Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin

  • rojane
  • 20:35 29 Nîsan 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta HDP'ê bi girseyî çûn navçeya Sîlopî û gel ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê ji aliyê gelê Sîlopiya ve bi dirûşmeya “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku wan moralek pir mezin ji Sîlopiyê girtine û dê her dera Tirkiye bikin mîna Sîlopiyê û tu carî xerakirina li Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin. Pervîn Buldan jî li Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin. 
 
Gera heyetên HDP'ê yên Herêma Botan û Serhedê ku di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'e Hezîranê berdewam dike. Li milekî heyeta HDP'ê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Bûldan û parlamenterên HDP'ê li Gever û Colemêrgê berdewam dike. Li milê din heyeta HDP'ê ku bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û parlamenterên HDP'ê li Şirnex û Sîlopiyê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî piştî li Şirnexê bi girseyî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin, derbasî navçeya Sîlopiya bû. Heyeta HDP'ê û Temelli li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiya bi girseyî û dirûşmeyên “Gelê Silopî bi we serbilind e", “Biji berxwedana Efrinê”, “Em dê bi berxewdanê bi ser bikevin" hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina bi çepik û dirûşmeyan rêz hat girtin. Temellî, diyar kir ku bi hevre êşên mezin kişandin û êdî dem hatiye ku dawî li van êş û janan bînin. Temellî, anî ziman ku ger li vî welatî HDP hebe hevî heye û azadî heye. Temellî, Dayika Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar jî bibîr anî û wiha got: “Em dê tu carî xerakirina Şirnex, Cizîr û Sîlopiyê ji bîr nekin. Bila pirsgirêka kurd çareser bibe ku pirsgirêka betalî û xizaniyê çareser bibe. Bila şer bi dawî bibe ku Efrîn û Rojhilata Navîn bê rizgarkirin." Temelli li hemberî dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" jî got: "Em dê hemû li dijî faşîzmê mil bidin hev. Em dê bibin kevir û bi serê wan de bibapir. Em dê bibin av û nanê vî welatî û em dê ax û warê xwe bi xwe bi rêve bibin." 
 
Tema Demelî di axivî girsê bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kir. Temellî, anî ziman ku ew dê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bê navberh kar bikin û li Nisêbîn, Silopî, Cizîr, Şirnex û Geverê bersîvê bidin.
 
TEMELLÎ MALBATA TAYBET ZIYARET KIR 
 
Sezaî Temelî û heyeta pêre piştî civîna gel çûn malbatên Taybet Înan, Pakize Nayir û Hasan Sanir yên di serdema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Temellî ewil çû malbata Pakize Nayir ku li gel Sêvê Demir û Fatma Uyar jiyana xwe ji dest dan, piştre çû malbata Taybet Înan  ku 7 rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin ziyaret kir. Herî dawî çû malbata Hasan Sanir ê 80 salî ziyaret kir. 
 
 
BULDAN LI GEVERÊ BI GIRSEYÎ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî piştî li Colemêrgê bi girseyî hat pêşwazîkirin û civîn pêk anî derbasî navçeya Geverê bû. Pervîn Bûldan tevî heyeta HDP'ê piştî li Colemêrgê bi girseyek mezin û coşek mezin hat pêşwazîkirin û beşdarî civîna gel bû, derbasî Geverê bû. Heyeta HDP'ê û Bûldan li Kolana Cengiz Topel ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê bi tilîlî û çepikan derbasî avahiya HDP'ê ya Geverê bû. Endam û rêveberên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê jî hevkariya wê kirin. Ji ber cih li avahiya HDP'ê nema, girsê li derve Buldan guhdar kir. Ewil Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan  axivî û diyar kir ku ev coşa gel îro pergalê ditirsîne û dê pergalê hilweşîne. 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî anî ziman ku her çend kolanan li wan qedexe bikin jî dê qedexeyan nas nekin û her dem li kolanan bin û wiha got: "Yek ji bajarê Kurdistanê yê herî zêde li ber xwe dide Gever e. Gelê Geverê di rojên herî zor û zahmet de li têkoşînka azadî û demokrasiyê xwedî derket. Tu carî serî danenî. Em soz didin ku em dê li ewlatên xwe yên li rûmeta xwe xwedî derketin ala wan bilind bikin. Li Geverê yên agir neketiye mala wan tune ye. Ji ber vê yekê hûn ji bo me pir bi qîmet in. Li dijî hemû destkeftiyên kurdan êrîş heye. Niha her der bi maşîneyên zirxî kirine qereqol û dixwazin bitirsînin. Gelê Geverê ji berê de di bin siya çekan de jiya ye. Lê tu carî serî netewand. Ji Tansu Çiller re bîat nekiriye û dê tu carî neke. Di 24'ê Hezîranê de dema hûn çûn ser sindoqê divê hûn înkar û îmhaya li ser gelê kurd bînin bîra xwe. Divê hûn tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin bîra xwe. Em hemû bibin yek û bi hevre bersîvê bidin vê pergalê. Em dema çûn ser sindoqê bila Birêz Abdullah Ocalan, Selahattin Demirtaş û hemû wekilên me yên girtî bên bîra me. Em dîsa dibêjin teqez em dê bi ser bikevin.  An azadi an azadi."
 
Civîn bi çepik û tilîliyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/04/2018
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
11:06 Bernamzeta AKP'ê bi 'xapxapok'î tê sucdarkirin
10:45 ‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
10:08 Li Taksimê bariyerê 1'ê Gulanê
09:57 ‘Lêgerînek me ya platformek çareseriyê bîne heye’
09:56 Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin
09:24 Belgeya serkeftinê dan polîsê 4 welatî kuştin
09:12 Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune
09:12 Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê?
09:11 Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
09:10 Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
09:09 Dayika 97 salî Zeycan 37 salin li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
09:07 Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN
08:56 Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze
29/04/2018
20:57 QSD'ê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
20:35 Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin
19:20 Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn
18:53 Li Bestayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:39 Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
16:33 Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
16:23 Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin
16:21 Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike
14:57 Komîteya 1’ê Gulanê: Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin AKP-MHP’ê
14:45 Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin
14:17 Li Edeneyê ciwanek hat binçavkirin
13:37 Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be
12:58 Nûçegihana me Taşkin sibe derdixin dadgehê
12:50 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin
12:13 Buldan: Namzetê me, kesê herî wêrek ê Tirkiyeyê ye
11:40 Girtiyên jin: Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin
11:22 Li Çewligê 26 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
11:13 Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît
10:49 Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir
10:44 Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn
10:02 Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:13 Qeyûmê Şirnexê şaredariyê hibe dike!
09:12 Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
09:11 'Naxwazin em li ser gora zarokên xwe jî dua bikin'
09:11 ‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’
09:10 Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
09:09 Amed ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:08 Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
09:08 Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye
09:00 ROJEVA 29'E NÎSANA 2018'AN
08:02 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de û girt 41 kes binçav kirin
28/04/2018
19:54 Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê
19:43 Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
18:17 Temellî: Ji tirsa me asteng dikin
17:12 Girtiya nexweş ku derman nedanê jiyana xwe ji dest da
16:56 Turkdogan: Hêza muxalif ji bo dawî li vê rêveberiyê bîne divê bibe yek
16:50 Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe
16:48 Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat
16:20 Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn
16:05 ‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’
15:28 Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in
15:16 Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
15:15 Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye
15:08 Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê
15:04 KESK'a Colemêrgê dê 1'ê Gulanê li Bazara Gel pîroz bikin
14:46 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn
14:29 Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da
14:15 Kedkaran banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin
14:14 Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye
14:08 Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn
14:01 Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê
12:48 Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin
12:47 Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû
11:54 Kîloya bi 80 TL li hewa difiroşin
11:53 YSK’ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand
11:40 Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
11:31 Nisêbîniyan eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan
11:28 Leşkeran li Efrînê zarokek kuştin
11:03 'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe'
10:29 Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin
09:47 Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin
09:19 Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
09:18 Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide
09:17 Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan
09:16 ‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’
09:15 Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe
09:15 Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike
09:14 Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin
09:14 Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN
27/04/2018
17:01 Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin
16:02 Buldan: Li ser sindoqan birêz Ocalan bînin bîra xwe
15:12 'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’
15:11 Rêveberê TUHAD-DER'ê hat binçavkirin
15:01 Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin
14:59 Temellî li Qoserê ye: Tirkiye aramî û aştiya xwe winda kiriye
14:30 Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin
14:08 Bîlgen: Em bi hilbijartina firsenda ne wekhev û bê edalet re rû bi rû ne
13:56 Ji bo Katoyê sewqiyata petrolê