Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn

img

STENBOL - Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin bahev, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bi bîr anîn û gotin: “Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo jinên di binçavan de hatine windakirin û ji bo hemû windakiriyên xwe dest ji daxwaza edaletê bernedin.”

Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, cara 989’emîn li Qada Galatasarayê hatin gelhev. Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dayê de, Dayikên/Mirovên Şemiyê yên wêneyên windakiriyan û qûrnefîl di destê wan de bûn, di daxuyaniya vê hefteyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn.  
 
Daxuyanî ji aliyê xwişka Hasan Ocak ê piştî di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin, cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin, Masîde Ocak ve hate xwendin. 
 
AQÛBETA JINÊN DI BIN ÇAVAN DE HATIN WINDAKIRIN HATE PIRSÎN  
 
Ocak, a bi gotinên “Li ber bariyerên hesin ku nahêlin em bigihin cihê xwe yê em bi windakiriyên xwe re tên gelhev, jinên di bin çavan de hatine windakirin me ji bîr nekirin” dest bi axaftina xwe kir, jinên di bin çavan de hatine windakirin bi bîr anî. Ocak, axaftina xwe wiha domand: “Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hate binçavkirin û piştî 18 salan dema xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatin dîtin, Ayten Ozturk a di 27’ê tîrmeha 1992’yan de li Dêrsimê hate binçavkirin û piştî 8 rojan laşê wê yê ji ber îşkenceyê nehate nasîn li Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê veşartî hate dîtin, Ridda Yavûz a di 14’ê tebaxa 1992’yan de piştî li Dêrîka Mêrdînê bi 2 kesan re hate binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin, Sedîka Dal a di îlona 1993’yan de piştî li Nisêbînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate revandin agahî jê nehatin girtin, Hamîde Şarli ya di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Wanik ê Tetwana Bedlisê piştî bi birayê xwe Ramazan re hate binçavkirin û careke gin agahî jê nehate wergirtin, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya sê salî Dîlek Serîn ên di 24’ê îlona 1994’an de piştî operasyona leşkerî ya li gundê Mirik ê Dêrsimê hatin binçavkirin û agahî ji wan nehate wergirtin, Lutfiye Kaçar di 5’ê cotmeha 1994’an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên li gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê li zozanên ku ji bo pezên xwe bidoşin çûnê di nava operasyona leşkerî de man û careke din agahî ji wan nehate wergirtin, Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê hate binçavkirin û piştî 76 rojan laşê wê yê îşkence lê hatiye kirin li goristana bêkesan a li Kirikkaleyê weke ‘kesa kiryarên wê nediyar’ veşartî hate dîtin, Hatîce Şîmşek a di 1’ê gulana 1995’an de piştî li navçeya Bismil a Amedê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin, Şukran Daş a di 7'ê Îlona 1996'an de bi serdegirtina polîsên sivîl ên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê li Rêzana Amedê bi ser malekê de, hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, Fahriye Mordenîz û hevjînê wê Mahmût ên di 28'ê mijdara 1996’an de li Amedê hatin binçavkirin û piştî 2 sal şûnde li Goristana Asri ya Cizirê weke bêkes hatin definkirin, Zozan Eren û hevjînê wê Orhan ên di 26'ê Îlona 1997'an de li ser rêya Pasûra Amedê bi wesayîteke spî ya Torosê hatin revandin û ji vê rojê heta îro tu agahî jê nehat girtin, Neslîhan Ûslû ya di 31’ê adara 1998'an de Neslîhan Ûslû ya li Alaçatiya Çeşmeya Îzmîrê bi 3 hevalên xwe ve hat binçavkirin û piştre tu agahî jê nehat girtin, Konca Kûrîş a di 16'ê tîrmeha 1998'an de li Mêrsînê ji hêla Hizbûllahê ve hat revandin û di 21'ê Çileya 2000'î de li navçeya Meram a Konyayê di jêrzemînê de cenazeyê wê hat dîtin ji bîr nekirin.”
 
'LI GORÎ PIVANAN TEVBIGERIN'
 
Ocak destnîşan kir ku wekî Dayikên Şemiyê daxwaz dikin ku aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin bên eşkerekirin û berpirsyar bên darizandin û got: "Divê di kijan dîrokê de dibe bila bibe, rûbirûbûna rastiya jinên di binçavan de hatine windakirin, bi dawîkirina bêcezahiştinê û darizandina berpirsiyaran dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
'KUJER NAYÊN CEZAKIRIN'
 
Piştî axaftina Ocak ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û got: "Meşa Şevê ya Femînîst’ a ku li Cadeya Îstîklal a Taksîmê hat astengkirin. Kesên ku mirovan dikujin nayê cezakirin, kujer bereat dikin. Jinên vî welatî layiqê mirin û zilmê tê dîtin? Ev yek piranî di dema îktîdara niha de pêk hat. Kuştina jinan nayê rawestandin lê wekî din her tiştî qedexe dikin. Jin dixwazin li qadan li dijî qetilkirinê dengê xwe bilind, lê tehemûl nakin. Bila walitî, qeymeqam û Wezîrê Karê Hindurîn Alî Yerlîkaya bê li vir guhdar bike."
 
Daxuyanî piştî danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/03/2024
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin