Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere

  • rojane
  • 11:08 29 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku kongreya wan dê yekitiya neteweyî ya kurd jî pêş bixe û wiha got: “Em ê rewşa neyînî ya hilbijartina dawî biguherînin û dê tabloyeke cuda ava bibe.” 
 
Partiya Çepên Kesk amadekariya yek ji mezintirîn kongreyên di nava 30 salên dawî de dike. Demekî kin piştî hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê, partiyê bi gel re bi sedan civîn li dar xist. Di civînan de pêşniyar hatin kirin û xeta polîtîk a serdema nû hate diyarkirin. Partiya Çepên Kesk, bi fikra “Em ê li benda çareseriyê nesekinîn, ji bo çareseriyê têbikoşin” hewl dide guherîneke xurt pêk bîne. 
 
Partiya Çepên Kesk dê kongreya xwe di 15’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji bo Azadiyê” li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar bixe. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî têkildarî kongreyê axivî û got ku amadekariyên wan bi coşeke mezin berdewam in. 
 
Tîryakî, got ku xebatên wan ên ji bo amadekariya kongreyê berdewam in û ev tişt anî ziman: “Di mijara eywana kongreyê de wezaretê astengî derxist. Kongreyên HDP’ê yên berê li Eywana Sporê ya Sergirtî ya Arena ya Enqereyê dihatin lidarxistin. Me xwest li wir li dar bixin lê Wezareta Ciwan û Sporê destûr neda. Lewma em ê li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê li dar bixin. Jixwe coşa kongreyên me li hundirê mekanan namîne û diherike derve. Dê vêcarê jî wisa be.” 
 
‘DÊ KONGREYEKE BICOŞ BE’
 
Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku yek ji xebatên kongreyê jî anîna mêvanan e û wiha dom kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhestinê, xebatên me berdewam in. Her wiha xebatên diyarkirina kesên dê di lijneyên biryardayînê yên navendî de cih bigirin didomin. Qada dîplomasiyê jî yek ji van qadan e. Me ji her çar aliyên cîhanê kes vexwendine kongreyê. Ji Rojhilata Navîn heta Efrîqa û Ewropayê, me gelek kes vexwendin kongreya xwe. Em dikarin bibêjin ku dê kongreyeke bicoş be.” 
 
‘DÊ EV KONGRE YEKITIYA NETEWEYÎ JÎ PÊŞ BIXE’
 
Di berdewamê de Tîryakî da zanîn ku şandeyeke ji Partiya Çepên Kesk dê beriya kongreyê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha derbirî: “Dê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bikin û vexwînin kongreyê. Di vê serdemê de nîqaşên yekitiya neteweyî zêde ne û di demekê ku êrişên li dijî yekitiya kurdan zêde dibin de kongreya me dê bandoreke erênî li yekitiya neteweyî bike. Bêguman erkeke wiha ya Partiya Çepên Kesk nîne lê yek ji rojevên wê ya herî girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk a li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”
 
PÊVAJOYA JINÛVESAZKIRIN Û AVAKIRINÊ 
 
Parlamenter Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî kongre û pêvajoya jinûvesazkirin û avakirinê jî ev nirxandin kir: “Anku ji hêla bîrdoziyê ve nîqaşeke me nîne. Di stratejiya me ya bingehîn de guhertinek nîne. Lê têkildarî polîtîkayên dem bi dem tên meşandin û karên navxweyî çendek pirsgirêk hebûn û nîqaş li ser wan in. Gelek kes hewl didin me weke partiyeke tenê bi pirsgirêka kurd re eleqedar nîşan bidin. Me di civînên gel de dît ku pirsgirêkên kurdistanî baş nakin rojev û di vê mijarê de me çareserî pêş nexistine. Her wiha yek ji mijarên herî zêde em li ser disekinin, tecrîd e. Lê gelê me got ku hûn baş li ser mijara tecrîdê nasekinin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên pêwîst naavêjin. Her wiha li dijî polîtîkaya me ya tifaqan çendek rexne hebûn. Em jî dê di çarçoveya jinûvesazkirinê de, di mijara rêveberiya demokratîk a navxweyî gavên girîng biavêjin. Gava vê ya ewil jî dê bibe kongre. Gava duyemîn jî dê bibe diyarkirina namzetên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya di 31’ê adara 2024’an de.”  
 
‘BI KONGREYÊ RE DÊ TABLOYA HEYÎ BIGUHERE’
 
Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyand ku dê tabloya heyî bi kongreya partiya wan biguhere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kevneşopiya me herî zêde deng di hilbijartina 7’ê Hezîranê de wergirt. Hema hema ji her bajar, navçe û bajarokên Tirkiyeyê dengên zêde wergirt. Her wiha li derveyî welat em bûn partiya duyemîn. Ne tenê li rojhilatê welêt, li rojavayê welêt jî em bûn partiya duyemîn-sêyemîn. Lê di hilbijartinên 1’ê mijdarê de ev rêjeya dengan ket. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de me hinek komî ser hev kir lê di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de ev rêjeye pir ket. Hejmara parlamenteran daket. Em dixwazin bersivê bidin vê. Dê kongreya me vê tabloyê biguherîne û bibe destpêkek. Firsenda ewil jî hilbijartinên rêveberiya herêmî yên 31’ê adarê ne. Xebatên me li qadan berdewam in. Dê piştî kongreyê jî lezê bidin xebatên xwe. Xebatên hilbijartinê di 1’ê çileyê de dest pê dikin lê em ê amadekariyên xwe zû bidin destpêkirin û belkî namzetan jî diyar bikin.” 
 
‘EM Ê FORMÛLA ÇARESERIYÊ NÎŞAN BIDIN’ 
 
Tîryakî, anî ziman ku weke partî ew hewl didin bi têkoşîna xwe pirsgirêkên welêt çareser bikin û wiha pê de çû: “Erê rast e hêza me nîne ku tevahiya pirsgirêkê çareser bikin. Me heta niha her tim ji bo rêveberiya welêt têxin nava tevgerê polîtîka meşand. Lê tenê bi gotina ‘van pirsgirêkan çareser bikin’ re nabe. Divê em formûla çareseriyê jî deynin holê. Dê cudahiya vê serdemê jî ev be. Daxuyaniya me ya têkildarî vê mijarê ya herî girîng jî dê di roja vekirina Meclisê de were dayîn. Dê formûl û belgeya helwestê were ragihandin.” 
 
‘EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN KONGREYÊ’
 
Tîryakî, got ku ew dixwazin kongreya xwe weke pîrozbahiyekê li dar bixin û ji bo tevlibûnê ev bang kir: “Em dixwazin gel jî tev li vê coşê bibe. Dê ev kongre ruhekî bide hilbijartinên 31’ê Adarê. Banga me ji bo gelên me ew e ku tev li vê kongre û coşê bibin.”
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyê dide
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin