Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin

  • rojane
  • 09:31 26 Nîsan 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Şirnexiyan diyar kir ku ew ê êrîş û çewisandinên ku bi salan e li wan tên kirin ji bîr nekirin û dê biçin ser sindoqan. Şirnexiyan bersiva daxuyaniya Wezîr Mehmet Ozhasekî ku gotibû “Em ê li Şirnexê ji sedî 99.9 deng bigirin” dan û gotin: “Em ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin.” 

Li Şirnexa ku di dema qedexeya derketina derve de gelek taxên wê hatin serobinokirin, xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomin. Çend roj berê Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mehmet Ozhasekî hatibû bajêr û gotibû: “Bila hilbijartin çêbibe, em ê li Şirnexê ji sedî 99.9 dengan bigirin.” Şêniyên bajêr bersivê van daxuyaniyên wezîr dan û hilbijartinê nirxandin. 
 
‘CARA DIN JÎ GOTIN JI SEDÎ 80’ 
 
Halîl Denîzê 72 salî ji bo gotinên Wezîr Ozhasekî got: “Cara dinê jî gotin em ê ji sedî 80 bigirin, lê ji sedî 20 jî negirtin.” Denîz diyar kir ku dê gelê Botan li hemberî tiştên hatin serê wan xwedî vîna xwe derkeve û got: “Dê bi rêjeyeke ji sedî 90 bersivê bide.” Şukru Aslanê 80 salî jî got: “Dê gelê Botanê roja hilbijartinê li ser sindoqê bersivê bide.”
  
Hamît Ayan (35) avahiyên TOKÎ’yê yên li taxên ku hatin rûxandin tên çêkirin nîşan da û got: “Nikarin bi van xaniyan me bixapînin.” Ayan, destnîşan kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de bi rêjeyeke zêde bersiva hikûmeta heyî bidin. 
 
Abdurrahman Kabûl (70) jî got: “Dê kesên bi wijdanê xwe tev digerin û kesên doza aştiyê dikin bi ser bikevin.” Halît Kabûlê 32 salî jî diyar kir ku gotinên Wezîr Ozhasekî bi bîr xist û got: “Gel bi her tiştî dizane. Dê gelê Botanê di hilbijartinê de bersiveke baş bide.” 
 
‘EM Ê TIŞTÊN HATIN SERÊ ME JI BÎR NEKIN Û BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Methî Kabûlê 24 salî kirinên di sala 1992’yan de bi bîr xist û diyar kir ku 2 sal berê jî heman tişt qewimîn. Kabûl got: “Em ê van tiştan ji bîr nekin û bi vî awayî biçin ser sindoqan.” 
 
'DÊ CIWANÊN BOTANÊ BERSIVA ÎTIFAQA AKP-MHP’Ê BIDIN’ 
 
Kabûl, bal kişand ser betaliya ciwanan û got, li bajêr tekane qada veberhênanê qada înşeatê ye û jixwe ev yek jî wekî veberhênanê nayê hesibandin. Min beşa Mekatronîtê xwendiye lê belê niha li Şirnexê karekî peyda nakim. Hatina wezîr a vê dere ji bo me bêwate ye.” 
 
Delîl Urekê 24 salî jî, diyar kir ku ew ê di sindoqan de bersivê bidin û got: “Hêvî û vîna ciwanên Botanê tam e. Dê ciwan bi awayekî herî baş bersiva îtifaqa AKP-MHP’ê bidin.” Salîh Halît Îşlekê 66 salî jî diyar kir ku tim tê gotin “Ji Şirnexê re xizmetê dikin”, lê belê tu rastiyeke vê yekê tune ye û got: “Hayê herkesi ji van tiştan heye û divê li gorî vê dengên xwe bi kar bînin.” 
 
‘DÊ PARTIYEK TENÊ JI SEDÎ 99 DENGAN BIGIRE, EW JÎ HDP YE’ 
 
Aysel Sarûhan (29) ku li Silopiyayê dijî, diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew bi xwe bawer in. Sarûhan bal kişand ser gotinên Wezîr Ozhasekî û got: “Belê, dê li vir partiyek ji sedî 99 dengan bigire ew partî jî HDP ye. Gelê Botanê bi deng û rengê xwe li cem HDP’ê ye.” Asya Kiran (37) ku ew jî li Silopiyayê dijî destnîşan kir ku dê jinên Silopiyayê xwedî li vîna xwe derkevin.
  
Deniz Aytaş (32) got: “Di Newrozê de gelê Botanê xwedî li vîna xwe derket. Dê di hilbijartinan de jî xwedî li vîna xwe derkeve.” Leyla Arslana 50 salî jî qedexeya derketina derve ya li Hezexê bi bîr xist û destnîşan kir ku teqez ew ê bi ser bikevin. 

Sernavên din

27/04/2018
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne