Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ê di mitînga Kartalê de axivî, têkoşîna hevpar destnîşan kir û wiha got: “Em vê tarîtiyê belav bikin û têkoşîna edalet û aştiyê bi hev re mezin bikin.”
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi dirûşmeya “Em budçeya gel a demokratîk a ji aliyê kedê ve dixwazin” li Qada Kartalê mitîng li dar xist. Kedkarên cemaweriyê yên bi kortejan qada mitîngê tejî kirin pankartên “Ne ji patronan re ji mamosteyan re budçe” , “Ne ji sermayeye re ji gel re budçe” , “Em dixwazin bijîn” hilgirtin. 
 
Di mitîngê de dirûşmeyên “Kar, nan, aştî azadî” , “Bijî piştevaniyê çînan” , “Ne ji çekan re ji perwerdehiyê re budçe” , “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” , “Em dixwazin weke mirovan bijîn” , “Jin jiyan azadî” , “Ji şer re na, bila demildest aştî pêk were” hatin berzkirin. Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û gelek saziyên sivîl ên civakî yên weke Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdar bûn. Di mitîngê de ji bo kesên di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. 
 
‘TEQEZ WÊ KEDKAR SERBIKEVIN’ 
 
Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Stenbolê Nezahat Altinsoy a di mitîngê de axivî, destnîşan kir ku budçeya desthilatê amadekirî belgeya “xiyanetê” ye û wiha got: “Desthilatên ji nijadperestî û mîlîtarîzmê sûd digirin nikarin budçeyên gel çêbikin.” Altinsoy, anî ziman ku ji bilî têkoşînê tu çareya wan nîne. 
 
TÊKOŞÎNA JI BO DEMOKRASIYÊ  
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî bi kurdî û tirkî herkes silav kir. Bozgeyîk, anî ziman ku polîtîkayên tepisandinê yên hikûmetê yên li ser karker û kedkaran dewam dikin û wiha got: “Em bi faşîzmeke vekirî re rû bi rû ne.”
 
Bozgeyîk, da zanîn ku li gelek deverên cîhanê polîtîkayên şer, dagirkerî û qirkirinê dewam dikin û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên Îsraîlê yên li dijî Filistînê, polîtîkayên şer û qeyûmê yên ji ber nebûna çareseriya pirsgirêka kurd li welatê me, krîzên pirhejmar kûrtir dikin. Êdî nikarin îdare bikin. Bi her roja ku derbas dibe re têkiliyên qirêj ên navbera olîgargakan û mafyayan û AKP û MHP’ê di çapemeniyê de cih digirin. Gelê me êdî nikare bêhnê bistîne. Em îro bi we re li meydana Stenbolê û Amedê ji bo budçeyeke ji ked û gel li qadan in.  Ji ber ku desthilata siyasî polîtîkayên xwe yên milîtarîst, olî û zayendîperest didomîne, yên winda dikin dibin gel, kesên teqawît, kesên mûçeyên kêmtirîn digirin û xwendekar. Ji bo demokrasiya li welêt em têkoşîneke hevpar dimeşînin.”
 
‘FATOREYA KRÎZÊ DÊ JI KÊ RE WERE BIRÎN?’ 
 
Bozgeyîk, destnîşan kir ku desthilatê bi budçeya amadekirî re tercîha xwe ji alîgir û sermayedaran re bikaranî û diyar kir ku budçe ji bo gel neyînî ye. Bozgeyik, anî ziman ku heke budçe were qebûlkirin dê ji bo kesên teqawît “bixeter” be û wiha berdewam kir: “Bi taybetî dê xizanî û birçîtiya kesên teqawît zêde bibe. Krîza herî bingehîn ya îro ew e ku kî dê fatoraya krîzê bide. Kesên welat bi rê ve dibin fatoraya krîzê li bêkarên ciwan, xizanan û teqawîtan bar dikin. Em ber bi xizaniyeke kûr ve diçin, sermayedar dewlemendiya xwe zêde dikin.”
 
HÊZA YEKANE 
 
Bozgeyîk, gotinên xwe wiha domandin: “Heke em têkoşîna li welat me daye destpêkirin bilind nekin em hemû dê winda bikin. Ji ber wê yekê peywîr dikeve li ser milê me hemûyan. Ji bilî hatine bahev tu çareyên din nînin. Yekane hêza ku welatekî demokratîk ava bikin em in. Ji bo yekitiya kedê û xwişk û biratiya gelan hêvî em in. Bes em li cem hev bin.”
 
‘EM Ê JI TÊKOŞÎNÊ VENEGERIN’ 
 
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî destnîşan kir ku ji bo jiyanê têdikoşin. Fîncanci, destnîşan kir ku ji nava têkoşîna ked û jiyanê hatine, ji têkoşînê venagerin û wiha got: “Bi salan em serbilind in ku bi KESK’ê re li cem hev in. Bi taybetî em di erdhejê de bi hev re bûn. Encax em werin cem hev hêzê bidin hev û tenduristiyê xurttir bikin û têkoşînê mezin bikin.”
 
‘EM LI HER DERÊ NE’  
 
Fîncanci, bi bîr xist ku ji ber “xebatên derveyî armancê” ji peywîrê hatine wergirtin û wiha berdewam kir: “Heta ku azadî, tenduristî, edalet û aştî nebe tiştek nabe. Ji ber vê em li rex tenduristiyê ji bo azadî, aştî û edaletê têdikoşin. Heta ku aştî nebe ne pêkane ku mirov bijîn. Em tiştên li Xezayê diqewimin dibînin. Nabe ku mirov temaşe bike. Çîna karkeran bi hêz e. Divê em çîna karkeran ne li malê li qadê bibînin. Ji ber ku yekane xelasî bi hev re ye. Her wiha TTB em hemû ne. Em li her derê têdikoşin. Li Akbelenê ne, li Sînopê ne û li dijî şer li Xezayê ne li Rojava ne. Ji bo ku rawestînin şer li ku be em ê têbikoşin. Bêdengî me xelas nake. Qasî ku bêdeng bibin dora we jî tê.”
 
Piştî axaftina Fîncanci herkesê dirûşmeya “TTB em in em jî li vir in” berz kirin.  
 
Mitîng bi konsera hunermendên NÇM’ê bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin