Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?

img

STENBOL- Stenboliyan der barê hilbijartina zordest û îtifaqên navbera partiyan de axivîn û diyar kirin her diçe rewşa welat xirabtir dibe. Stenboliyan got: “Di van şert û mercan de ez ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzim?” 

Stenboliyan der barê hilbijartina zordest û îtifaqên navbera partiyan de axivîn. Alî Yaziciyê teqawidbûyî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di warê demokrasî, perwerdehî, tenduristiyê û polîtîkaya derve de ne serkeftî ye û got: “Tenduristî û perwerdehiya ku mafê qanûna bingehîn in arizî kirin. Em behsa tenduristiyê dikin, her tişt veguherandin pereyan. Li welat tu tişt nema ku nefirotin. Pêşeroja zarokên me hatiye îpotekkirin. Me ew wekî wekîl tayîn kirin. Ne ku li wir 20-30 hezar meşa bigirin. Ji bo debara gel bikin me deng da wan. Lê tenê ji bo xwe dixebitin. Di tu warî de nebaş in. Teqez dê AKP-MHP’ê winda bikin.” 
 
‘FIKIRÎM KU BENZÎNÊ BI XWE DAKIM Û XWE BIŞEWITÎNIM’ 
 
Niyazî Arslan anî ziman ku di hilbijartinên berê de ew ji bo AKP’ê xebitiye û ji ber ku dengê xwe daye AKP’ê niha poşman e. Arslan destnîşan kir ku ew ê di vê hilbijartin qethiyen dengê xwe nede AKP’ê û got: “Qethiyen ez ê dengê xwe nedim AKP’ê. Çimkî min aqilê xwe bi nan û penêr nexwariye. AKP û MHP tu gotin nedima ku ji hev re nedigotin. Niha jî îtifaqê dikin. Dema AKP bû îktîdar mala min, wesayîta min û kargeha min hebû. Mala min şewitî, kesî alîkarî nekir. Niha tu tiştek min nemaye, ewlehiyeke min a cvakiyî tune ye. Em nikarin biçin nexweşxaneyan tedawî bibin. Nexweşxane, pir hemû bi pereyan e. Li ser pişta gel pereyan qezenc dikin. Gelek caran fikirîm ku ez benzînê bi xwe dakim û xwe bişewitînim.” 
 
‘DÊ EDALET BI SER BIKEVE’ 
 
Erdogan Tutuncu îtifaqa AKP-MHP’ê îtifaqa din wekî “xayîntiyê” diwesifîne, lê belê herdu partî îtifaq çêkirin. Tutuncu anî ziman ku heta demek berê jî Erdogan û Bahçelî tu gotin nediman ji hev re nedikirin û got: “Niha jî îtifaq çêkirine. Netewperestiyê xistine bin piyan. Netewperestî welathezî ye. Hemû tiştên dewletê firotin. Herî dawî jî fabrîkayên şekir firotin. Eger tişta ku ev dikin netewperestî be, nexwe netewperestiyê xelet hînî min kirine.” 
Bankevan Gonul Kûtlûca jî got: “Dilê me li hêla cumhûriyetê, parlementoyê ye. Dixwazim di hilbijartinê de edalet bi ser bikeve. Qethiyen îtifaqa AKP-MHP’ê qebûl nakim. Dîktatoriyê qebûl nakim. Eger hilbijartineke biedalet be em ê bi ser bikevin.” 
 
Alî Erçînê teqawidbûyî diyar kir ku ji ber AKP fêm kiriye dê bi tena serê xwe nikaribe bibe îktîdar bi MHP’ê re îtifaq çêkiriye. Erçîn diyar kir ku AKP di warê perwerdehî, tenduristî û aboriyê de bi ser neketiye û hewl dide di warê înşeatê de bike. Erçîn got, tenê mezinbûyîn di qada îneşatê de nabe û divê mezinbûyîn bi pîşesaziyê re pêk bê. Erçîn got: “Pîşesaziyê paşguh kirin tenê îmareke di warê înşeatê de kirin û ev yek jî çareseriyeke demborî ye. Çandinî jî bi qasî pîşesaziyê girîng e, lê belê niha em di warê çandiniyê de veguherîne welatekî îthal.” 
 
'DI VÊ HILBIJARTINÊ DE KARÊ WAN ZEHMET E’
 
Abdullah Zor da destnîşan kir ku AKP ji bo Tirkiyeyê felaket e û êdî herkes dizane ku k adi 16 salan de çi kirine ji Tirkiyeyê. Zor bi lêv kir ku niha rewşa ku welat tê de ye rewşeke pir xirab e û ew wisa difikire ku dê îtifaqa AKP-MHP’ê nikaribe div ê hilbijartinê de bi ser bikeve. 
 
‘REWŞA WELAT QET NEBAŞ E’ 
 
Kardêr Alî Yalçin jî, diyar kir ku li gorî berê muxalefet hêzdartir e û got: “Kesên ji aboriyê fêm nakin li ser serê me ne. Tenê ji aboriya tûglayan fêm dikin. Her der bûye înşeat. Kes behsa îthalatê nake. Ji bo zarokên xwe ez rewşa vî welatî qet baş nabînim.” 
 
'HÊVIYA MIN HEYE’ 
 
Wênekêş Yasîn Akgul jî got: “Tişta meraq dikim ev e; çim adi îtifaqa CHP-ÎP’ê de HDP an jî ODP tune ye? Hêviya min ji vê hilbijartinê heye. Wisa bawer dikim ku em ê li welatekî hîn azad bijîn.” 

Sernavên din

06/05/2018
12:16 Ji bo Efrînê Platforma Hiqûqnasan a Sûriye dest pê kir
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin