Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin

img
AMED – KCD’ê der barê tifaqên hilbijartinê de daxuyanî da. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku tifaqên partiyên din ku hatine çêkirin nijadperestiyê diparêz in û HDP’ê jî derveyê tifaqan dihêlin û xwest ku kurd jî li dijî van tifaqan yekîtiya xwe çêbikin û tifaqa xwe ava bikin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li avahiya xwe têkildarî tifaqên hilbijartinê civîna çapemeniyê li dar xist. Li gel Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endam û rêveberên KCD’ê beşdarî civînê bûn. 
 
Ozturk daxuyanî xwend û daxuyanî wiha ye:
 
“Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her gav li ser tune hesibandina nasname, hebûn û siyaseta Kurd xwestiye xwe bi pêş bixe. Ev helwest di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de careke din bi hemû dijwariya xwe ve derket holê. Vîna ku gelê Kurd û der û dorên azadîxwaz bi HDP’ê destnîşan kirin, nehat qebûlkirin û hilbijartin di 1’ê Mijdara 2015’an de hat dubarekirin. Bûyerên ku qewimîn ji aliyê raya giştî ve baş tên zanîn. Zilm û zordariya li ser Kurdan roj bi roj zêde bû û gihîşt asta herî bilind. Hê jî ev helwest didome. Li gorî wan dîsa siyaseta ‘Kurdên baş û yên nebaş’ dixwazin bidomînin Ev yek ne tenê li hember destkeftiyên Kurdan ên li Tirkiyeyê, deskeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi awayeke aşkere hate dîtin. Hem li hemberî referandûm û meseleya Kerkukê ya li Başûr û hem jî li hemberî sîstem û meseleya Efrînê ya li Rojava, Tirkiye û hevkarên wê helwesta xwe ya dijminatiyê diyar kirin. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kurtir bike. Dîsa siyaseta ‘Kurdên baş û yên nebaş’ didomînin. Lê, êdî piraniya Kurdan rastî çi ye dîtine û li gorî wê tevdigerin. Hemû cihan jî pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya gelan nekiriye û dê neke jî. Her wekî din mirov dikare bêje; di pêvajoyên wisa girîng de hêst û ramanên neteweyî yên gelê Kurd jî her gav derdikeve holê. Îro jî di nav civakê de daxwaziya yekitiya Kurdan ji her gavê zêdetir derketiye pêş.  
 
‘NIJADPERESTIYA TIRK DIPARÊZ IN Û HDP’Ê DERVEYÎ TIFAQA DIHÊLIN’ 
 
Careke din hilbijartinên ku vîna Kurdan nahesibîne ketiye rojeva Tirkiyeyê. Ev hilbijartina pêşwext jî di siyaseta nijadperest a Tirkiyeyê de bi bloqên ku hatine çêkirin de xwe dide der. Îro rûyê siyaseta Kurd a ku di siyaseta parlametoyê de xuya dike HDP ye. Lê mixabin hemû partiyên li parlamentoyê û derveyê wê siyaseteke xurt a HDP’ê naxwazin. Helwesta wan li gorî wan helwesteke wan a neteweyî ye. Her du bloqên ku hatine çêkirin jî dixwazin qaşo li hemberî sîstema nû ya ku têxwestin derkevin. Lê gava ku li naverokên nêrîn û axftinên wan dinêrin, nijadperstiya Tirk diparêzin û her du bloq jî HDP’ê derveyê tifaqan dihêlin. Ku di vê çarçoveyê de mirov lê binêre,  helwesta ku siyaseta Kurd nîşan bide jî êdî divê li ser esasê Yekitiya Kurdan be. Ev nayê wateya ku Kurd jî nijadperestiyê bikin. Kurd tenê daxwaziya maf û azdiyên xwe û yên der û dorên ku mafên wan hatine binpêkirin dikin. 
 
‘LI HEMBER VAN TIFAQAN DIVÊ TIFAQA KURDAN JÎ HEBE’ 
 
 Bi rastî daxuyanî û nêrînên ji partiyên siyasî yên Kurd tên jî  cihê şanaziyê ye ku gavên erênî yên ji bo yekitiyê ne. Ev jî daxwaziya bi salan a gelê Kurd e. Dibe ku di pêvajoya hilbijartinan de ev yek zêdetir  derketibe pêş, lê  em dizanin ku daxwaziya hemû partî û rêxistinên Kurdan ev bû. Helwesta ku di van rojan de tê nîşandan, ji aliyê civakê ve dibe sedemeke xurt a Yekitiya  Neteweyî.  Em di wê nêrînê de ne û hêvî dikin ku hemû aliyên Kurdan bi van hêst û ramanan tevbigerin, tifaqa xwe xurt bikin û bi piştgirîdayîna hev Yekitiya Netewî mayînde bikin. Li hember van tifaqên bê Kurdan, divê tifaqa Kurdan jî hebe.”

Sernavên din

06/05/2018
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket