Partiyên Kurdistanî ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kirin

img

AMED – Li Amedê 5 partî û tevgerên Kurdîstanî li hev kirin û ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser 15 xalan “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” damezrandin. Saziyan ragihand ku kîjan partî van xal ango prensîbên wan qebûl bike dê bi wan re tifaqê ava bikin. 

Di 24’ê Hezîranê de dê hilbijartina zordest pêk bê. Li aliyekî nîqaş û rexneyên li ser vê biryara hilbijartinê dewam dikin û li aliyê din jî gelek partî di nav lêgerînên tifaqê de ne. Partiyên Kurdistanî ku ji Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tên bi civînek çapemeniyê “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” îlan kirin. Partiyan li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîn li dar xist. Di civînê de serokên giştî, rêveber û endamên van partiyan amade bûn. 
 
Metna prensîbên ragihandina tifaqê bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş xwend û ya tirkî jî Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk xwend. 
 
Daxuyaniya tifaqê ku ji xalên prensîbên wan pêk tê wiha ye:
 
“Em mizgînîyê didin gelê xwe ku me ‘Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê’ ava dikin. Ev partî û tevgerên ku navê wana li jêr hatine nivîsandin, me bi hev re biryar da ku em di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi hevdu re tev bigerin û xebatê bikin.
 
Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kirîye. Emê li ser esasê qebulkirina van prensîbên sîyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin. Em dixwazin di vê der barê de gelê xwe agahdar bikin. Prensîbên me yên sîyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:
 
* Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xwedîderketina li  ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.
 
* Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê Tirkî weke zimanekî resmî qebûlkirina zimanê Kurdî.
 
* Li dijbûna hemû qedexeyên li ser azadîya ramanî û xebata rêxistinî
 
* Qebûlkirina mafên netewî û bawermendîyê yên hemû eqalîyet, dîn û mezheban.
 
* Parastina mafên jinan.
 
* Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alîyên Kurdan bibin mixatabê dîyalogê
 
* Xwestina serbestberdana  hemû girtî û hefsîyên sîyasî.
 
* Divê qanûna  partîyên sîyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bê çêkirin da ku hemû astengîyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.
 
* Sonda Parlamenterîyê li ser bingehe ku hebûna eqalîyetan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.
 
* Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû şerh û astengîyên ku li ber bicîhanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kirîye ji holê rake.
 
* Divê hemû şertên Ewrûpayê yên di der barê Xweserîya Rêvebirîyên Herêmî de bêne qebûlkirin.
 
* Ji bo ev prensîbên me yên sîyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, sîyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.
 
* Em ê mihawile bikin ku li ser van prensîbên sîyasî em potansîyela herî berfireh ya sîyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê bikin.
 
* Em ê  wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, bi wan alîyên Tirkîyeyê yên ku van prensîbên me yên sîyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav dîyalogê de bin.
 
* Ev alîyên ku ji bo avakirina alternatîfeke neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên sîyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi alîyên sîyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di der barê şêweya beşdarîya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.”
 
 

Sernavên din

03/05/2018
12:05 Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket
11:54 Ji xebatkarên ETHA yên girtî peyama 3’yê Gulanê
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 752’yemîn serlêdan kirin
11:37 Li bendê ye Hevserokê HDP’ê Çîçek û 10 kesan derxin dozgeriyê
11:24 Bi darvekrina Penahî ji bo demekê hat rawestandin
11:20 Li qada 4 sivîl lê hatin kuştin, bêyî agahiya mexdûran keşif kirine
11:00 Duymak a hevjînê wê di jêrzemînên Cizîrê de hat kuştin, hat berdan
10:51 Dersimî: Di 81'emîn sala komkujiyê de heman politika didome
10:19 HDP xwe amade dike li derveyî welat rekorê bidest bixe
10:07 Partiyên kurd: Tifaq dê pirsgirêkan çareser bike
09:37 Bîlgen: Wekî balansa rota wê xera bûye wê dikişîne rastê
09:12 Waliyên Şirnex û Mêrdînê zû dest bi xebatên hilbijartinê kirin!
09:11 KCD: Em dê tevî hemû pêkhateyên Kurdistanî bi gelê Tirkiyeyê re têbikoşin
09:10 Ji qada 1’ê Gulanê bang kirin: Divê em ‘îtifaqa faşîzmê’ rawestînin
09:09 Dadgeha Îstinafê 8 sal cezayê li wekîlê HDP’ê Zeydan erê kir
09:07 Berdevka MGKP’ê Guney: Em ê rêxistinbûna rojnamevanên jin xurtir bikin
09:07 Malbata leşkerê bi guman hat kuştin: Bûyerê ronî bikin
09:00 ROJEVA 03'Ê GULANA 2018'AN
02/05/2018
19:14 Çiyayê Cûdiyê tê topbarankirin
16:52 Demîrtaş ciwan û jinan vexwend HDP’ê
16:25 Girtiyên rêveçûna yek rêzê red kirin, hatin derbkirin
14:44 Partiyên Kurdistanî ‘Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî’ ava kirin
14:38 Dadgehê daxwaza berdana dayika 5 zarokan Duymak qebûl kir
14:17 Kerestecîoglu: Dê du îtîfaqên rastgir bi HDP'ê re bibezin
14:16 Piştî salekê gihîşt azadiya xwe
13:44 Hêjmara maşîneyên trafîkê derket 22.4 milyonan
13:28 HDP nexşerêya hilbijartinê diyar dike
13:03 Serokê PAK’ê: Divê kurd di sindoqan de bersiva înkarê bidin
12:31 Li dijî biryara îdamê xwe bi dar ve kir
12:09 Berteka li dijî îtîfaqa bêyî HDP’ê: Dê xizmeta AKP-MHP’ê bike
11:40 Heta 30 rojan hemû çalakî li Colemêrgê hatin qedexekirin
11:32 OSO yên ku Heleb talan kirin niha Efrînê talan dikin
10:30 AYM: Nedayîna pirtûkan îhlala azadiya îfadeyê ye
09:06 Qoserî: 24'ê Hezîranê firsendeke baş e
09:05 Şemzînanî: Navçe veguherandina girtîgeheke vekirî
09:04 Maila îxbarê ya der barê rojnamevan Taşkinê de ji aliyê EGM'ê ve hatiye şandin
09:03 3 kes miribûn: Keyayê AKP'î wisa mudaxile kiribû
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2018'AN
01/05/2018
23:43 5 fezlekeyên din jî der barê parlementerên HDP'ê de şandin meclîsê
22:58 Siyasetmedara kurd Palabiyik li Îzmîrê hat veşartin
20:38 Demirtaş: Em li her derî hevserokên xwe bi girseyî û coş pêşwazî bikin
20:29 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
17:50 Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir
17:47 Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
17:32 Bîlgen bû mêvanê Pirtukakurdi.com’ê
17:30 Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
16:51 Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in
16:23 Bi deh hezaran li Gundogdu qêrîyan: Heta 24'ê Hezîranê 1 Gulan
16:13 Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin
15:52 Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
15:49 Li Beyoglu 66 kes hatin binçavkirin
15:31 Çerkezoglu: Dê Ked Erdogan rawestîne
Bozgeyîk: Dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwst bê dayîn
15:09 TTB, KESK û DÎSK'ê 1'ê Gulanê li Mêrdîn pîroz kirin
15:08 Li Amedê pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir
14:39 Îlham Ehmed: Divê navdewletên ji bo Efrînê soz dan, sozên xwe pêk bînin
14:23 Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir
14:06 Polîsan xwest pankarta 'Ji rojnamegeran re azadî' asteng bike
13:50 Mîtînga Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir
13:41 MSD'ê bang li civakên navdewletî kir: Zûtirîn demê Tirkiye ji Efrînê derxin
13:20 Meşa karkerên Îzmirê ji 4 milan ve dest pê kir
12:50 Bi sed hezaran dimeşin Qada Maltepe
11:09 Rêveberê HDP'ê li Osmaniyê hat binçavkirin
11:08 Karamollaoglu bû namzetê serokomariyê yê partiya xwe
11:08 Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin
11:07 Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!
10:32 Çîna karkeran li 75 navendan 1'ê Gulanê piroz dike
09:41 Polîsan Qada Taksimê li trafîkê girt
09:03 ‘Hin bijîşk li gorî nêrîna girtiyan wan derman dikin’
09:03 Gullu: Şideta li hemberî jinan di 10 salan de 3 qat zêdetir bû
09:02 'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’
09:02 Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN
30/04/2018
23:50 Li Dersimê 3 leşker birîndar bûn
23:46 Li malê tûp teqiya: 2 kes mirin
23:02 ‘Lêgerîna ji bo îtifaqeke bêyî HDP'ê tê wateya gerandina dolaba îktîdarê'
20:57 Peyama Demîrtaş a 1'ê Gulanê: Em bi hev re pêşî dakevin qadan, paşê jî biçin ser sindoqan
20:07 Qada Taksîmê bi bariyeran hat girtin
18:45 Temellî: Gel dê çawa deng bide kesên Hecî Lokman Bîrlîk kaş kir?
17:58 Aldar Xelîl: Berxwedan dê bersîv bide dagirkeran
17:20 Li Afganîstanê êrîş: Xebatkarên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kes mirin
16:15 Beştaş a HDP'î: Ger cesareta we hebe Demirtaş berdin
16:14 40 qadên Besta ya operasyon lê berdewam dike, qedexe kirin
15:57 'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’
15:46 Li Aydinê gelek kes hatin binçavkirin
15:24 Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn
15:23 Li Colemêrgê gel vexwendin pîrozbahiya 1’ê Gulanê
15:15 Cizîriyan bi heybetek mezin Temellî pêşwazî kirin
15:03 Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da
14:47 Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiyê kirin
14:20 Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê
13:52 Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan
13:18 Xewa biharê ya li ber bircên dîrokî
13:04 Xwendekarên Zanîngehê: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin
12:59 Dozger xwest Demîrtaş û Onder 5 salan bên cezakirin
12:51 Li Dîlokê 1’ê Gulanê dê li Parka Kirkayak bê pîrozkirin
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye