KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin

  • rojane
  • 11:02 29 Îlon 2023
  • |
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi derxistina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kiribû axivî û wiha got: “Heta tecrîd bi dawî dibe em ê nesekinîn. Banga me ji bo her kesî ew e ku di 9’ê Cotmehê de bên Amedê.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû dayîn, li Amedê daxuyanî hate dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHAD FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Şaxa MED TUHAD-FED’ê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hatibû vekirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamentgerên Partiya Çepên Kesk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. 
 
‘ARMANCA KOMPLOYÊ TÊKBIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ’
 
Ozturk anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di encama komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, li Girava Îmraliyê ev 24 sal in di bin tecrîdeke bêhiqûqî û xweser a ku bi tenê li dijî wî pêk tê dîl tê girtin. Ozturk, wiha domand: “Ev komplo, bi aramanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatiye plankirin. Bêguman di navenda vê planê de jî gelê kurd cih digre. Plana ku bi komploya navneteweyî ket meriyetê îro jî bi berfirehî didome.” 
 
‘DIVÊ WERE ZANÎN KU TECRÎD RÊ LI BER HÊRSEKE MEZIN VEDIKE’
 
Bi domdarî Ozturk diyar kir ku yek ji sûcên herî girîng ê mirovahiyê tecrîda xweser e û ev tişt anî ziman: “Zêdetirî 30 meh in hemû rêyên hevdîtinê yên bi birêz Ocalan re hatine qutkirin û ev tecrîd tê domandin. Ji birêz Ocalan ê ku nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne bi tu awayî agahî nayên girtin. Ev rewşa dermirovî ya tecrîdê, di serî de gelê kurd ji bo tevî gelên Rojhilata Navîn rê li fikarin vedike. Divê baş bê zanîn ku ev fikar her ku diçin mezintir dibin û vediguherin hêrseke mezin. 
 
‘SEDEMA NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD TECRÎD E’
 
Di berdewamê de Ozturk got ku tecrîda derhiqûqî ya ku bandora wê li tevahiya erdnîgariyê dike, di heman demê de dijberî peymanên navneteweyî û dijberî nirxên hiqûqa gerdûnî û makezagonê ye. Ozturk, wiha pê de çû: “Ji ber tecrîda ku tevî mafên mirovî binpê dike, tevî pirgirêkên ku îro Rojhilata Navîn dijî bê çareserî dimînin. Bi taybet pirsgirêka kurd ji ber vê yekê çareser nabe.”
 
Ozturk daxuyanî wiha domand: “Asta ku hatî, pergala tecrîdê wek ewrên reş bandor li gelemperiya Tirkiyeyê dike û faşîzma ku çavkaniya xwe ji vê tecrîdê digire, çar parçeyên welêt dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê, nirxên civakê hatine asta fetisandinê, hêviya jiyanê ya gelan jî tê xesbkirin. Kesên ku tecrîdê dimeşînin îro di bin siya qeyrana aborî de nanê li ser sifreya me jî didizin. Her wiha, berpirsyarê xizantiya ku her ku diçe kûr dibe jî dîsa heman kes in. Kesên ku xizantiyê ji gel re rewa dibînin, bi armanca kûrkirina tecrîdê debara gel pêşkeşî polîtîkayên şer dikin. Bi pergala tecrîdê, bi polîtîkayên şer xizantiya ku civak dijî kûr dikin. 
 
HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE AZADIYA GELAN Û STATÛ PÊKAN NÎNE 
 
Divê baş bê zanîn ku; tecrîda Îmraliyê ji bêhiqûqiyan re, ji pêkanînên antîdemokratîk re, ji bêedaletiyê re û ji binpêkirinên mafan re bingeh ava dike. Di şexsê birêz Ocalan de, ji gelên Rojhilata Navîn re jiyanake bi tecrîd tê avakirin. Ev yek jî di her beşên civakê de rê li ber cihêkarî û nîjadperestiyê vedike. 
 
Pêvajoya dîrokî vê yekê pir zelal dide der; heya ku tecrîd neyê şikandin, heya ku birêz Ocalan azad nebe, azadiya gelan û bidestxistina statuya gelan ne pêkan e. Divê ev yek neyê jibîrkirin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE
 
Bi girankirina tecrîdê ve mafê azadiya gelê kurd û mafê demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê her ku diçe bêhtir tê xesbkirin. Ji ber vê yekê jî, têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Sazkirina edalet ve hiqûqê jî dîsa bi vê têkoşînê pêkan e. 
 
Ji ber vê yekê jî, bidawîkirina tecrîda ku îro li cîhanê tu mînakê wê nîne, wê di rêwitiya demokratîkbûn û sazkirina hiqûqê de bibe xwedî roleke mezin. Her wiha, ji bo li Tirkiyeyê û Rohilata Navîn sîyaseta jiyane bikeve meriyetê, bidawîkirina tecrîdê wê bibe gava herî mezin. Gava herî girîng a parastina aştiyê û nîqaşên demokratîk, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Di niqaşên çareserkirina pirsgirêka kurd de navnîşana ku wê bibe mifteya pêvajoyê bi tenê jî birêz Ocalan e. Armanca me ya bingehîn ew e ku; bi şikandina tecrîdê ve ji bo birêz Ocalan sazkirina derfetên xebat û jiyanake azad û sazkirina wekheviyeke mayînde ye. 
 
ÊDÎ DEM DEMA LIV Û TEVGERÊ YE
 
Heya ku tecrîda Îmralayê neqede, wê ji bo tu kesan aramî pêk neyê û wê pêşeroja me her tim bi tarîtî û qeyranan re rû bi rû bimîne. Bi armanca şikandina tecrîda ku îro li dijî birêz Ocalan dimeşe em dibêjin ‘êdî dem dema liv û tevgerê ye.’ Bi vê armancê, heya ku tecrîd bi dawî nebe em ê nesekirin. Em ê bi tevî hêza xwe têkoşîna şikandina tecrîdê mezin bikin. Em dixazin binê xalê xêz bikin ku; tu hêz nikare di vê rêyê de me asteng bike. 
 
BANG
 
Di vê çarçoveyê de, em bang li kesên xwedî wijdan, partî û saziyên siyasî, rêxistinên girseyên demokratîk, komele û sendîkayan, yekîneyên pîşeyî, saziyên hiqûqê, jin û ciwanan, her wiha bang li sazî û rêxistinên navteweyî dikin. Em bang li welatî û kesên ku dibêjin ‘rikberî na hezkirin, dijmintî na jiyanake bi hev re û ne xizantî lê jiyanake bi aram’ dikin. 
 
Gava ku dengê birêz Ocalan tê bihîstin, ji şûna tarîtiya mirinê, hêvî û şadiya jiyanê şîn dibe. Ev deng, dengên çekan qut dike, şert û mercên aştiyê saz dike. Ji ber vê yekê jî divê em tecrîdê bi hev re bişikînin, bi vê yekê ve roj û pêşeroja xwe bi aştiyeke mayînde, bi hev re ava bikin. 
 
OCALAN HÊVIYA JIYANEKE HEVPAR A GELAN E 
 
Birêz Ocalan, bi feraseta xwe ya ku aştî, demokrasî û çareseriyeke mayînde diparêze, li gel tevî astengiyan her tim li hemberî polîtîkayên şer, di pêşxistina xebatên nîqaşên demokratîk de hewldanên giranbûha meşand. Di vê rêyê de xeyala wî ya herî mezin ew e ku, welatekî ava bike da ku tê de tu kes nemire û aramî her tim serdest be. Ji ber vê yekê jî li dijberî desthilatdariyên şer, birêz Ocalan hêviya jiyaneke hevpar a gelan e. 
 
BILA HER KES LI AMAEDÊ BICIVE 
 
Heya ku tecrîda ku li dijî birêz Ocalan dimeşe neşikê, wê her tim berê me li Îmraliyê be. Bi vê aramancê em bang li tevî welatiyên xwe yên li her bajar, gund, navçe û gundewarên Kurdistanê dijîn, bi kurtasî em bang li tevî gelê xwe, dost û kesên bihîstiyar dikin; di 9’ê Cotmehê de li Amedê bicivin. Em ê tu caran destûr nedin ku hêviya jiyaneke azad û bihevre ya gelan bê desteserkirin. Azadiya birêz Ocalan azadiya tevahiya me ye, her wiha parçekirina tarîtiya li ser pêşeroja gelan e. Di serî de gelê kurd re, em ji tevî raya giştî ya demokratîk re radigihînin ku heya azadiya birêz Ocalan pêk bê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”
 
 

Sernavên din

12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyê dide
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin