Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran de peyama xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate dayîn. Çalakvanan bang li gelên din û saziyên civaka sivîl jî kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê kurd. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran dom kir.  
 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin berdewam kir. Nobeta ku rêxistina DEM Partiyê ya Konakê dewr girtiye, li Taxa Çîmenê hat lidarxistin. Rêxistina navçeya Odemîşê ya DEM Partiyê, gelek rêveberên DBP’ê û welatî hatin serdana nobetê. Xizmên girtiyan di nobetê de gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî dibin dê çalakiyha xwe bidomînin. Di nobetê de nameya girtiyên ketine greva birçîbûnê şandibûn hate xwendin. Di kêliyên name hatiye xwendin de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURD TÊN TECRÎDKIRIN’
 
Ji xizmên girtiyan Şukriye Tunç di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Heya ku Abdullah Ocalan azad nebe, gelê kurd jî azad nabe. Tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nayê ferzkirin, gelê kurd jî tê tecrîdkirin. Heke tecrîda ser Abdullah Ocalan rabe dê aştî were Tirkiyeyê. Heke tecrîd dom bike, dê şer jî berdewam bike. Ji ber tecrîdê tevahiya welat di bin zextê de ye, ji ber şer zarokên me dimirin. Em naxwazin ev tişt werin jiyîn. Divê kurd hebûna xwe, doza xwe ji bîr nekin, xwedî li greva birçîbûnê ya girtîgehan û Nobetên Edaletê derbikevin.” 
 
Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman dom kir. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de gelek caran stran berxwedanê hatin gotin.
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 91’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûne pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. Hin kesên ji navçeya Bismilê hatibûn serdana nobetê kirin. Ji kesên hatine serdanê Abdulsamet Bîçîm destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo "maf, hiqûq û edaletê ye" û ev tişt anî ziman: "Ev pergal bi birêz Ocalan re hevdîtinan nake. Nobeta dayikan a ji bo rakirina tecrîdê û bi dawîkirina zextan daye destpêkirin pîroz e. Ev gel bi wan re ye."  
 
Çalakvanan di nobetê de stran gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 84’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Tevî rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe û Uskudarê, gelek kes hatin serdana çalakiya îro. 
 
Ji rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîkret Karayel di nobetê de axivî. Karayel destnîşan kir ku gelê kurd ji pêvajoyeke dirêj a têkoşînê re derbas dibe û anî ziman ku tevî hemû zextan xwedî li Abdullah Ocalan derdikeve. Karayel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez pêşengên Nobeta Edaletê yên di girtîgehê de ku ev 99 roj in greva birçîbûnê didomînin, silav dikim. Tecrîd ne tenê ser Rêberê gelê kurd tê meşandin, ser hemû derdoran û gelan tê domandin. Gelê kurd duh jî xwedî li Rêberê xwe derket, îro jî xwedîderketina xwe didomîne. Em vê yekê di kampanya û çalakiyên tên kirin de dibînin. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan a rewa û mafdar.” 
 
Nobeta Edaletê bi klamên dengêjan berdewam kir.
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayika Aştiyê Remziye Bahçecî bal kişand ser girîngiya çalakiyê û da zanîn ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Bahçecî, destnîşan kir ku divê gelê kurd piştgiriyê bide çalakiyê û wiha domand: "Piştevaniya bi çalakiyê re dê bi xwe re azadiya Ocalan bîne. Azadiya Ocalan jî dê bi xwe re azadiya hemû girtiyan bîne." 
 
Di çalakiyê de hevpeyvîna bi parêzerê Nelson Mandela re hatiye kirin û di Rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye weşandin hat xwendin û nîqaş li ser hatin meşandin. Di çalakiyê de her wiha perwerdeya zimanê kurdî dom kir û gelek caran tililî hatin avêtin û dirûşma “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin. 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin