Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin

  • rojane
  • 14:33 30 Îlon 2023
  • |
img
AMED - MED TUHAD-FED'ê Kongreyta xwe ya Asayî ya 2'yemîn bi dirûşma "Bi ruhê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin" li dar xist. lidarxistin de peyama têkbirina tecrîdê hat dayîn û wiha hat gotin: "Ji bo çareseriyê divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.” 
 
Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), bi dirûşma “Bi ruhê raperînê em ê tecrîdê hilweşînin”, li hotêlek navçeya Sûra Amedê kongreya xwe ya asayî ya 2'yemîn li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevseroka Giştî ya Partiya Çepên Kesk, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Asrinê û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî kongreye bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Ji girtiyan re azadî” û  “Bi felsefeya jin jiyan azadî em ê tecrîdê bişkînin” hatin daliqandin.
 
Kongre bi rêzgirtin, nîşandina sînevîzyonê û xwendina peyama girtiya nexweş Şîvekar Ataş dest pê kir.
 
Girtî Şîvekar Ataş di pêyama xwe de diyar kir ku ji bo girtiyan pêvajoyek zehmet tê jiyîn û wiha got: “Li zindanan şehadetên hevalên me çê dibe, hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Ez jî nexweş im, lê belê yên ku rewşên min xirabtir hene. Divê em xwe berpirsiyar bibinin û ji bo çareseriyê gav bavêjin. Em hêvî dikin ku pêşiya van tiştan bê girtin.” 
 
Piştî peyamê Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag axivî.
 
‘HETA KU TECRÎD RANEBE PIRSGIRÊKÊN ME ÇARESER NABIN' 
 
Safiye Akdag destnîşan kir ku piştî neh rojan Komploya Navneteweyî dikeve 25 saliya xwe. Akdag anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girankirin, ser girtiyên siyasî zêdetir bandor dike û wiha got: "Di girtigehan de rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û gelek caran cenaze derdikevin. Hevalên me ji ber desthilatdariya AKP-MHP'ê tên qetilkirin û şehîd dikevin. Em bejna xwe li ber wan ditewînîn û bi rêzdarî wan  bibîr tînin. Hevalên me 30-35 salan cezayên xwe temam kirine lê ji ber ku poşmaniyê qebûl nakin bi hincetên cûrbicûr nayên berdan. Divê malbatên girtiyan xwedî li saziyen xwe derbikevin. Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Destkeftiyen Gelê Kurd di xeterê de ye. Em wek MED TUHAD-FED'ê dibêjin em ê bi rihê raperînê tecrîdê hilweşînin. Heta tecrîd neşike, pirsgirêkên me nayên çareserkirin." 
 
‘TECRÎDEK WIHA DI CÎHANÊ DE NÎN E' 
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê Asrinê Mazlum Dînç jî axivî û da zanîn ku bi salane li hember tecrîdê gelek têkoşin hat dayîn û ev 25 sal in dewleta tirk hiqûqa xwe pêk nayne û got: “Mînakek wek Girava Îmralîye di cîhanê de tune ye. Her ku li Girava Îmralîyê tecrîd tê girankirin, pirsgirêkên Tirkiyeyê jî kûr dibin. Dewleta Tirk dixwaze daxwaza azadiya Birêz Ocalan bifetisîne lê belê em ê her tim vê daxwazê bînin ziman." 
 
‘SIRGÛNKIRINA GIRTIYAN JÎ TECRÎD E' 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî axivî û diyar kir ku AKP-MHP'ê zilmê li gelê kurd dike û wiha got: “Divê gelê kurd jî li dijî vê zilmê çalakiyên xwe xurt bike. Tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan de tê meşandin. Sirgunkirina girtiyan jî tecrîdek e. Em ê herî zêde ser rewşa girtiyan bisekinin û meclîsê de jî her tim bînin ziman. Heta ku tecrîd neyê şikandin, hiqûq û edalet nayê Tirkiyeyê.
 
‘ATK LI GORÎ KÊFA AKP-MHP'Ê TEVDIGERE' 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku li Tirkiyeyê pergalek nû tê avakirin û esasa vê pergalê jî tundî ye. Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sedsala ku kurdan li paş xwe hiştin û da zanîn di nav vê sedsalê de tu gelan feyde nedît û got: "Cenazeyên zarokên me di nav qutiyen de tên dayîn û gelek girtiyên nexweş di girtigehê de ne û nayên berdan. ATK li gor kêfa AKP-MHP’ê tevdigere û di girtîgehan de 561 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji ber  govend, xwendina pirtûkan, ji ber tililiyan û bi sedêmên vala nayên berdan. Em bi desthilatdariya ku demokrasiyê tarûmar dike ve rûbirû ne. Her wiha di Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Heke li Tirkiyeyê demokrasî hebe divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ev çareserî jî girêdayiyê şikandina tecrîda Îmraliyê ye.Tecrîd ne tene pirsgirêka gele kurd e. Em ê wek Partiya Çepên Kesk ji bo xwedîderketina li demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘DIVÊ BANGA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN' 
 
Ji Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî di kongreyê de axivî û got: "Dayik bi salane ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin lê belê her roj cenazeyên zarokên wan tên. Em cenazeyên xwe bi kargoyan digrin. Ez wek dayikek aştîxwaz, dixwazim ji îro pê de cenaze neyên û bila dayik rondikan nebarînin. Divê em dest bidin hev û banga aştiyê mezin bikin.”
 
‘ROJ ROJA ÇARESERIYÊ YE' 
 
Di dawiyê de jî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku gelê kurd 50 sal in li ber xwe dide û jiyaneke bi koletî qebûl nake û got: “Îro desthilatdariya AKP-MHP'ê di kargoyan de cenazeyên me dişîne û dibêje ku em ê îradeya we teslîm bigrin. Her wiha hevalên me yên girtî bi zilmek mezin re rû bi rû ne û li dijî vê zilmê têdikoşin. Îro mesele hebûn û tênebûna me ye. Li Kurdistanê de jî  dixwazin hişmendiya DAIŞ'ê ava bikin. Roj roja gotinê nîn e, roja çareseriyê ye. Divê zincîra tecrîdê ya li Îmralîyê bê şikandin.”
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin û Kerem Canpolat û Emîne Kaya bûn hevserokên nû yên MED TUHAD-FED’ê.
 

Sernavên din

12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye HATE NÛKIRIN
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin