsyonên Girtîgehê Hatîce Onaran û Meral Nergîs Şahîn xwendin. 
 
Onaran diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê yên 1’ê sibata 2024’an tevî 11 girtîgehên girtî û 8 girtîgehên vekirî bi giştî 403 girtîgehan de ser temenê 65’an 148, di bin temênê 18 saliyê de 109 girtî, bi giştî 12 hezar 511 girtiyên jin hene û balê kişand ser pêdivî û lazimiyên fizîkî, û derûnî yên jinên girtî. 
 
REWŞA JINÊN GIRTÎ
 
Onaran diyar kir ku jinên girtî gelek caran rastî gef, heqeret û binpêkirinên mafan tên. Piştî Onaran endama Komîsyona Girtîgahan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn axivî. Nergîs jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên 42 jinên di girtîgehên Bakirkoy, Marmara (Sîlîvrî), Kandira, Gebze, Bursa û Dûzceyê yên li Herêma Maramarayê de tên ragirtin. 
 
GIRTÎGEHA BAKIRKOYÊ
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Bakirkoyê de tên ragirtin wiha ne:
 
“Dîlek Oz, Elîf Yaş, Fatma Tokmak, Jiyan Erdînç, Sureyya Bûlût, Şukran Avşar, Bûrcû Çinar, Felek Gun, Songul Yildirim, Şivakar Ataş, Tenzîle Acar.” 
 
GIRTÎGEHA GEBZEYÊ
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Gebzeyê de tên ragirtin wiha ne:
 
Ayfer Ayçîçek, Fadîme Coşar, Hazîne Alçi, Gulistan Abdo, Guneş Tekîn, Havva Ak, Helîn Oncu, Remziye Baloglû, Ruhşan Bozan, Îpek Cigretaş, Zelîha Bûlût, Besiya Ozer, Ceylan Gurbûz, Saîme Afşîn, Cemray Baş, Derya Moray, Gonul Erdogan, Nîhal Altûntaş, Turkan Îpek.” 
 
GIRTÎGEHA KARDIRAYÊ 
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê ya de tên ragirtin wiha ne:
 
“Laleş Çelîker, Denîz Tepelî, Dîren Yaşa, Yelîz Turkmen.”
 
GIRTÎGEHA MARMARAYÊ
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê de tên ragirtin wiha ne:
 
“Seval Yaprak, Yasemîn Karadag, Mesûde Pehlîvan, Kamîle Kayir.”
 
GIRTÎGEHA YENÎŞEHÎR A BURSAYÊ 
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Yenîşehîr a Bursayê de tên ragirtin wiha ne:
 
“Fatma Demîr, Zeynep Genlîoglû.”
 
GIRTÎGEHA TÎPA T YA DUZCEYÊ
 
Navê jinên girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê de tên ragirtin wiha ne:
 
“Aysûn Şahîn, Nazli Çatpinar.”
 

Sernavên din

15/03/2024
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin