Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye

img
 
ENQERE – Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di daxuyaniya ji bo ajansa me da de têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya CHP’ê de got: “CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.” 
 
Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Selahattin Demritaş li Girtîgeha Edîrneyê bi riya parêzeran pirsên me bersivandin. 
 
Beşa duyemîn a gotûbêja duh ku der barê hilbijartinê de hatibû kirin ev e: 
 
* Em dixwazin em tewrê CHP’ê bipirsin. Di temamiya hilbijartinên dawî de xeteke polîtîka a li ser siyaseta rastgir sêwirandiye bi rê ve dibe û xwe nade ber diyaloga bi hêzên demokrasiye re. Tu vê yekê çawa dinirxînî? 
 
CHP tu carî nebûye hêvî û alternatîfeke rasteqîn. Mesafeya wê ya ji bi HDP û hêzên demokrasiyê bêsiyasetbûyîn û bêpêşbînîtî ye. Hîn jî çareye di xeta ratgiriya populîst de dibînin û ev yej jî nîşaneya herî berbiçav a ku pisûleya wan hêla rast nabîne. Hêvîdarim herî kêm di tûra duyemîn de ji destekkirina me xwe dûr nexin.
 
* Gelên Tirkiyeyê mecbûrî siyasetê rastgir in a ji nav AKP’ê derketiye?  Alternatîfa ji bilî wê çî ye? Tu çawa pênase dikî û tu bawer dikî ku serketina vê pêkan e? 
 
Alternatîf em in, HDP ye. Ne hewceye ku mirov li cihekî din li alternatîfê bigere. Jixwe xeta demokratîk a hemû bindestan bi HDP’ê re ev alternatîf afirandiye. Îro HDP ji berê bêtir derketiye pêş û êdî bûye xeta siyasî ya ku bûye hêviya hemû gelan. 
 
SERDANA PARLEMENTERÊN CHP’Π
 
* Berpirsiyarê karên dervê yê CHP’ê Ozturk Yilmaz serdana te kir. Em behsa navekî ku sererastkirina qanûnî ya bû sedema girtina we îmze kiriye dikin. Eger mezhûreke wê tune be tu karî hinekî behsa naveroka wê bikî? Kîjan mijar bûn rojev? 
 
Heta niha çi serdanên hatine kirin, Navenda Giştî ya HDP’ê hay ji hemûyan heye û hemû jî serdanên nezaket û piştevaniyê bûne. Elbet di vê hevdîtinê de rojevên siyasî jî hatin axaftin. Lê li vir tu carî li ser navê partiyê bi kesî re hevdîtinan çênakim, ev li vir nabe. Di vê mijarê de ya erkdan Navenda Giştî ya HDP’ê ye. Di hemû polîtîkayên partiyê de ji xwe em û Navenda Giştî di nav koordînasyonekê de tevgeriyan. Lê belê serdana parlementerên CHP’î bi temamî ji bo piştevaniyê bûn. Tiştekî xwezayî ye ku bandorên siyasî yên van serdanan hebin. Elbet armanc ne ev bû. 
 
* Herkes hay ji çewisandinên li ser HDP’ê heye. Di vê çarçoveyê de di warê rêjeya dengan a ku dê partiya we bigire tu çi difikirî? 
 
Divê hûn li ser gotina Erdogan ku di civîna nav partiyê de ji bo HDP’ê gotibû “Di sindoqê de veşêrin” jî bisekinin. Ev fermana Erdogan ne ji bo hilbijêran, ji bo hêzên dewletê ye. Yanî wateya wî ev e; “Nehêlin HDP bixebite, nehêlin ji sindoqan dengên wê derkevin.” HDP tevgereke hêzdar a gel e ku dikare her cure faşîzmê di sindoqan de têk bibe. Ne dûr e, dê di 24’ê Hezîranê de her tişt bê dîtin. Dê HDP potansiyela ku ji sedî 20 derbas bike nîşan bide. 
 
* Bi encamên van hilbijartinan, ji bo beriya wê û paşî wê dê Tirkiye li ser çi biaxive? 
 
Em ê dawiya bikovan a dîktatoriyê û serketina hêzên demokrasiyê biaxivin. 
 
* Di dema girtina te de ji AKP an jî ji siyaseta rastgir kesî bi te re pêwendî danî? Eger çêbûbe mahcûbiyet an jî poşmaniyek xwe daye der? 
 
Çi yekser û çi jî neyekser bi AKP’iyekî re jî pêwendî çênebûye. Navberekê endamên Komîsyona Bin a Girtîgehan a TBMM’ê di girtîgehê de serdana Enîs Berberoglû kirin. Min agahî şand ji vê komîsyonê re, min got nebî nebî bila serdana me nekin, em ê hevdîtinê qebûl nekin. Min got eger pir dixwazin bila biçin girtîgehên Tarsûs û Xarpêtê di cih de îdiayên îşkenceyê lêkolîn bikin. Jixwe neçûn wan deran jî. 
 
* Ji bo hilbijêrên we yên encamên 7’ê Hezîrana 2015’an afirandin bangek te heye? 
 
Di serî de ciwan û jin hemû kesên ku bi fedakarî û wêrekiyeke mezin serketina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê derxistin holê, dîsa ji bo xebatê vedixwînim ku careke din bi awayekî berpirsiyar tev bigerin. Dildarên berê jî di nav de bila herkesî qaneh bikin : )
* Di siyaseta Tirkiyeyê delêgerîna îtifaqê ya li ser asasên distûra “welat û milet” şikil girtiye heye. Ji bo HDP’ê pêvajo çawa bi rê ve diçe û di navbera partiyên kurd de kontakek heye? Dê HDP div ê pêvajoyê de stratejiyeke çawa bike an jî divê bike? 
 
Ji xwe Navenda Giştî ya HDP’ê di  van waran de bi perspektîfa îtifaqa astengdar xebata herî demokratîk bi rê ve dibe. Dikarim div î warî de pêşnyaran bidim ber partiya xwe û destekê bidim, lê belê daxuyaniyên div î warî yên HDP’ê ji bo me hemûyan derbasdar in. Dema hemû hevdîtin temam bibin em ê hemû bi awayekî berfireh bibihîsin.
 
MA / Hayri Demir
 

Sernavên din

06/05/2018
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket