MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin

img

AMED – Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê rapora mehane û salane ya binpêkirina mafên rojnamegeran ji raya giştî re parve kirin. MKGP'ê diyar kir ku di salekê de 10 rojnamegerên jin hatin girtin û 8 rojnamegerên jin hatin kuştin. ÎRA jî diyar kir ku di nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin. 

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi civîna çapemeniyê rapora meha Nîsanê û rapora jinan a salane ya binpêkirina mafan aşkere kirin. Gelek endamên Înisyatîf û Platformên beşdarî civînê bûn. Rapora Înisiyatîfê ya bi kurdî rojnameger Elîf Alkan û ya bi tirkî jî Berdevkê Înîsiyatîfê Hakki Boltan xwend. Rojnameger Roza Metîna jî rapora salane ya Platformê xwend. 
 
Rojnamer Elîf Alkan diyar kir ku 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê ye lê çapemenî û rojnameger ne azad in û got: “Mixabin di waletê ku em lê dijîn de tu wate û giraniya rojên wisa nîn e. Lê em rojnamegerên li Tirkiyê dijîn di rojên wisa de jî qala êş û azarên rojnamegeriyê, qala êrîşan, qala binçavkirin û girtina rojnamegeran, qala desteserkirina nirx û rûmeta çapameniyê dikin. Di rapora meha din de hêjmara rojnamegerên girtî 170 bûn. Di vê raporê de hêjmar derketiye 190’î. Hikumeta heyî bi kar û barê dike xwe li ber deriyê girtîgeha Tirkiyê ya mezintirînê cîhanê kiriye gardiyan. Ne pêkane ku ev biguhêre.  Di vê rewşê de nabe ku em xîtabê hikumeteke wisa bikin û wê vexwînin hiquqê.” 
 
Alkan rapora Înîsîyatîfê ya meha Nîsanê wiha parve kir: 
 
* 190 rojnameger girtîne  
* 17 rojnameger hatin binçavkirin
* 33 rojnameger hatin girtin. 
* Li 2 rojnamegerî doz hat vekirin. 
* 50 rojnamger hatin darizandin. 
* Li 29 rojnamegeran bi giştî 144 sal, 2 meh û 29 roj cezayê girtîgehê, 3 hezar TL cezayê pere hat birîn.”
 
PLATFORMA ROJNAMEGERÊN JIN ÊN MEZOPOTAMYA: DI SALEKÊ DE 8 JIN HATIN KUŞTIN
 
Li ser navê rojnamgerên jin Endama Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna rapora sala 2017’an û  sala 2018’an a meha çileyê xwend. 
Roza Metîna, diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî rojnamegeran zext û zordestî zêde bûne û yên ku herî zêde tên çewisandin jî jin in. Metina, da zanîn ku Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ji bo parastina mafê jinê û li dijî tundiya li ser qada çapemeniyê hat avakirin û wiha got: "Platform ne bi tenê ji bo jinên Kurd biparêzin hatiye avakirin, ji bo mafê hemû jinên cihanê bê parastin hatiye avakirin û got: “Ev platform platformek navneteweyî ye. Piştî 15’ê Tirmehê OHAL’a ku hat îlankirin zext û zordetî ya li ser çapemeniyê zêdetir bû û gihaşt asta herî jor. Wek rojnamegerên jin jî biryar hat dayin ku  platformek bê avakirin û di çarçoveya vê platformê de mafên jinê bê parastin.”
 
Roza piştre rapora 2017’an û meha çile ya 2018’an xwend. Rapor wiha ye:
 
“Çile
 
* Li gor rapora ku hat aşkerekirin karta çapemeniyê ya zer a rojnemgerekê hat betalkirin
* 3 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin
* Xebatkarek çapemeniyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û bi hinceta propagandaya rêxistinê hat binçavkirin û girtin. 
 
Sibat
 
* Rojnamegerek ji karê xwe hat avêtin
* Rojnamegerek di dema şopandina nûçeyan de li Rihayê hat binçavkirin û bi îdaiaya endama rêxistinê hat girtin 
* Rojnemegerek di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da
* Di 27'ê Sibata 2017'an de derbarê nûçeya Hande Firat a di Hurriyetê de ya bi navê Karargah Ne Rehet e/ Ji Heft Rexneyan Heft Bersiv li Serdozgeriya Komara Bakirkoyê lêpirsîn hat destpêkirin 
 
Adar
 
* Di 23'ê Adara 2017'an de li Şengalê di encama êrîşa Pêşmergeyên Rojê de Rojnameger Nujiyan Erhan birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. 
 
Nîsan
 
* Di 5'ê Nîsana 2017'an de ji ber şopandina nûçeyan a li Nisêbînê Nûçegîhana DIHA'yê Meltem Oktay di 14'ê Nîsanê de hat girtin. 
* Her wiha di Nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. 
 
Gulan
 
* Di 3'ê Gulana 2017'an de Rojnamegerên jin Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ava kirin. 
* Di 9'ê Gulana 2017'an de ji ber nûçeya nûçegihana rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun a bi navê "Di pîvazan de jî mît derket" 10 sal ceza lê hat birîn.
* Beyza Ustun a ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê rojekê bû Gerînendeya Giştî Ya nobedar salek û 3 meh ceza lê hat birîn. 
* Di Gulanê de 3 rojnameger hatin girtin. 
 
Hezîran
 
*Cezayê Rojnameger Zehra Dogan ê 2 sal 9 meh û 22 rojan hat erêkirin 
* Nivîskara Cumhuriyetê Nuray Mert ji kar hat avêtin 
* Di 25'ê Tebaxê de hukumeta AKP'ê du KHK'yên nû derxistin bi KHK'yan Rojeva Medya, Rojnameya Şujin û Ajansa Dicle Medyayê hat girtin 
* Di vê mehê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. 
 
Îlon
 
* Di 23'ê Îlonê de muhalif û aktivîsta Suriyeyî Orouba Bakarat û keça wê Halla Barakat li mala xwe ya Uskudara Stenbolê hatin kuştin.  
* Lîstikvan Julide Kural ji ber di  çarçoveya piştgiriya bi Rojnameya Ozgur Gundema ku hat girtin beşdarî kampanyaya "Gerînendeyê Giştî ê Nobedê" bû salek û 3 meh ceza lê hat birîn. 
 
Cotmeh
 
* Di çarçoveya dozên ku derbarê Rojnemeya Ozgur Gundem a ku hat girtin li Parêzer Eren Keskîn 6 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar TL cezayê pere hat birîn. 
* Di 14'ê Cotmehê de nûçegîhana ANHA'yê Dilîşah Îbiş di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da 
* 29 rojnameger hatin binçavkirin 2 rojnameger hatin girtin 
 
Mijdar
 
*Li Gerînendeya Giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Eren Keskin û Gerinendeya Karên nivîsê Reyhan Çapan re 100 hezar TL cezayê pereyan hat biri
 
Berfanbar
 
* 20 jinên ku xwestin balê bikşînin ser êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê çûn ber avahiya TRT û xwestin beşdarî weşana zindî bibin. Li van jinan û li 2 nûçegihanên jinhayê yên ev nûçe dişopand 31 sal û 3 meh ceza hat dayin
 
Sala 2018'an
 
* Di meha Çileya 2018'an de 2 rojnameger hatin binçavkirin"
 
 

Sernavên din

06/05/2018
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin
10:18 Dirûşma 'Bijî têkoşîna serxwebûna gelên Kurt û Tirk' 46 salin deng vedide
10:14 Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e
10:13 Girtiyê nexweş Ayik di girtîgehê de binçav kirin
09:14 Taşdemîr: Em ê bi dirûşmeya jinan mora xwe li serdemê bixin
09:13 Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye
09:12 Stenbolî: Di van şertan de em ê çawa îtifaqa AKP-MHP’ê biparêzin?
09:10 Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê: Polîs me wekî ‘terorîst’ nîşan didin û dikin hedef
09:09 Îtîfaqa bêyî HDP’ê rexne kirin: Dê bi kîjan rûyî daxwaza dengan bikin?
09:09 Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê: Em enerjiya xwe li dijî îktîdarê bikin yek
09:06 3 rojan di hucreyê de hiştin û muayene nekirin û şandin girtîgehê
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
04/05/2018
19:55 Mamoste Ayşe Çelîk hat berdan
19:10 Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe
17:36 Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Demîrtaş e
15:57 Dayika Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu jiyana xwe ji dest da
15:52 ‘Gelo di 12 kêlî dimenên hatin qutkirin de tetîkêşê Elçî diyar e?'
15:35 Turk: Pêvajoya pêşiya me girîng e, yekîtî lazim e
15:19 'Sira dewletê' ji dadgehê veşartin
14:53 Girtiyê nexweş Devrîm Ayik kirin hepsa malê
14:14 Li Amedê 2 girtîgehên nû vebûn û 5 jî di rê de ne
14:11 Qeyûm bîrdariya ku nûneriya kurd û ezeriyan dike rakir
13:45 Li Dîlokê 5 kes ji ber tora civakî hatin girtin
13:42 Ji bo gotina ‘Rêberê Gelê Kurd’ di danişîna destpêkê de beraet kir
13:24 Demîrtaş dê li salona dadgehê hilbijêrên xwe bibîne
13:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan
12:53 Buldan: Daxwazên 5 partiyan daxwazên me ne
12:52 HDP û HDK: Dersim hafizeya hevpar a gelan e
12:44 AKP û MHP'ê ji bo Erdogan serî li YSK’ê da
12:37 HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
12:14 Li girtîgehê jî karta çapemeniyê pirsîn
11:38 Dadgehê kalê 72 salî yê nexweş ceza kir
11:24 Di teqîna înşatê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn
11:05 Dizên li pêş kamerayan diziyê dikin nayên girtin
11:04 CHP’ê namzetê xwe aşkere kir. Muharrem Înce bû namzetê CHP’ê
10:34 EMEP'ê diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide HDP'ê
10:07 Şahidê Komkujiya Dêrsimê: Neviyên Seyîd Riza tu carî serî natewîn in
09:27 Di referandume de 'Erê' bi ser ket lê aborî têk çû
09:19 EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin
09:18 4 girtiyên nexweş ên giran 15 roj in di grevê de ne
09:17 Elewî: ‘Em ê li dijî yekzilamiyê bibin yek’
09:17 Piroglu: Ji bo rûxandina vê pergalê tekane alternatîf HDP ye
09:16 Ji bo berdana Demirtaş dê serî li YSK’ê bidin
09:15 Dewrkirina erdên çandiniyê ya ji bo şîrketan dest pê kir
09:15 Der barê rojnamevan Orûçê de tenê delîl beyanên şahidan e
09:14 Pêşketina sanayê pîşeya merşên destan qedand
09:13 ‘Performans dê têkilya mamsote-xwendekaran xera bike'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
08:46 Washîngton: Destûr nadin Efrînî vegerîn malên xwe
03/05/2018
21:45 Dirûşmeya Demirtaş diyar bû: Tu dikarî - Senle Degişir
20:12 Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat Çoban hat girtin
17:12 6 kesên berî 1’ê Gulanê hatin binçavkirin, hatin girtin
16:01 Çalakiya akademîsyen û xwendekarên ÎU bi rojan e didome
15:48 ÎHD: Çapemeniya azad li dû şopa rastiyê li ber xwe dide
15:40 ÎHD'ê, Rapora mafê perwerdehiyê ya Marmarayê ragihand
15:21 Parazvanên mafên mirovan tundiya polîsan a li dijî Pulat şermezar kir
14:51 Dozger ji kujer Alî Çeçen, cezayê muebeta giran xwest
14:50 Tundiya polîsan a li dijî Pulat a 75 salî ket ber kamera
14:30 Li Hezexê ciwanek hat binçavkirin
14:29 Taşdemîr: Em ê pargala Hevserokomartiyê bînin
14:17 Ji 7329 bernamzetên AKP'ê tenê 1332 jin in
14:10 Ozturk: Divê kurd jî tifaqa xwe çêbikin
13:59 Du bersûcên kuştina zaroka 38 rojî hatin berdan
13:55 MKGP: Di salekê de 8 rojnamegerên jin hatin kuştin
ÎRA: Di Nîsanê de 33 rojnameger hatin girtin
12:27 Dozger bêyî ku îfadeya 10 HDP’iyan bigire, xwest bên girtin
12:24 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Li dijî girtina rojnamegeran bêdeng nemînin
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket