Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin

  • rojane
  • 15:05 26 Nîsan 2018
  • |
img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Rihayê tev li xebatên hilbiartinê bû û got: "Efrîn li ber xwe dide. Dê van talankeran defin bikin. Em jî dê îktîdara ku ku li serê aştiyê bûye belav û nexweşî di 25'ê Hezîranê de defin bikin." 
 
Heyeta HDP'ê ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Dîlek û endamên rêveberiya giştî û saziyên civakî jî hene li salona Konferansê ya Nobelê ku rêxistina HDP'ê ya Rihayê amade kiribû hatin cem hev. Gel eleqeyek mezin nîşanî civînê da. 
Beriya civîn dest pê bike polîsan der û dorê avahiyê dorpêç kar û kesên çûn salonê di kontrola GBT'ê re derbas bûn. 
 
Di civînê de parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş û Feleknas Uca axaftin kirin. Uca, bal kişand ser zilma li ser gel tê meşandin û got: “Têkoşîna li dijî zilmê şert e. Hatima me ya îro li vir bersîva vê yekê ye. Îktîdara ku digot pirsgirêka kurd pirsgirêka min e îro tehamulî navê kurd û Kurdistanê nake. Gelê kurd her dem hem û dê her dem hebe. Her dem em dibêjin berxwedan jiyan e û jiyan berxwedan e. Azadi nêzîk e. Em tê bi têkoşîna xwe Birêz Ocalan  û hemû girtiyên din azad bikin 
 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser danûstandinên bêyî HDP'ê têne kirin û got: "Em nebin nabe. Çareserî em in." Temellî bi bîr xist ku desthilatdariya heyî bi îdîaya "ez demokrat im, ez ê meseleya Kurd çareser bikim" bû desthilat û got, "Lê belê ji hemû desthilatdariyên beriya xwe bêhtir dijminatiyê li Kurdan dike. Weşan û saziyên Kurdî qedexe kir, wekîltiya parlamenterên Kurdan betal kir û nikare xwe li peyva bajarê Kurdan jî rabigire."
 
EFRÎN A EFRÎNIYAN E, JI WIR DERKEVIN!
 
Sezaî Temellî da xuyakirin ku ji 7'ê Hezîranê ve polîtîkaya şer li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin û got: "Destpêkê êrîşî bajarên Kurdan kirin. Bi hezaran mirov mexdûr kirin. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Qîma xwe bi vê yekên eanîn. Ne tenê li hundir, li Efrînê jî heman tişt kirin. Tevî çeteyên ji ber DAÎŞ'ê mane dest bi talankirina Efrînê kirin. Efrîn a Efrîniyan e, derkevin ji wê derê."
 
DI 25'Ê HEZÎRANÊ DE EM Ê VÊ DESTHILATDARIYÊ BIQEWIRÎNIN!
 
Temellî destnîşan kir ku roja 25'ê Hezîranê wê desthilatdariya bûye belayê serê welêt biqewirînin û bi dewamî got: "Polîtîkaya şer ku bi dijminatiya li Kurdan dimeşînin, li Sûriyeyê jî didomînin. Tê bîra we; hewl dan heman tiştî li Kobanê jî bikin. Gelê Kobanê li ber xwe da. Îro jî gelê Efrînê li ber xwe dide û wê van talankeran ji Efrînê biqewirîne. Em ê jî vê desthilatdariya ku bûye belayê serê welêt roja 25'ê Hezîranê biqewirînin."
 
Temellî hişyariyên xwe bi bîr xist ku beriya niha gotibûn, 'eger meseleya Kurd çareser nebe, wê her tişt birize' û got: "Weke HDP, KCD û HDK'ê me got; eger hûn meseleya Kurd çareser nekin, ev yek wê bibe sedem ku her tişt birize. Wê rê li ber pirsgirêka demokrasiyê veke. Li vî welatî eger pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, meseleya Kurd jî çareser nabe. Em pê bawer in ku bi têkoşîna demokrasiyê, di serî de meseleya Kurd em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin."
 
FIRSENDEK LI BER ME YE
 
Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha firsendek derketiye pêş me" û wiha dewam kir: "Bi geşkirina vê têkoşînê re derfetên rizgarkirina ji vê desthilatdariyê dikarin bên afirandin. Werin em bi hev re têkoşînê geş bikin û ji vê Qesrê, ji vê feraseta tekparêz rizgar bibin. Yên ku herî zêde bi vê rastiyê zanin, mirovên li vê erdnîgariyê ne. Dem hatiye ku êdî em dawî li vê yekê bînin."
 
JÊ HEYE KU WÊ BI SER BIKEVE
 
Temellî, anî ziman ku îktîdarê di nava panîkê de biryara hilbijartinê da û wiha lê zêde kir:  "Di nava panîkê de biryara hilbijartinê da. Jê heye ku wê bi ser bikeve" û wiha dewam kir: "Tu yê bi ser nekeve. Roja 24'ê Hezîranê em ê te ji vir bibin. Em ê dawî li vê zilmê bînin. Namzetê me namzetê Tirkiyeyê, namzetê jiyana nû, paşerojê, hêvî û têkoşîna demokrasiyê ye. Bala xwe bidinê; li her derê li namzetan digerin, dikin nakin nabînin. Bazarî, danûstandinan bêyî HDP'ê dikin. Bêyî me nabe. Em çareserî ne. Hûn bi nedîtina me re xwe dişibînin Qesrê. Her kes wê qebûl bikin ku bi me re siyasetê bikin. Bi dijminatiya li me re hûn nikarin pêşî li welêt vekin. Werin em li dora namzetê Tirkiyeyê, namzetê hêzên ked û demokrasiyê, namzetê têkoşîna gelan bicivin. Bi vî rengî em bi hev re pêşî li Tirkiyeyê vekin."
 
DI TÛRA DESTPÊKÊ DE JÎ EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Temellî herî dawî wiha got: "Ji me dipirsin; 'Wê di tûra duyemîn de çi bibe?' Di tûra yekemîn de çi bibe, wê di tûra duyemîn de jî ew bibe. Di tûra yekemîn de em ê bi ser bikevin, di tûra duyemîn de jî. Ti carî dev ji vê hêviyê bernedin. Çi dibêjin bila bêjin, guhertina vî welatî di destê me de ye. Her ku em bimeşin wê pêşî li demokrasî û azadiyê vebe.
 
Em ê têkoşînê geş bikin. Kî ji rêya xwe vedigere bila vegere, em ji rêya xwe venagerin."
 
Temelî û heyeta pêre piştî axaftinan li nava esnafên Rihayê geriya. 

Sernavên din

27/04/2018
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne