'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'

  • rojane
  • 16:13 2 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 975’emîn a de li Qada Galatasarayê hatin gel hev û aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn. Raportorê Daîmê ya Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor jî diyar kir ku parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 975’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Piştî 33 hefte şûnde bi berxwedaneke bêhempa carek din li Galatasarayê çalakiya xwe pêk anîn. 
 
Beriya çalakiya vê hefteyê hemû kolanên Cadeya Îstîklalê bi wesayîtên zirxî û yên binçavkirinê hatin girtin. Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Dayikên/Mirovên Şemiyê di destên wan de qûrnefîl û bi wêneyên xizmên xwe ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Sebla Arcan ve hat xwendin. 
 
Arcan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca çalakiyê û got: “Em ji bo Huseyîn Taşkaya yê ku 30 sal in aqûbeta wî nehatiye zelalkirin edaletê dixwazin. Huseyîn 42 salî bû bavê 4 zarokan bû. Li Girê Sor mutehît bû. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de ji hêla cerdevanên êşîra Bucak û polîsan ve bi ser mala apê wî ya li taxa Baglara Girê Sorê hat girtin û Huseyîn hat binçavkirin. Xizmên Huseyîn ji ber ku li dijî binçavkirinê derketin lêdan xwarin. Huseyîn bi maşîneya leşkerî birin. Çend malbat serî li cenderme, emniyet, dozgerî û walîtîyê dan jî bêbersiv man. 
 
KIRYAR NEHATIN CEZAKIRIN
 
Derbarê aqûbeta wî de lêpirsînek nehat destpêkirin. Çend li ber çavên şeniyên taxê û xizmên wî hat binçavkirin jî dozgerî derbarê dosyayê de biryara neşopandinê da. Aqûbeta wî nehat zelalkirin û kiryar nehatin cezakirin. Malbat 4 nifşin ji bo diyarkirina li aqûbeta Huseyîn di nav lêgerînê de nin. 
 
BANG LI MEQAMÊN SIYASÎ HATE KIRIN 
 
Di hefteya 975’emîn de em carek din bang li meqamên siyasî dikin. Ji bo darizandina kiryaran û zelalkirina aqûbeta Huseyîn lêpirsînek bê destpêkirin. Çend sal derbas dibe bila derbas bibe jî em ê ji bo Huseyîn û ji bo windayên din lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”
 
Piştî daxuyaniyê beşdarvanan qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û dû re Raportorê Daîmî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor li avahiya ÎHD'ê ya Beyogluya Stenbolê daxuyaniyek da.
 
DAXWAZA DAYIKÊN ŞEMIYÊ REWA YE
 
Dayik û Mirovên Şemiyê, endamên Dayikên Aştiyê, Endamên Dayikên Nobeta Adaletê, Hevseroka Giştî ya ÎHD Eren Keskîn û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Nacho, diyar kir ku ji bo piştevaniyê hatiye û got: “Gelek polîs ji bo çalakiyê kom bibûn. Daxwaza Dayikên Şemiyê rewa ye. AYM jî bi biryara xwe meşrûbûna çalakiyê aniye ziman. Biryara AYM’ê cihê pesin dayînê ye. Lê biryar hat binpêkirin. Ez pir dilşadim ku min çalakiya Dayikên Şemiyê şopand. Ji ber ku Dayikên Şemiyê nîşaneya welatîbûnê ne. Li Tirkiyeyê gelek maf tên îhlalkirin, lê min xwest ez çavderiya Dayikên Şemiyê bikim. Parastina Dayikên Şemiyê tê wateya parastina mafên mirovan. Ez ji bo mafê we li vir im.”
 
Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê