Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin

  • rojane
  • 12:50 29 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bang li Rêxistina Mafên Mirovan a Navnetewî û Yekîtiya Ewrupa (YE) kir ku nûnerên xwe bişînin Efrînê da dagirkerî û hovîtiya komên girêdayî Tirkiye bi dawî bikin
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Efrînê têkildarî hovîtî û dagirkeriya komên girêdayî Tirkiye ya li Efrînê, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan a Navnetewî û Yekîtiya Ewropayê kir ku nûnerên xwe bişînin Efrînê û terora li wir bi xwe bibînin. 
 
BANGA RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK WIHA YE: 
 
"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kantona Efrînê kiryarên hovane didomînin û zagonên navneteweyî binpê dikin. Di encamê de bi hezaran sivîl ji warên xwe hatin koçkirin û li herêmên bi ewle bi cih bûn. Vê yekê hişt ku herêm ji niştecihên xwe yên resen vala bibe. Dagirkeriya Tirk vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û li herêmê siyaseta guhertina demografiyê dide meşandin. Di vê çarçoveyê de malbatên çeteyên dewleta Tirk li şûna gelê Efrînê têne bicihkirin.  Ev gaveke pir xetere ji aliyê dagirkeriya Tirk ve û pir eşkere 50 malbatên çeteyan ji Xûtaya rojhilat li herêma Cindirêsê bi cih kir. Artêşa dagirker 21'ê Nîsanê gundê Berava yê girêdayî navçeya Şera ji şêniyên wê vala kirin û veguhestin gundê Çema bi cih kirin.  
 
Malbatên çeteyan li taxên Mehmûdiye û Vîllat ên bajarê Efrînê jî hatin bicihkirin. Tê zanîn ku hezar û 148 çete tevî malbatên xwe ji herêma Qelemon a dikeve rojhilatê Şamê hatin û li Kantona Efrînê bi cih bûn. Hezar û 200 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Hereket Ehrar Şam ji herêmên Cîrod, Nasiriye, Rehbiye ber bi herêmên Bakurê Sûriyê ve hatin rêkirin. Artêşa Tirk a dagirker ji roja 18'ê Nîsanê ve bi hevpeyama Tirkî-Rûsî bi sedan malbatên çeteyan ji gundewarên Şamê anîn û li Efrînê bi cih kirin. Malbatên Tirkmen ên ji Iraqê  li navçeya Şiyê bi cih kirin. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk destûr nade ku welatiyên Efrînê yên ku li çolê rewşeke dijwar dijîn û neçar dibin ku berê xwe bidin malên xwe yên li Efrînê, derbas bibin.  Siyaseta guhertina demografiyê axa Sûriyeyê parçe dike. 
 
HEBÛNA DAGIRKERIYA TIRK JI BO SÛRIYE Û CÎHANÊ XETERIYEK MEZIN E 
 
Dewleta Tirk a dagirker êrîşeke barbarî bi ser gelê Efrînê yê bi ewle de anî û bi vê yekê hemû zagonên navneteweyî binpê kirin. Hebûna dagirkeriya Tirk li Efrînê xetereyeke mezin li ser Sûriyê û cîhanê ava dike, ji ber ku derfet dide ku komên çete ji nûve hêza xwe kom bikin. Dewleta Tirk, li herêmê siyaseta Tirkirinê dide meşandin. Navên navend û saziyan veguhertin Tirkî. Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qirkirina gelê Sûriyê (taybet gelê Kurd), derxistina fitenyan di navbera gelê Sûriyê de. Ev kiryar xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst dike. Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, banga me ji rêxistina mafên mirovan a cîhanê û DYE re heye ku dagirkeriya Tirk û guhertina demografiyê rawestînin. Daxwaza me heye ku rewşa Efrînê wekî berê bi ewle bibe û civakeke demokratîk were avakirin. Kiryarên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê pêk tîne, zagonên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin. Divê  Divê hun nûnerên xwe bişînin Kantona Efrînê da hovîtiya dagirkeriya Tirk li herêmê bibînin." 
 
NAMEYEK JI SEKRETERIYA GIŞTÎ YA EREBAN RE JÎ ŞAND
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê name ji bo Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû El-Xeyîz re jî şand. Di nameyê de ji Komkara Ereban hat xwestin ku sînorekî ji polîtîkayên dewleta Tirk ên  li Sûriyeyê deynin û dengê gelê Efrînê bighînin tevahî cîhanê.
 
NAME WIHA YE: 
 
"Birêz Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû El-Xeyîz; we di Civîna Qudis-Tehran a Komkara Ereban de gotibû:? Xeteriyên mezin ên ku li beramberî me ne di heman girîngî û xeteriyê de ne” em bi bîr tînin û em jî parçeyekî ku li beramberî vê xeteriyê ne. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve li hemberî gelê Sûriyeyê dixebitê, hewlda ku navbera gelên Sûriyeyê de nakokî derxîne, bi awayekî eşkere destek da terorê, hinek aliyên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe da bikaranîn. Polîtîkayên ku Tirkiyê niha li Sûriyeyê dide meşandin dirêjahiya pêvajoya Osmaniyane ku desthilatdariya wan li ser herêmê 40 salî berdewam kir. Di pêvajoya desthildatdariya Osmaniyan li ser Rojhilata Navîn fitin û fesadî di nava gelên herêmê de belav bû û her kesî di encama polîtîka qirkirine ya Osmaniyan de çand û zimanê xwe wenda kirin, zimanê erebî jî yek ji zimanê ku bû hedefa polîtîka qirkirine ya Tirkiyê.
 
- Gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê Ereb, Suryan, Ermen, Keldan û Aşûr xebitîn ku li ser bingehê sîstemeke demokratîk jiyaneke hevbeş ava bikin û li Sûriyeyê dawî li herandina xwîne bînin.
 
-Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê êrîşî projeya pêşeroja Sûriyeyê, yekîtî û aramiya herêmê kir, em parçeyekî ji gelê Sûriyê û welatê Sûriyê ne, em ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê têdikoşin, li hemberî DAIŞ û çeteyên mîna wê em li ber xwe didin. Ji bo parastina giştî welatê Sûriyeyê me bi hezaran şehîd dan, em naxwazin welatê me jî mîna Iraq, Lubnan, Lîbya û Yemen ji ber pevçûnên mezhebî parçe bibe û mîna van welatan lê were.
 
-Nêzî du mehan bajarê Efrîne û gelê wê bi hemû cureyên çekan û balafiran hat topbaran kirin û bombebaran kirin, zagonên navdewletî di vê êrîşa li ser Efrîne hatin ihlal kirin, jêrzemîna Efrîne weke nexweşxane, dibistan, ciyên pîroz ên baweriyê, bendava Meydankê (bendava 17 Nîsan) û avahiyên gel hatin topbarankirin û bombebaran kirin.
 
- Tirkiyê dixwazin li Sûriyê terorê biparêze, di wextê ku DAIŞ`ê têkdiçû û gihîştibû dawiya xwe Tirkiyê êrîşî Efrîne kir û xwest DAIŞ dîsa bibe xwedî hêz. Kesên ku ji Xûta, Doma û Qelemûn derketin ew pêşwazî kirin û li Idlibê û Efrîne bi cih kirin. Niha jî destbi hemleya fitin û cûdahî xistina navbera pêkhateyên herêmê kiriye. Berî du sed salan heman polîtîka li hemberî gelan dida meşandin. Niha li Efrîne polîtîka guhertina demografiya dide meşandin û ev polîtîka ewlehî û aramiya pêkhateyên herêmê tehdîd dike.
 
-Mayîna Tirkiyê li Sûriyê û alîkariya wê ji gurûpên terorparêz re li ser yekîtiya Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn xeterî ye. Polîtîka Tirkiyê parçekirina yekîtiya Sûriyeyê destekê dide terorê û wan bi hêz dike.
 
-Em weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrîne bi saziyeke ji bo yekîtiya dewletan dixebitê name rêkirin, ciyê serbilindiyê ye. Me çawa 7 salan parastina yekîtiya Sûriyeyê kir em niha jî amade ne ku parastina yekîtiya Sûriyeyê bikin. Her wiha em ji Civîna Komkara Ereban daxwaz dikin ku ji polîtîkayên Tirkiyê yên li Sûriyeyê dide meşandin, sînor deynin, dengê gelê me yê Efrîne û Sûriyeyê bighînin tevahiya cîhana Ereban, polîtîkayên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîne weke ferzkirina zimanê tirkî, guhertina demografî taşîr bikin. Projeya me ya li Sûriyeyê afirandina aramî û demokrasiyê û ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşerojeke bi ewle didome. Gelên Sûriyeyê bi xwe ji bo pêşeroja Sûriyeyê danûstandin bikin baştire ku ji derve destwerdan çêbibe. Destwerdana ji Sûriyeyê re dibe sedema ku welatê Sûriyeyê parçe bibe, neghîje aramiyê. Em dixwazin gelên Sûriyeyê bi hev re wekhev û demokratîk bijî." 

Sernavên din

30/04/2018
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
11:06 Bernamzeta AKP'ê bi 'xapxapok'î tê sucdarkirin
10:45 ‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
10:08 Li Taksimê bariyerê 1'ê Gulanê
09:57 ‘Lêgerînek me ya platformek çareseriyê bîne heye’
09:56 Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin
09:24 Belgeya serkeftinê dan polîsê 4 welatî kuştin
09:12 Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune
09:12 Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê?
09:11 Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
09:10 Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
09:09 Dayika 97 salî Zeycan 37 salin li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
09:07 Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN
08:56 Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze
29/04/2018
20:57 QSD'ê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
20:35 Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin
19:20 Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn
18:53 Li Bestayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:39 Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
16:33 Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
16:23 Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin
16:21 Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike
14:57 Komîteya 1’ê Gulanê: Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin AKP-MHP’ê
14:45 Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin
14:17 Li Edeneyê ciwanek hat binçavkirin
13:37 Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be
12:58 Nûçegihana me Taşkin sibe derdixin dadgehê
12:50 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin
12:13 Buldan: Namzetê me, kesê herî wêrek ê Tirkiyeyê ye
11:40 Girtiyên jin: Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin
11:22 Li Çewligê 26 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
11:13 Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît
10:49 Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir
10:44 Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn
10:02 Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:13 Qeyûmê Şirnexê şaredariyê hibe dike!
09:12 Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
09:11 'Naxwazin em li ser gora zarokên xwe jî dua bikin'
09:11 ‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’
09:10 Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
09:09 Amed ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:08 Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
09:08 Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye
09:00 ROJEVA 29'E NÎSANA 2018'AN
08:02 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de û girt 41 kes binçav kirin
28/04/2018
19:54 Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê
19:43 Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
18:17 Temellî: Ji tirsa me asteng dikin
17:12 Girtiya nexweş ku derman nedanê jiyana xwe ji dest da
16:56 Turkdogan: Hêza muxalif ji bo dawî li vê rêveberiyê bîne divê bibe yek
16:50 Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe
16:48 Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat
16:20 Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn
16:05 ‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’
15:28 Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in
15:16 Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
15:15 Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye
15:08 Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê
15:04 KESK'a Colemêrgê dê 1'ê Gulanê li Bazara Gel pîroz bikin
14:46 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn
14:29 Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da
14:15 Kedkaran banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin
14:14 Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye
14:08 Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn
14:01 Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê
12:48 Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin
12:47 Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû
11:54 Kîloya bi 80 TL li hewa difiroşin
11:53 YSK’ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand
11:40 Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
11:31 Nisêbîniyan eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan
11:28 Leşkeran li Efrînê zarokek kuştin
11:03 'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe'
10:29 Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin
09:47 Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin
09:19 Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
09:18 Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide
09:17 Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan
09:16 ‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’
09:15 Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe
09:15 Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike
09:14 Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin
09:14 Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN
27/04/2018
17:01 Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin
16:02 Buldan: Li ser sindoqan birêz Ocalan bînin bîra xwe
15:12 'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’
15:11 Rêveberê TUHAD-DER'ê hat binçavkirin
15:01 Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin
14:59 Temellî li Qoserê ye: Tirkiye aramî û aştiya xwe winda kiriye
14:30 Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin
14:08 Bîlgen: Em bi hilbijartina firsenda ne wekhev û bê edalet re rû bi rû ne
13:56 Ji bo Katoyê sewqiyata petrolê