Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe

  • rojane
  • 14:55 30 Îlon 2023
  • |
img
AMED/ÊLIH - Parêzvanên mafên mirovan û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê serpêhatiya Ahmet Bîçîmlî yê li Farqînê hat windakirin xwendin. Li Êlihê jî peyama “Divê dewlet bi raboriyê re hevrû bibe” hat dayîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 764’emîn de li dar xistin. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê di 20’ê îlona 1994’an de li navçeya Farqîna Amedê hat revandin û carek din xeber jê nehat girtin pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin. 
 
Rêveberê ÎHD’a Amedê Bawer Çîndemîr jî metna serpêhatiya windakirina Ahmet Bîçîmlî xwend. 
 
Serpêhatiya windakirina Bîçîmlî wiha ye: 
 
“Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî zewîcî bû û bavê heft zarokan bû. Li gundê Korît bi ser navçeya Farqînê ve dijiya. Di navbera sala 1994’an de bi hevjîna xwe û bi jinbira xwe re ji bo biçin Farqînê ji gund derketibûn rê, di rê de komek ku endamên Hizbullahê ku rûyên wan bi rûpoş (maske) bûn Ahmet Bîçîmlî dan sekinandin. Gava bi kesên ku dixwestin nasnameyan û li ser wan binêrin re ket nîqaşê gefên wekî “divê li xwe baldar” be lê xwarin. Carekê jî gava ew û hevsera xwe tenê bûn jî ji bo nasnameya wî binêrin Ahmet Bîçîmlî dan seknandin. Tim gef lê dihat xwarin, bi navbeynkariya gundiyan ji Ahmet Bîçîmlî re peyam dişandin û digotin ‘bila li vir û li wir peyvên bi me re eleqedar neke’.
 
HÎZBÛLLAH WÎ DIREVÎNE
 
Pênc meh piştî van bûyeran di 20’ê îlona 1994’an de dîsa gava diçûn Farqînê nêzî gundê Heremşeytanê dîsa ji hêla Hizbullahê ve pêşiya wî hat birîn. Li gorî vegotinên kesê ku li herêmê şivantî dikirin çavên wî girêdane û bi zorê wî siwarê erebeyekî spî kirine û birine. Şivanê ku wê rojê bûyerê dîtibûn piştre vê yekê înkar kir û nexwest şahidî bike. 
 
Gava êvarê nehat malê malbata wî qilqilîn ji nasên xwe yên ku wê rojê çûne Farqînê Ahmet pirisîn lê agahî negirtin. Hevjîna wî bi kurê xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê li aqûbeta Ahmet pirsîn lê ji wîr jî agahiyeke negirtin. Malbat agahî da hemû nasên xwe,agahî dan  kesên ku ew roj çûne Farqînê û dest bi lêgerîna Ahmet Bîçîmlî kirin. 
 
Cihê ku navê wî nayê bîra Melîke Bîçîmlî lê gundekî dizanin stargeha Hizbullahê ye hîn bûn ku ew roj kesekî çavên wî girêdayî birine xistine wê stargehê. Gundiyên ku gotine em dikarin bibin navbeynkar ji wan re gotine bila hinek pere amade bikin belkî bi wî awayî dikaribin Ahmet Bîçîmlî xilas bikin. Malbat pereyan amade dike lê tu encam nagrin. 
 
Malbat sê sal piştî ku Ahmet hat revandin mecbûr dimîne hemû heywanên xwe bi erzanî bifiroşe û malê bar bike Êlihê. Hemû serlêdanên malbata Bîçîmlî ku di fermîyetê de dikin bê encam dimîne. Ji Ahmet Bîçîmlî ji wê rojê vir ve agahî nayê girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Bîçîmlî û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 600’î de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Rêveberên ÎHD, parêzvanên mafên mirovan, Xizmên Windayan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Hafizeya hevpar li pey şopa edalet û heqîqetê ye, hefteya 600’î” hat vekirin. Balkêş bû ku çalakî vê hefteyê bi beşdariyek zêde pêk hat. 
 
Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend. Kaya destnîşan kir ku divê ku dewlet li tavilê bi rastiya windayan û raboriyê re hevrû bibe û bi taybetî di salên 90’î de li ser erdnîgariya wan şerek dijwar qewimî û di şer de dîsa wek her dem sivîlan bedel da. Kaya anî ziman ku li ser rûyê vê erdnîgariyê hê jî sûcên li dijî mirovan tên kirin û xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna Raboriyê bê avakirin û darizandinek bi bandor bê kirin û hemû faîl bên darizandin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 
 

Sernavên din

12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin