Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be

img
 
STENBOL - Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Parka Abbasaga kom bûn û şahiyek pêk anîn. Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, ji bo ciwanan peyamek şand û got: "Bi çavên we yên ku diçirûsin, bi dilê we yê pak û bi wêrekiya we, baweriya min heye ku hûn dê rol mîsyona xwe serkeftî pêk bînin." Temellî jî axivî û got: "Em dibêjin divê mafê biryar, gotin û erkê ya gel be."  
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) bi îşara “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin", beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Parka Abbasaga ya Beşîktaşê şahiya ciwanan pêk anî. Ciwanan park bi alên HDP'ê xemilandin. Dîsa pankartên “Israra di Sosyalizmê de israra di mirovahiyê de ye" û “Em xwe bi meclîsan bi rêxistin dikin, em li dijî faşizmê serî radikin" û “Ji Kampusan ber bi kolanan em xwe bi rêxistin dikin û azad dibin" vekirin. Tevî hewaya sar bi sedan ciwan tev li şahiyê bûn. Ciwanan li ber muzîkê stran gotin û govend gerandin. Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Parlamenterê HDP'ê Lezgin Botan amade bûn. Di şahiyêde peyamên Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel yên ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin. 
 
DEMÎRTAŞ: HÛN DÊ DI HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVIN 
 
Namzetê Serokoariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di peyama xwe de anî ziman ku hevî û baweriya wî ji ciwanan heye û bawer dike ku dê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Demîrtaş, serkeftin ji xebatên ciwanan re xwest û wiha got: Faşizm di her qadê de hewl dide civakê teslîm bigire. Lê ev sekna weya bi biryar, dê pêvajoyê li gorî sekna we ya bi biryar bi encam bike. Di her qadê jiyanê de HDP'ê di nava civakê de bi rêxistin bikin erk û rola we ye. Divê hûn her  ciwanekî zane û bi rêxistin bikin û tev li vê pêvajoyê bikin. Divê hûn bi sekna bîrdozî wan bi rêxistin bikin û HDP'ê bi wan bidin famkirin û siyaseta demokratik bidin bawerkirin. Bi çavên we yên ku diçirûsin, bi dilê we yê pak û bi wêrekiya we, baweriya min heye ku hûn dê rol mîsyona xwe serkeftî pêk bînin. Kesên dibêjin me bi ciwanî dest pê kir û me dê bi ciwanî bi ser bikevin bê guman dê bi ser bikevin. Teqez dê bi ser bikevin. Ez dîsa şahiya we silav dikim û serkeftinê ji were dixwazin." 
 
YUKSEKDAG: EZ BAWARIM HÛH DÊ BI KEDA XWE BI SER BIKEVIN
 
Piştî peyama Demîrtaş hat xwendin, peyama Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag  hat xwendin. Yuksekdag jî ciwan silav kir û wiha got: "Ez berî her tiştî vê meşa we ya bi qîmet pîroz dikim. We di serdema herî dijwar de hevî û hewldana xwe qut nekir. We bi baweriya kesên li ber xwe bidin dê bi ser bikevin hêz û coşa xwe berdewam kir. Em pir kêfxweşin tevgera me dê her dem ciwan bimîne. Hevî hemû operasyonên siyasî tevger û rêxistina me hêj li ser piyan e û têkoşîna xwe berdewam dike. Em qet ranewestiyan û me dê qet ranewestin. Em wekî daristnekê bi milyonan in. Wekî darekê azad û serbixwe ne. Em hevîya milyonan a ked, azadî, aştî û edaletê ne. Em dîsa dibêjin jiyanek din pêkan e. Serkeftina herî xweşik dê bi te bi min bi me û bi me hemûyan pêk bê. Riya we vekiri û aram be." 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî peyam şand û got "Silav ji hevalên Mazluman, Denîzan, Mahiran, Îboyan, Sakineyan û Semayan. Rêhevalên me yên ciwan ên li Cizre, Sûr, Nisêbîn, Efrîn û Rojava li dijî dagirkerî û faşîzmê li ber xwe dan, wekî pêşengê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi feraseta ku jiyana ekolojik û azadiya Jinê ava bikin têdikoşin, xwedî berpirsiyar in ku hevî û daxwazên gel pêk bînin û zindî bikni. 
 
TEMELLÎ: BILA MAFÊ GOTIN Û BIRYARÊ YA GEL BE 
 
Di şahiyê de herî dawî Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezaî Temellî jî axivî û wiha got: "Me ji Serokomar Erdogan re got 'Em te nakin serokdewlet. Em ji yên din re jî dibêjin em we nakin serokdewlet. Em dibêjin divê mafê biryar, gotin û erkê ya gel be. Ya muhîm bername, plan gotin û projeyên me ne. Dema me namzetê Serokomariyê diyar kir jî em li gorî vê hesasiyetê tev geriyan. Dema me namzetê xwe diyar kir me ji her kesî pirsî. Me xwest her kes bi hevre namzetê Partiya Demokratîk a Gelan diyar bike. Ji ber ku HDP partiya Tirkiye ye. Me xwest ji her kesî re vekirî be û bi riza her kesî be. HDP'ê heta niha deriyê xwe li kesî negirtiye û kes dernexistiye dervê xwe. Cudakarî û dijminantiya tu kesî nekiriye. Îro namzetê me namzetê Tirkiye ye. 
Hêza me ji jiyana me ya hevpar û biryara hevpar tê. Ji ber ku em dibêjin bila xwediyê gotin û biryarê gel be. Ji bo ku em karibin demokrasiya herêmî xurt bikin û pergala demokrasiya parlamentoyê têdikoşin. Em bawer dikin ku em dê di tûra yekemîn de jî û tûra duyemîn de jî bi ser bikevin. 
 
BI TAYBETÎ DIVÊ CIWAN LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN 
 
Temellî xwest di vê pêvajoya 24'ê Heziranê de bi taybetî ciwan li sindoqan xwedî derkevin û wiha got: "HDP dê di vê kampanyayê de têkoşîna xwe bi biryar bilind bike. Piştî 25'ê Hezîranê dê tekoşîna me bi dawî nebe. 25'ê Hezîranê dê têkoşîna me ji her demê bêtir xurt be. xebatên me yên heta 24'ê Hezîranê dê rêya piştî 25'ê Hezîranê nîşanî me bide. Jin û ciwan hêza herî mezin û bi tenê ya statuyê perçe dikin in. Em dê bi hevre bi ser bikevin. Îro ji bo xebatên hilbijartinê, sibê jî ji bo xebatên rêxistinkirinê em dê bi hevre têbikoşin û bi ser bikevin." 
 

Sernavên din

06/05/2018
12:16 Ji bo Efrînê Platforma Hiqûqnasan a Sûriye dest pê kir
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin